YDG-H: Astengkirina doktoran dibe sedema windahiya can
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger ragihand ku ji ber doktorên dixwazin mudaxeleyî birîndaran bikin tên astengkirin mirov jiyana xwe ji dest didin.
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger ragihand ku ji ber doktorên dixwazin mudaxeleyî birîndaran bikin tên astengkirin mirov jiyana xwe ji dest didin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li navenda navçeya Farqînê ya Amedê polîsên tîmên taybet di nav hewldana komkujiyekê de ne û wiha hat gotin: “Di encama êrîşên li hember gel de ji gel gelek kes birîndar bûne, ji ber destûrê nadin doktor derbas bibin welatî pir xwînê winda dikin. Yek ji sedemên ku welatiyên birîndar jiyana xwe ji dest didin jî ev astengî ye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîsên AKP’ê li Farqînê êrîşên xwe zêde kirine, bi taybet li taxên Konak, Mescît û Tekel rasterast li hember mal û dikanên gel êrîş pêk tên.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “4’ê Mijdarê saet di navbera 11:00-12:00’an de ciwanê bi navê Engîn Gezîcî dema diçû mala xwe di êrîşa sekvanên tîmên taybet de birîndar bû. Piştî ciwan birîndar bû meta wî ya hat alîkariyê jî hedef hat girtin û birîndar bû. Her du welatiyên bi giranî birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên li hember ciwan û gel bi şev û roj didomin. Heman rojê ciwanan bi çeka B-7 li wesayîteke zirxî ya kobra a tax bi awayekî zêde gulebaran kir xistin. Ev wesayît bi temamî hat rûxandin. Yek jê tîmê taybet 3 kes mirin. Dîsa heman rojê polîsekî sekvan hat kuştin. Her wiha komeke tîmên taybet dema xwestin bikevin taxê bûn hedefa ciwanan, lêerînddn zelalkirin.”
LI TAXA BAGLAR A COLEMÊRGÊ POLÎSÊN AKP’Ê ÊRÎŞ KIRIN
Di daxuyaniyê de der barê êrîşên AKP’ê yên li Colemêrgê de ev agahî hat dayîn: “3’yê Mijdarê polîsên AKP’ê êrîşî Taxa Baglar a girêdayî navenda Colemêrgê kirin. Li vir di navbera ciwanên ku xweparastin dikirin û polîsan de pevçûn derket. Di pevçûna 3’yê Mijdarê saet 20.30’an de rû da ciwanekî bi navê Zeynel Kaya jiyana xwe ji dest da. Pevçûn heta saet 02.00’an dewam kirin. Polîsên tîmên taybet Taxa Baglar dorpêç kirine.”