Ok: Dewletên faşîst û olîgarşîk her tim dibêjin ‘îstikrar’

Ok da zanîn ku mîna hemû dewletên faşîst û olîgarşîk Erdogan û AKP’ê jî beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê argumana ‘îstikrar’ê derxistine pêş û got, "Bi vê zîhniyeta AKP’ê û Erdogan ku her kesî ji xwe re dikin dijmin ne mimkûn e îstikrar pêk bê."

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok destnîşan kir ku AKP'ê beriya hilbijartinê 1’ê Mijdarê hemû hesabên xwe li ser îstikrariyê ava kir û wiha got: “Bala xwe bidinê rejîmên olîgarşik, faşîst û hemû dewletên ku di naverok û cewherê wan de zext heye her tim dibêjin ‘îstikrar’. Mesele nabêjin standartê jiyana civakê bilind bikin, nabêjin demokrasî bilind bikin, nabêjin xwestekên azadî pêk bînin. Her tim dibêjin ‘îstikrar’. Ji bo wan hebûna dewletê muhîm e, xurtbûna dewletê muhîm e, kî li hemberî wan derket hema tine bikin. Ev zîhniyeta faşîst e. Dewletên faşîst, olîgarşîk li hemû deran berî her tiştî her tim dibêjin ‘îstikrar’. AKP jî li ser vê argumanê propaganda kir û hemû îmkanên xwe li gorî vê bi kar anî.” Ok, diyar kir ku bi vê zîhniyeta AKP’ê îstikrarî pêk nayê ji ber ku her kesî ji xwe re dike dijmin û wiha got: “Tenê ne li Tirkiye û Kurdistanê, dijminantiya xwe ji cîhanê re hema hema îlan kiriye. Bi Îranê re dijmin e, bi Iraqê re dijmin e, bi Rojava re dijmin e, bi Sûriyeyê re dijmin e, heta hin caran Erdogan û AKP dengê xwe bilind dikin Amerîka û Yekîtiya Ewropa dijmin e, Rûsya li kêleka wan e ewqas gazê ji wan dikirin, deyndarê wan e lê weke bi zimanekî dijminantî dijmin e.”

Ok, li ser rewşa bêçalakîtiyê jî diyar kir ku AKP’ê piştî hilbijartinan bi êrîşan helwesta xwe diyar kiriye û wiha got: “Piştî hilbijartinê siyaseta xwe careke din diyar kir. Dest bi êrîşan kir, di asteke hîn jor de, bi berfireh û ji xwe bawer destpê kir. Heta wisa be, bêguman em ê jî li ber xwe bidin. Em jî xweseriya xwe hîn zêdetir îlan bikin. Em ê hewl bidin hîn xurtir xwe biparêzin. Bêguman gerîla xwedî rol be. Ev pêvajo weke têkoşîn, bi dijwarî û berxwedaneke hîn xurt ew ê pêş bikeve. Ew ê wisa bê jiyîn. Her tişt ji zîhniyeta AKP’ê û Erdogan girêdayî ye. Eger ew bi vê zîhniyetê berdewam bikin, berxwedana me, parastina me, hewldanên me, serhildanên me ew ê hîn dijwar bin, hîn xurtir bin.”

Li ser zext û zordariyên li HDP’ê tên kirin jî Ok wisa got: “Heqeten rexmî van hemû zextên me anî ziman encamên HDP’ê girtiye ne xerab e. Dewsa HDP’ê eger AKP bûya nikaribû bend jî derbas bikira. Dewsa HDP’ê eger CHP bûya rewşa wan çawa bûya ne diyar e. HDP dîsa bi rastî û duristiya xwe hêviyek da civakê, encamek girt. Ev muhîm e.” Li ser êrîşên li dijî Rojava jî Ok destnîşan kir ku Erdogan û dewleta Tirk provokatoriyê dikin. 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok hilbijartina 1’ê Mijdarê, rewşa bêçalakîtiyê, astengiyên PDK’ê yên li Şengalê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên li ser Rojava û gelek mijarên di rojeva Kurdistanê û Rojhilata Navîn de di bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV de pirsên rojnamevan M.Emîn Yildirim bersivand. 

Hilbijartinên 7’ê Hezîranê pêk hat, lê encama wê ji aliyê AKP’ê ve nehat qebûlkirin û careke din hilbijartin pêk hat. Hûn encamên hilbijartina 1’ê Mijdarê çawa dinirxînin?

Encam diyar e. AKP piştî 7’ê Hezîranê taybet Erdogan ev serketina HDP’ê tehemul nekir, hezm nekir. Di 7’ê Hezîranê de îradeya AKP’ê 12 sal şûnde hate şikandin, hêza xwe bi piranî winda kir. Te dît desthilatî carinan serê însan dizivirîne. Hele zîhniyeta faşîst hebe, bêtehemul e. Ti caran ji vê ne razî bûn, ew hemû hesabên koalîsyonê yên wê demê taktîk bûn. Xwestin careke din dîsa tenê desthilat bin. Hesab li ser vê bû. Polîtîka li ser vê bû. Ji bo vê Erdogan polîtîka, stratejî diyar kir û di 1’ê Mijdarê de careke din hilbijartin pêk hat. AKP û Erdogan hemû derfet û îmkanên xwe, îmkanên dewletê ji bo xwe bi kar anî. Muxalefeta li dijî xwe dengê wan birrî. Bi zexteke mezin çû ser wan. Ji çapemeniyê bigire heta saziyan. Stratejiya pêşxistin jî digotin îstikrar xerab dibe. AKP ne desthilatdar be, alozî ew ê çêbibe, şer pêş bikeve, mirin pêş bikeve. 

DESTHILATDARÎ BI DARBEYÊ XISTIN DESTÊ XWE    

Bi psîkolojiya civakê lîstin. Bi hemû fen û fûtan, derfet û fersendan 1’ê Mijdarê esas desthilatdarî bi darbeyê xist destê xwe. Ji xwe ne meşrû bû. Piştî 7’ê Hezîranê hêza xwe winda kiribû, ji 1’ê Mijdarê re jî amadekarî kir, bingehek wê çêkir, bi zext, bi zor, bi hemû îmkanên dewletê dest danî ser desthilatiyê. Desthilatiya xwe careke din dubare kir. Mirov dikare vê bêje ji aliyê AKP’ê ve. 

CHP xwe dubare kir. Argumanên CHP’ê hîn hinekî demokratîk bûya, nêzîkatiya CHP’ê li ser meseleya kurd, çareseriyê hîn li ser rastiyê bûya. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê siyasetek pêş bixista. AKP her çi bikira jî nikarîbû ewqas encam bigire. Lê CHP jî xwe dubare kir. Heman arguman, heman siyaset û heman encam girt. Pêş neket, ti encam negirt, rastiya CHP’ê jî wisa bû. Yanî ji aliyê siyasetê ve xwe nû kirin, taybet li hemberî AKP’ê weke alternatîfek, weke muxalefeteke ciddî xwe pêşnexist. Ji xwe karakterê wê ji vê re ne vekirîbû. Li ser meseleya Kurdistanê, siyaseta legal zext nekir. 

HDP'Ê WINDA NEKIRIYE

AKP’ê jî ew îstikrar dubare dubare anî ziman û komkujî jî pêş xistin. Mesela li Amedê, piştre li Pirsûs herî dawî li Enqereyê zêdetirî 100 însan jiyana xwe winda kirin, hatin qetilkirin. Yanî peyamek da civakê ev jî çi bû? Eger bi vî şeklî biçe û AKP nebe desthilatdar ev komkujî hîn zêdetir ew ê pêş bikeve. Civak tirsand, psîkolojiyek li ser çêkir. Di milê din de ji xwe HDP di bin zexteke mezin de bû. Nêzîkî 200 şax û bûroyên wê yên navçe û bajaran hatin şewitandin, hatin gulebarankirin. Bi sedan însanên wan hatin girtin. Ji Hevserokatiyên şaredariyan bigire, kesên hatine hilbijartin endamên meclisan, endamê HDP’ê hatin girtin. Yanî dorpêç kir û bênefes hiştin. HDP nikarî siyaset bike, nikare propaganda bike, nikare xebatên hilbijartinê pêş bixe. Tiştek nekir. Tenê li hin deran hin civînên biçûk çêkirin. Bifikirin ku hilbijartin çêdibe partiyek weke HDP dikeve hilbijartinê, dixwaze ji berê pirtir dengê xwe zêde bike, esas derfetên vê jî hene, lê zexta AKP’ê û lêdanên AKP’ê, girtinên AKP’ê, komkujiyên AKP’ê li gel ve hemû îmkan û derfetên dewletê bi kar anîn. HDP tiştek nekir. Bê propaganda, bê xebat ket ve hilbijartinê. Mirov dîsa jî li encamên hilbijartinê mêze dike esas yê HDP’ê ne xerab e. Eger xebat bikira, propaganda bikira, te dît hilbijartin hewayekê dixwaze, motîvasyonekê dixwaze, rojev diyarkirinekê dixwaze, propagandayê dixwaze. HDP ji van hemûyan dûr bû. Dîsa jî rexmî van hemû tiştan encama girtiye li gorî me serketinek e, winda nekiriye. 

DEWLET Û REJÎM BI HEV RE BI HDP’Ê RE KET NAVA HILBIJARTINÊ

AKP ev hilbijartin bi zorê kir. Ew argumanên AKP’ê belkî li ser hin kesan bandor kiribe. Çawa? Te dît dibêje îstikrar, şer hebe, kî li hemberî AKP’ê dengê xwe rake û bertek nîşan bide, alozî, girtin û kuştin ew ê çêbibe. Ew hin kesên weke çîna navîn psîkolojiya wan ne li gorî vê atmosferê bû. Yên psîkolojiya wan li hemberî dîrokê, li hemberî civakê xwe zêde berpirsyar nabînin. Tenê berpirsyarê malbata xwe, berjewendiyên xwe, şexsê xwe esas digirin. Zêdetir çîna navîn dibe ku hinekan berê xwe dabe AKP’ê. Derveyî vê jî mesela li Kurdistanê Hizbulah û yên li derveyî HDP û li dijî wê, bi giştî dewlet û rejîm bi HDP’ê re ket nava hilbijartinê. Li gorî hemû derfet û îmkanan AKP ew zîhniyeta faşîst, li gorî karaktera faşîzmê, bi hîle û zordarî careke din desthilatdarî girt dest xwe. Dîsa jî li gorî me HDP winda nekiriye û encam girtiye.  

GELÊ ME BI XWESERIYA XWE GIRÊDAYÎ YE

Her muhîm jî te dît hin kes dibêjin xweserî hat îlankirin, ji bo vê HDP encam negirt. Lê balkêş e li Kurdistanê ji kîjan bajar û bajarokan gelê me weke xweseriya xwe îlan kir, li wê derê hîn zêdetir serhildan û çalakî li hemberî faşîzma AKP’ê milet rabû ser piyan. HDP zêdetir li wê derê encam girt. Mesele li Cizîrê nêzîkî ji sedî 90 girt. Li Colemêrg, Şirnex, Farqîn dîsa wisa. Yanî bi piranî yên ku milet rabû ser xwe, xweseriya xwe îlan kir esas HDP’ê pirtir li wê derê encam girt. Wateya wê çi ye? Dêmek gelê me bi xweseriya xwe girêdayî ye, jê bawer dike. Rexmî hemû lêdan, komkujî, zextên AKP’ê gelê me dîsa jî ji xweseriya xwe bawer e, ji hereketê bawer e û dengê xwe rexmî hemû zextan dîsa dide HDP’ê. Di vir de esas ji vê hilbijartinê mirov encama sereke jê derxe di bin zextê de, di nava şer de, di bin komkujiyê de, di bin tang, top û hawanên AKP’ê yên rojane de, beriya hilbijartinê rojekê jî bajarên Kurdistanê di bin êrîşê de bû. Lê dîsa jî gelê me li van herêman, li Kurdistanê HDP’ê dengê xwe bilind kir. Ev diyar dike gel serê xwe ne tewandiye, ji xweseriya xwa bawer e. Ji vir şûnde jî ew ê wisa be. 

KENAN EVREN Û BEŞAR ESAD JÎ ENCAM GIRTIBÛN

AKP encamgirtina wê çi ye? Bi zorê dest danîn ser, desthilatiya xwe careke din faşîzan rêxistin bike û bingehê wê qanûnî çêbike. Ji xwe berê desthilat bû û bi zorê bû. Her çiqas bêjin AKP encam girt, esas li cîhanê, li dîroka siyaset û civakan mirov mêze dike hinek rejîm, zîhniyet û dewletên faşîzan salê çar caran biçin hilbijartinan her tim bi ser dikevin. Kenan Evren te dît ji sedî nod û çend encam girtibû. Du sal beriya vê li Sûriyeyê hilbijartin çêbû Beşar Esad çawa encam girt. Dewlet û rejîmên wisa hene. Mirov AKP ji van dûr negire dest. AKP’ê ji çapemeniya Fethullah Gulen bigire, yê sosyalîst, demokratîk û yên li dijî AKP’ê hemû dengê wan qut kir û da sekinandin. Kî weke muxalefet û alternatîf dît, bê qanûn, bê nîzam çû ser wan, ew tine kirin. Esas rê ji xwe re vekirin. Civak jî tirsandin. Hemû îmkanên dewletê jî bi kar anî. Bi pere, bi ruşwet. Ev tê fêmkirin, manîdar e. Ya muhîm dîsa jî rexmî van hemû tiştan dîsa HDP weke 59-60 wekîl ket parlamentê. MHP jî li ser zîhniyeta neteweperestiyê siyaset dike wan jî bi temamî winda kir. Rewşa piştî encamên hilbijartinê mirov wisa bigire dest ew ê rast be. 

DEWLETÊN FAŞÎST Û OLÎGARŞÎK HER TIM DIBÊJIN ‘ÎSTIKRAR’

We behs kir AKP’ê di vê hilbijartinê de hesabê xwe li ser îstikrariyê ava kir û li ser vê siyaset meşand. AKP ew ê ji niha û pêde karibe îstikrariyê ava bike? 

Du tişt muhîm in. Bala xwe bidinê rejîmên olîgarşik, faşîst û hemû dewletên ku di naverok û cewherê wan de zext heye her tim dibêjin ‘îstikrar’. Mesele nabêjin standartê jiyana civakê bilind bikin, nabêjin demokrasî bilind bikin, nabêjin xwestekên azadî pêk bînin. Her tim dibêjin ‘îstikrar’. Ji bo wan hebûna dewletê muhîm e, xurtbûna dewletê muhîm e, kî li hemberî wan derket hema tine bikin. Ev zîhniyeta faşîst e. Dewletên faşîst, olîgarşîk li hemû deran berî her tiştî her tim dibêjin ‘îstikrar’. AKP jî li ser vê argumanê propaganda kir û hemû îmkanên xwe li gorî vê bi kar anî. Li gorî vê encam girt. Lê îstikrar eger civak bi aştî bijî, em bêjin demokratîk be, rehet be, bê tirs, bê xof xwe bi rêxistin bike. Îstikrar li ser vî bingehî hebe esas îstikrar e. Ya din te bi zorê her tişt dabe sekinandin, bi zorê te tine kiriye, niha bê muxalefet e û alternatîf nehiştiye, ev ne îstikrar e. Lê îstikrara ku AKP jê fêm dike ev e. Ji bo vê di vê argumanê de çi derdikeve hişkbûna faşîzmê, dewlet, kevneperestî ku zîhniyeta AKP’ê mirov jê derdixe. Ne ji bo civakê ye, ne jî ji bo demokratîkbûnê ye tiştekî wisa tine. 

ÎSTIKRAR BI ZORÊ, BI ZEXTAN NABE

Ji vir û şûnde îstikrar ew ê çawa be? Meseleyên pir girîng hene yên AKP’ê, Tirkiye ku li pêşiya rejîmê hene. Rojhilata Navîn dikele, li kêleka rejîmê û dewleta Tirkiyeyê tiştên nû têne jiyîn. Rewşa Sûriyeyê li ber çavan e. Şoreşa Rojava li ber çavan e û girîngiya xwe diparêze. Li Bakur gelê me li ser piyan e, xweseriya xwe îlan dike û gerîla bêguman ew ê vê xweseriyê biparêze, xwedî helwest e. Di dil û mejiyê gelê kurd de cihê AKP’ê û rejîma dagirkeriyê nemaye. Derveyî vê dewleta Tirkiyeyê ji hemû sosyalîst heta lîberalên ku ne li gel AKP û Erdogan in ji vê rejîmê ne razî ne. Hadê bi zorê û zextan em bêjin ji sedî 49 girt. Baş e, yên din kî ne? Yên din jî di wê astê de, di astê herî jor de li dijî AKP û rejîmê ne. Ji vê rejîmê hez nakin û serê xwe ji wan re natewîne. Ew ê çawa biçe? Îstikrar bi zorê, bi zextan nabe. Îstikrar encax tu riya civakê û siyasetê veke, siyaset biherike, demokratîk be û bi rastî aliyê aborî, aliyê çand û huner bi her awayî civak rehet nefes bigire dibe. Wê wextê ji xwe bawer be, di hundirê xwe de ji xwe qaîl û bi aştî bijî, li ser vî esasî îstikrarek dibe. Wexta mirov pirsgirêkên mezin û dîrokî û herêmî, Rojhilata Navîn taybet li Kurdistanê meseleya kurd dide berçavan û nêzîkbûna AKP’ê ya faşîzan digire dest ne mimkûn e AKP îstikrarê çêbike. Beriya vê jî li Tirkiye pir caran weke rejîm her tim dagirker bû, lê yên li ser dijminantiya gelê kurd desthilatdariya xwe xurtkirine, pêşxistine hebûn. Mesele weke Dogan Gureş, Tansû Çiller heta beriya wê yên weke Kenan Evren heta niha her tim wisa bû. Baş e, ji destpêkê heta niha Tevgera Azadiyê û têkoşîna gelê kurd li hemberî vê rejîma Tirkiyeyê kengî bû xwedî îstikrar. Her tim alozî, bi her awayî hate jiyîn. Ji Soma bigire kana komirê, ji qezayên trafîkê bigire, ji jiyana civakê bigire, ji meseleya siyasî bigire û taybet ya Kurdistanê her tim tevlihevî, her tim alozî, her tim pirsgirêkek hebûn. Tirkiye nikare di bin vî barî de rabe. Her tim di bin vî barî de qunîş (xûz) dibe. Ji vir şûnde tenê bi zor û zextê meseleya gelê kurd û Tevgera Azadiyê li ser xatirê îstikrar yan jî li hemberî zexta AKP’ê tu caran ew ê bêdeng nemîne. Tu caran serê xwe natewîne. Ew ê zêdetir xwedî têkoşîn be. Xwedî helwest be. Hele hele eger li ser Rêber Apo ev zext dewam bike, tecrîd dewam bike, rewşa Serokatî neyê guhertin, meseleya kurd neyê çareserkirin, tenê li ser dijminantiya gele kurd, tenê li ser tinekirina îradeya gelê kurd, li ser tasfiyekirina PKK’ê hereketa me eger stratejî û polîtîka bê meşandin. Li dijî vê diyalektîka wê çi ye? Gelê kurd, Tevgera Azadiyê, hêzên demokrasî û demokratîk, azadîxwaz bi tecrûbeya salan zêdetir û xurtir ew ê xwedî têkoşîn bin. 

TIRKIYE HEMA HEMA DIJMINANTIYA XWE JI CÎHANÊ RE ÎLAN KIRIYE

Li hemberî vê têkoşînê du alternatîf hene. Ya AKP ew ê bê ser rê, îradeya gelan qebûl bike û berê xwe bide çareseriyê. Yan jî hîn xurtir û zorê xwedî bike hem ji aliyê têkoşîna gelê kurd, aliyê demokratîk û hêzên azadîxwaz, hem jî ji aliyê rejîma AKP’ê ve ew ê şer hîn dijwartir bibe, alozî hîn kûrtir bibe. Wisa pêvajoyek bê jiyîn. Dixwazim vê bêjim bi vê zîhniyetê, bi vê nêzîkbûnê, bi vê stratejî û taktîkê AKP nikare îstikrarê çêbike. Tenê ne li Tirkiye û Kurdistanê, dijminantiya xwe ji cîhanê re hema hema îlan kiriye. Bi Îranê re dijmin e, bi Iraqê re dijmin e, bi Rojava re dijmin e, bi Sûriyeyê re dijmin e, heta hin caran Erdogan û AKP dengê xwe bilind dikin Amerîka û Yekitiya Ewropa dijmin e, Rûsya li kêleka wan e ewqas gazê ji wan dikirin, deyndarê wan e lê weke bi zimanekî dijminantî dijmin e. Ev zîhniyet heta ku derê biçe? Civak xapandin, li ser tirsê siyaset meşandin belkî demkurt encamê dide û da jî. AKP di vê hilbijartinê de encamek girt, lê ev zîhniyet her tim wisa naçe ev zîhniyet muheqeq ew ê di derekê de bixitime. Li Sûriyeyê ew ê bixitime, li Rojhilata Navîn jî ew ê bixitime, li hemberî civaka demokratîk, Tevgera Azadiyê jî ew ê bixitime. Yanî riya vê tine. Em ketine pêvajoyeke nû hela bi ku de ew ê çawa bibe.

LI DEWSA HDP’Ê EGER AKP BÛYA BEND DERBAS NEDIKIR

Di hilbijartinan de HDP li hemberî zext û zordariyan serketî derket. Ji niha û pêde HDP hem encama hilbijartinê çawa bixwîne hem jî ji niha û pêde stratejiyek çawa divê dayne pêşiya xwe?

Tabî em nizanin. Piştî hilbijartinê hevserokên HDP’ê daxuyanî dan. Hemû kesî û me jî guhdar kir. Piştî wê weke rêveberiya partiya HDP, HDK weke wê civînên xwe çêkirin hevserokên wan. Daxuyanî dan ku ji vir û şûnde pêvajoyê çawa dibînin. Ji gel re parve kirin, siyaseta wan e. Lê li gorî me HDP di vê hilbijartinê de xwe weke yê winda kiriye negire dest. Lê kêmasiyên xwe bibîne, hîn xwedî têkoşîn be, hîn bi perspektîfeke fireh û kûr dikare xwe rêxistin bike. Hîn pirrtir di nav civakê de be. Bêguman heta niha gav paşde neavêt, dîsa gav paşde neavêje. Xwedî îrade be, dîsa û pirtir ew civaka di bin desthilatiya AKP êşê dikişîne, xwe mexdûr dibîne û heqeten mexdûriyek heye bikeve nava wê civakê. Di nava elewiyan, jinan, ciwanan de xwe baştir rêxistin bike. Taybet dîsa îradeya gelê kurd xurtir bike. Ev mijareke têkoşînê ye. HDP ji vir şûnde hîn zêdetir xebata xwe rêxistin bike di nava gel û civakê de be. Aliyê siyasî û dîplomatîk jî bêguman xebata xwe sist neke, pêş bixe. Lê siyaset e. Li hemberî dagirkerî û zîhniyeta faşîzmê bêguman xwedî helwest be. Lê hejmara wekîlên HDP’ê weke 59-60 ne kêm e û ji 5 milyon zêdetir deng girtiye. Li parlamentoyê jî dikare muxalefetek bi bandor bike û pir caran jî rola HDP’ê di hin tiştên girîng de ew ê pir muhîm be. Weke rola xwe jî bizanibe. Bi siyaseteke radîkal lê kamil.  Em bêjin radîkalbûn û kamiltî ne li dijî hev be. Dikarin hîn radîkal bin, hîn xwedî helwest bin, hîn xwedî têkoşîn bin, lê li gorî siyasetê li ku derê û kîjan wextê çawa esnek û çawa radîkal,  hîn xuliqkar û hîn di wextê de, di cih de dikarin bi kar bînin. HDP ji vir şûnde em bawer in weke qamçiyekî bigire dest ev encamên hilbijartinê. Xwe weke birîndar nebîne. Heqeten rexmî van hemû zextên me anî ziman encamên HDP’ê girtiye ne xerab e. Dewsa HDP’ê eger AKP bûya nikaribû bend jî derbas bikira. Dewsa HDP’ê eger CHP bûya rewşa wan çawa bûya ne diyar e. HDP dîsa bi rastî û duristiya xwe hêviyek da civakê, encamek girt. Ev muhîm e. Heger îmkan hebe, derfet hebe, bikaribe hîn baştir xebat bike xwe rêxistin bike, bila bizanibe ku potansiyela HDP’ê ne ev e. Du qat zêdetir e. Derfetên wê heye jî. Bi vê baweriyê xebatên xwe pêşdetir pêş bixin. Weke manîpulasyon hene, li ser rojeva Tirkiyeyê, li ser HDP’ê, li ser hereketa me weke PKK’ê jî ji van manîpulasyona bandor nebe tabî. Esas li şûna wê rojeva siyasetê HDP bi xwe dagire, bi xwe diyar bike, xwedî însiyatîf be di vir de. Yên dixwazin manîpulasyonê çêbikin ew ê hebe, ev siyaset e. Hişyarî muhîm e û jixwebawerkirin muhîm e. Bi bawerî û hêvî xebat pêşxistin û bilindkirin muhîm e. 

QELEMŞORÊN AKP’Ê Û REJÎMÊ NE

Piştî hilbijartinan hin nirxandin û şîrove hatin kirin. Tê gotin ku di hilbijartinê de yê ku winda kiriye ne HDP ye, PKK ye. Hûn van nirxandin û şîroveyan ku ji aliyê nivîskar û rewşenbîran têne kirin çawa dibînin?

Li gorî xwediyê van gotinan û ev nivîskar ji xwe PKK ti caran qezenc nekiriye, bi ser neketiye. PKK her tim weke bela ye, li ser civakê. Ev qelemşorên rejîmê ne, axaftinên rejîmê ne, zîhniyeta lîberalîzmê ye, yên hinekan jî heqeten faşîst e li dijî gelê kurd, yên hinekan jî weke perspektîfa modernîteya kapîtalîst û lîberal dinivîsînin. Ev têkoşîneke esas mirov wisa bigire dest. Berê jî ew kes û ew nivîskar, ew kesên wisa diaxivîn ti carî li ser xêra gelê kurd û li ser PKK’ê ne nivîsîne û ne axivî ne. Lîberal in, dixwazin her tişt li gorî zîhniyeta ku bawer dikin û îdeolojiyê pêş bikeve. Helwestên wan hinekî weke îdeolojîk jî dikare bigire dest. Wekî din li dijî PKK’ê ne, sosyalîzma demokratîk hezm nakin, fêm nakin yan jî mejiyê wan tam nagire. Vana rast nabêjin. Eger PKK nebûya wan kesan bi xwe jî îro nikaribûn rehet biaxiviyana. Eger li ser navê demokrasî li Tirkiye pêşketinek heye û tiştek tê jiyîn, heta eger artêşa Tirk îro li gorî çend salan beriya vê hîn zêdetir bêdeng be, dibêjin siyaset pêş ketiye bila bizanibin ev bi saya têkoşîna gelê kurd û PKK’ê ye. Ev rastiyek e. Di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de jî di ya Tevgera Azadiya Gelê Kurd de jî muhîm e. Em behsa Zapê dikin. Eger wexta Yaşar Buyukanit Artêşa Tirk di êrîşa Zapê de encam bigirta, ne AKP dikarîbû tiştek bigota, ne rêya siyasetê ew ê bihata vekirin ne jî ew nivîskar dikarin der heqê PKK’ê de binivîsînin û biaxivin. Esas îradeya Artêşa Tirk PKK’ê şikand, gerîla şikand. Wexta pişta wan şikand bêdeng man, îtibar û îmaja wan ket erdê. Wê wextê gelek kesan nivîsîn û axivîn, ev hêz di xwe de dîtin ku rexne bikin û şîrove bikin. Heta wê demê bêdeng bûn. Tê bîra min civînên çapemeniyê çêdibûn, ev nivîskar di sekneke amadeyî de guhdar dikirin. Peyamên artêşê tenê li civakê belav dikirin, derveyî wê tiştek tinebû.

DIVÊ ÎRADEYA GELÊ KURD Û SIYASETA PKK’Ê BÊ DÎTIN 

Lê paradoks ew e ku tu dibêjî qey ev encam bi têkoşîna AKP’ê derketiye holê. Ne rast e. AKP bi xwe jî li ser encamên hereketa me derxistine holê xwe dide jiyandin. AKP jî ji vê îstifade dike. Ev rastiyek e. Eger têkoşîna me nebûya, Tevgera Azadiya Kurdistanê nebûya, eger Artêşa Tirk li hemberî me bêçare nebûya, bin neketa, herî kêm îradeya wan nehata şikandin AKP jî îro ew ê wisa ne rehet bûya. Li ser dijminantiya gelê kurd rojane siyaset dike, çiyayên Kurdistanê, şehîdgehên me bombebaran dike. Lê bila AKP bizane ev têkoşîn nebûya AKP li hemberî artêşê nikarîbû bigota ‘ez jî heme’. Ev hêz bi xwe jî objektîf me da wan. Dixwazim vê bêjim yanî ew manîpulasyon ne di cih de ne. Eger PKK nebûya rêya demokrasî, bingehê têkoşîna demokrasî, guhertina dewletê û civakê ew ê nebûya, li ser navê demokrasî û guhertinê de her çi encam hebe ji hemûyan pirtir û girîngtir rola PKK’ê di vê de heye. Ev rastiyek e. Vana tabî dixwazin, hesabên van çi ye? Hinek kes durist in, heqeten ne weke dijminantiya PKK’ê dike, îla bila PKK winda bikin. Lîberalên xwerû ne, bawer dikin. Ne ku îla dijminantiya me dikin. Ew ji vê baweriyê van tiştan tînin ziman. Hinek ji wan bi rastî qelemşorên rejîmê ne û AKP’ê diparêzin. Her tim li dijî PKK’ê ne. HDP jî weke xapandin digirin dest. Yanî HDP hebe baş e, di parlamentoyê de hebe herî kêm belkî li hemberî PKK’ê xwedî helwest be. Bi şêwazekî belkî îradeya gelê kurd bê parçekirin. Yanî ew jî ne ku mafên gelê kurd qebûl dikin, rêz diyar dikin, ji bo vê HDP’ê digirin dest. Vana jî dîsa bi taktîk çawa bikin. Ev hemû tiştên vala ne. Ya rast girîngiya azadiya gelê kurd bê dîtin, encamên derdikevin bê dîtin û siyaseta PKK’ê bê dîtin. Ji dinyayê tu mînakên wisa tine. Hem ewqas zilm û komkujî li ser gelê kurd hebe, taybet li ser Rêber Apo hebe, hem jî rojane PKK bangawaziya wan hebe ji bo çareseriya demokratîk, siyaseta aştiyane. Tiştekî wisa tine. Bila li Rojhilata Navîn mêze bikin, li dîroka şoreşan mêze bikin, li dinyayê mêze bikin. PKK weke li hemberî dîrokê, li hemberî civaka Tirk û mirovahiyê bi berpirsyariya xwe her tim hewl dide dixwaze rê were vekirin ku meseleya kurd bi demokrasî û siyasî were çareserkirin. Eger dewleta Tirkiyeyê yan jî hinek nivîskar ev nêzîkatiyên hereketa me heta niha weke zeafiyet yan jî weke zeîfbûnê bigirin dest bila li dîroka çil salî mêze bikin çawa di şaşîtiyeke mezin de ne ew ê bibînin. Eger hîn jî dewam bikin ew ê hîn jî bibînin. PKK bi pirr aliyan hîn nayê naskirin. Ew berpirsyariyek e û eger dewleta Tirkiye û AKP û hin nivîskar weke reşkirinê û dijminê gelê kurd û HDP’ê binivîsînin, xwedî helwest bin, zext û şer pêş bixin, mêze bikin hela têkoşîn hîn çawa radîkal pêş dikeve û hîn çawa rojeva Tirkiyeyê bê diyarkirin. Bi kurtasî ev manîpulasyonek e, ne rast e. Lazim e bêguman ku HDP van nas neke û di bin bandora wan de tabî ku nemîne, hîn bi îstikrar, hîn xwedî bawerî têkoşîna xwe bide. 

PIŞTÎ HILBIJARTINÊ HÎN ZÊDETIR DEST BI ŞER KIRIN

Yek jî bêçalakîtiya ku ji aliyê KCK’ê ve hatibû îlankirin di 1’ê Mijdarê de bi dawî bû.  Beriya hilbijartinê êrîşên AKP’ê û dewleta Tirk bi her awayî li ser gelê kurd hebû. Piştî hilbijartinê jî dema ku em lê dinêrin heman êrîş berdewam dikin. Herêmên Parastina Medyayê hatin bombekirin, herî dawî li Geverê û Farqînê çar ciwan hatin qetilkirin. Binçavkirin û girtin hevşaredar jî di nav de berdewam dike. Ji niha û pêde ew ê rewş çawa be, ber bi ku ve diçe?

Esas ev biryara bêçalakîtiyê yekalî bû. Dîsa weke berpirsyariya hereketa me û rêveberiya me pêk hat. Hinek xwestek hebûn, pêşniyar hebûn, bangawazî hebûn. Te dît li ser çapemeniyê jî hate gotin Amerîka, Yekitiya Ewropa heta hinek kesên xwe weke berpirsyar dibînin ji Tirkiyeyê. Pirr kesan, pirr dostan, pirr hêzan ji hereketa me, rêveberiya me xwest gaveke wisa bê avêtin. Rêveberiya me jî ev pêwîst dît nexwest red bike, bi berpirsyarî nêz bû. Yekalî biryara bêçalakîtiyê da, ji xwe şer berdewam dikir. Beriya hilbijartinê şevekê jî li Kurdistanê dîsa li navçe, bajar û çiyayên Kurdistanê operasyon, zext, dîsa tang û top hebûn. Êrîş hebû yanî. Lê me yekalî dewam kir. Piştî hilbijartinê çend saet derbas nebû AKP’ê dîsa li hemû deran weke operasyon destpê kir. Teyareyên wan dîsa rabû. Di heman şevê de li Herêmên Medyayê xistin. Yanî dewam dike, bênavber ji aliyê AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê ve. Şer ti carî nehat sekinandin, bênavber êrîşên wan dewam kir û hem jî bi bêexlaqî, bi bêwijdanî tabî gelê kurd û mirovahî ew ê ti caran ji bîr neke. Şehîdgeh tên bomberandin. Ev dewam dikin. Dewleta Tirkiye û AKP bila bizanibe bi vê komkujî û bi vê siyaseta li dijî gelê kurd nikarin encam bigirin. Sedî sed jî eger ji hilbijartinê encam derxin ew dîsa jî ne encam e. Ew ê dîsa di bin de bimînin. Ew ê ti caran neyê jibîrkirin. Gelê kurd ew ê ti caran stûyê xwe ji wan re xwar neke. Ew ê her tim li ser piyan be û vê têkoşînê pêş bixîne. Ew ê bibînin hele bedelê şehîdgeh bombebarandin, tinekirin çi ye? Ev komkujî çi ye? Ew ê bibînin. Lê em dixwazin werin rêya rast. Lê nayên. Biryara wan ji xwe hemen hat dîtin. Piştî hilbijartinê hîn zêdetir dest bi şer kirin. Her der bombe kirin, şeva din jî bi 40 teyareyan, ev daxuyaniya fermandariya artêşa Tirk e bi çil teyareyan Herêmên Parastina Medyayê bombebaran kirin. Weke şerê cîhanê ye yanî. Li bajarê Kurdistanê tang û top têde ne û bi hawanan lê dide. Ev ji xwe şerek e. 

KESÊN BANGAWAZIYA WAN HEBÛ NIHA LI KU DERÊ NE?

Lê bangawaziya me çi ye? Ew kesên ku beriya hilbijartinê ji rêveberiya me xwestin em agirbest yan jî biryara bêçalakîtiyê bidin, pêşniyar kirin, bangawaziya wan hebû û me jî qimet da wan, me jî biryara bêçalakîtiyê da. Bangawaziya me ji wan re ew e ku ka hûn li ku derê ne? Çima bêdeng in? Hem we bangawazî kir me biryara bêçalakîtiyê da, hem jî bênavber AKP Ji şehîdgehên me bigire, bajar, navçe û herêmên gerîla her tim bomberan dike û dewam dike. Endamê namzetên wekîlen jî hatin girtin beriya hilbijartinê. Namzed e, lê girtin. Hîn jî nêzî 20 kesan û zêdetir hevserokên şaredariyê niha di zindanê de ne. Bi sedan ber bi hezaran diçin. Bangawaziya me ew e, we ji me xwest me jî xwe berpirsyar dît ne agirbest lê biryara bêçalakîtî da. Baş e, hûn li ku derê ne? Ji dewleta Tirkiyeyê û AKP’ê re we çi got? We çi encam girt? Em tenê komkujî û êrîş dibînin. Dêmek ev jî ne xwedî rol in, li gorî ji me re dibêjin berpirsyariya xwe pêk naynin. Ev ne rast e. Lazim e zexta wan li ser AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê be. Ji vir şûnde ew ê çawa bibe? Weke min anî ziman ji xwe piştî hilbijartinê siyaseta xwe diyar bû careke din diyar kir. Dest bi êrîşan kir, di asteke hîn jor de, bi berfireh û ji xwe bawer dest pê kir. Heta wisa be, bêguman em ê jî li ber xwe bidin. Em jî xweseriya xwe hîn zêdetir îlan bikin. Em ê hewl bidin hîn xurtir xwe biparêzin. Bêguman gerîla xwedî rol be. Ev pêvajo weke têkoşîn, bi dijwarî û berxwedaneke hîn xurt ew ê pêş bikeve. Ew ê wisa bê jiyîn. Her tişt ji zîhniyeta AKP’ê û Erdogan girêdayî ye. Eger ew bi vê zîhniyetê berdewam bikin, berxwedana me, parastina me, hewldanên me, serhildanên me ew ê hîn dijwar bin, hîn xurtir bin. Niha AKP baş dizane, halanan dide tu dibêjî qey xwedî hêz in. Di hilbijartinê de encam girtin, xwedî moral in ew ê li PKK’ê wisa bikin, wisa bikin. AKP bila çîroka çil salî, sihûpênc salên dawî mêze bike. Ez baş dizanim ti caran ew ne di wê baweriyê de ne ku bikaribin bi PKK’ê gav paşde bidin avêtin. Ew ne di wê baweriyê de ne. Ji ser xatirê hilbijartinê temam hudhuda wan hebû. Ji vir şûnde ew ê li ser çi bike, muhîm e. Eger ew ê dewam bikin ew dîsa baş dizanin bersiva me ew ê çawa be. 2011 û 2012, pratîka 2012’an li ber çavan e, ya bi salan li ber çavan e. Ji vir şûnde her tişt weke me anî ziman bi siyaseta AKP’ê ve girêdayî ye li gorî wê em ê xwedî helwest bin. AKP’ê jî biryara şer daye, em jî li bir xwe bidin û em ê xwe biparêzin.   

DAIŞ, EL NÛSRA Û AKP JI HEV NE DÛR IN

Ev êrîşên wan tenê ne li ser Bakur e, li ser Rojava jî hene. Beriya hilbijartinê jî piştî hilbijartinê jî bi sîlehên giran li YPG’ê dixin sedemê vê çi ye? Hûn van êrîşên li ser Rojava çawa dinirxînin?

Sedemê vê diyar e. Te dît berê jî Erdogan li ser Kobanê pir tişt gotin. Xewn û xeyalan wan Kobanê ew bû bin bikeve û tine bibe, bikeve destê DAIŞ’ê. Lê pêk nehat. Ji bo vê heta niha DAIŞ bi her awayî çekdar kirin, perwerde kirin û şandin ser gelê kurd. El Nûsra dîsa wisa kirin. (Tirkiye dibêje em li hemberî DAIŞ’ê operasyon dikin filan) Rast e, lê ev jî ne biryareke esasî ye. Çima? Zîhniyeta AKP û DAIŞ ji aliyê îdeolojîk ve ji hev ne dûr in. Wexta piştî hilbijartinê ji muxalefeta Sûriye bîst kom û rêxistin weke pîrozbahî peyam şandin ji AKP û Erdogan re. Ev rastiyek e. Tenê çavên koalîsyona navneteweyî bigirin, hinekî bi wan bide qebûlkirin bi rengekî. Tu dibêjî qey li hemberî DAIŞ’ê operasyonê dike ev ne rast e. Bingehek vê îdeolojîk heye, bingehek wê li ser dijminantiya kurd heye.  DAIŞ, El Nûsra û AKP ji hev ne dûr in. Ji bo vê ev xapandinek e. Ya din AKP ne tenê Bakur, li Rojava û li ku derê be, taybet jî weke paradîgmaya Rêber Apo li ser îradeya demokratîk li ser navê kurdan pêşketinek hebe har dibe û qebûl nake. Ti carî hezm nekiriye rewşa Rojava. Ji bo vê çend rojên dawî heta çend hefteyên dawî li ser herêma Girê Spî bi tang û hawanan bombebaran dike. Baş e, çi mafê te heye ku ti Girê Spî bombebaran dike. Tu ne dewleta Osmanî ye, Sûriye û Rojava jî ne eyaleta te ye. Sînorên te diyar e, hem jî esas sînorekî ne meşrû ye. Lê tu di wir di namîne, rojane Rojava, gelê kurd, mewziyên YPG’ê bombebaran dikî. Di daxuyaniyên YPG’ê de em vana vekirî dibînin. Çi mafê te heye? 

ERDOGAN PROVOKATOREK E

Yanî provokatoreke dewleta Tirkiye û Erdogan. Heqeten weke provakatorekî faşîst e. Di nava gelan de dixwaze xwîn birije, di nava gelan de nakokî pêş bikeve. Niha şoreşa Rojava çi zerar daye civaka Tirkiyeyê. Bi şoreşa Rojava azadbûna gelê kurd, gelê Trakya, Kayserî heta Sêwaz çi zerara wan tê de heye? Lê siyaseta dagirker tehemul nake, dixwaze alozî çêbibe, mewziyên heyî jî bêne windakirin. Hinek îmkan û derfetên ji şoreşa Rojava re heyî bi şêwazekî ji destê wan bigire. Weke tahrîk dike her tim li ser hevdû. Bila xwe nexapîne, gelê me ne tenê li Rojava ye, ne tenê li Bakur e, ne tenê li Rojhilat û Başûr e. Gelê me yek e. Ji ku derê ji bo gelê kurd û azadiya me û demokratîkbûna me mewziyek heye. Ya çar parçeyan e. Eger ji wê derê dewleta Tirkiye li hemberî gelê me hîn zêdetir zext bike, êrîş bike, weke mewzî û statuya gelê kurd hewl bide tine bike, nizanim çi bike. Bila baş bizanibe ne tenê Rojava çar parçeyên Kurdistanê ew ê li hemberî xwe bibîne. Yanî gelê kurd ti carî vê qebûl nake. Gelê kurd ew ê Rojava bê bombebaran kirin parçeyên din li şûna xwe rûnanên. Yan jî Bakur her roj hîn jî navçe û bajarên Kurdistanê tê bombebaran kirin. Rojava, Rojhilat û Başûr li şûna xwe rûnanên yanî. Ew dewleta Tirkiye û AKP vê bizanibe. Lê siyasetek weke alozî derxistin, provokasyon û provaktorek e. Çawa bikim ku nefesa Rojava bigirim, çawa ku hinek derfet û îmkanên wan ji destê wan bigirim. Tahrîk bikim bi şêwazekî. Lê şoreş û têkoşîn di însan de kamilbûnekê çêdike. Mesele helwesta Rojava li gorî me li hemberî siyaset û êrîşên Tirkiyeyê di cih de ye. Ne ku gav paşde avêtinek heye, tirsek heye. Nayê provokasyonê. Lê ji aliyê demokratîk, ji aliyê siyasî îrade xwe hîn xurtir diyar bike. Eger bi rastî û rasterast êrîşek çêbibe hîn zêdetir jî hebe bêguman li ti derê û li ti parçeyên Kurdistanê gelê me ew ê bêbersiv nemîne. Bi kurtasî dîsa ev lîstok in. Rojava tenê bihêlin, bênefes bihêlin, hinek derfet, fersend, têkilî û dostên Rojava bi wan bide windakirin. 

LI SÛRIYEYÊ GAVEKE DÎROKÎ YE HÊZA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK

Li Sûriye Hêzên Sûriyeya Demokratîk hat avakirin. Mane û girîngiya vê hêzê çi ye? Ev hêz li ser dengeyên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bandoreke çawa bike?

Di çapemeniyê de me şopand, li gorî daxuyaniyên tê dîtin. Li Sûriyeyê bawer im cara yekem artêşek wisa hevbeş tê rêxistinkirin. Ez bawerim 13-14 rêxistinên eskerî tê de cih digirin. Hêzek wan a xurt û xwedî wate heye. Ev nîşaneya çi ye? Li hemberî aloziya Sûriye, li hemberî rejîma li Sûriye ku mafê gelê kurd, gelê demokrasî û azadîxwaz qebûl nake weke gavek e. Gaveke dîrokî ye û zaf muhîm e jî bi rastî. Girîngiya vê ji ku tê? Li Sûriyeyê yêne weke DAIŞ û El Nûsra ji xwe weke kom û grûb mirov wan negire dest. Ev faşîst in, çete ne. Lê li hemberî li ser demokratîkbûna gelan, biratiya gelan, weke Sûriyeyek demokratîk ji bo hemû civak, ol û çandên Sûriyeyê ev hêza leşkerî xwe bi rêxistin kiriye, bi rastî weke îradeyekê bê dîtin. Îradeya gelê azadîxwaz, demokrasîxwaz bê dîtin. Ez bawerim ev bandora xwe li ser Sûriyeyê bike, li ser hemû civakên li Sûriyeyê, li ser Ereban, Kurdan, Tirkmenan, Asûrî, Suryan, Ermen hemû civak û olan çêbike û dike jî. Dîsa li gorî tê dîtin û di çapemeniyê de tê dîtin bawerim çend roj in ji aliyê Hesekê, Hol û Şedad ev Hêza Sûriyeya Demokratîk xwedî helwest e, êrîş dike ser DAÎŞ û operasyon pêş dixe. Ev jî muhîm e. Tê gotin zûde di vê astê de operasyoneke pirr mezin, xurt nehatiye dayîn. Xwediyê vê operasyonê ew hêz e. Hêza Sûriyeya Demokratîk e. Dêmek dikare operasyon, çalakiyên ewqas xurt û dîrokî jî bike. Ev diyar e ku rêxistinek e û ciddî ye. Ez bawerim li ser siyaseta Sûriyeyê jî ew ê bandor bike. Lê mimkûn e ku lingê wê yê siyasî jî were rêxistinkirin. Diyalektîka vê ev e. Eger ji aliyê eskerî zêdetirî 13 grûp hevbeş rêxistinek demokratîk Hêza Sûriyeya Demokratîk eger rêxistin kirine, lingê wê yê siyasî jî rêxistin bikin. Mînak Konseya Sûriyeya Demokratîk, Federasyona Sûriyeya Demokratîk yan jî tiştekî wisa çima çênebe. Jixwe tê dîtin ku xebatek, hewldaneke wisa heye. Weke herdû ling, hem aliyê siyasî hem aliyê eskerî li ser lingê xwe bisekine, ev îradeya gelê Sûriye bikaribe xwe bi rêxistin bike. Bi rastî ew ê gaveke dîrokî be. 

YA RAST HPG Û PÊŞMERGE BI HEV RE HEREKET BIKIN

Li gorî daxuyaniyên HPG’ê PDK li Şengalê astengiyan li pêşiya hêzên HPG’ê derdixîne. Hûn van astengiyên ku PDK’ê çawa dinirxînin?

Şengal, dîroka Şengalê ne pêwîst e dubare em bînin ziman. Zêde na salek û çend meh beriya wê weke fermana 73. li ser gelê me Êzîdî hat pêkanîn. Hîn jî jinên Êzîdî li bazaran têne firotin, bi hezaran. Grûbek HPG’ê esas Şengal rizgar kir. Ev tiştekî sembol e. Ji berê vir de, hingê vir de jî HPG li wir e û gelê me yê Êzîdî diparêze. Di nava bajarê Şengalê de jî heye. Pirr çalakiyên xurt jî kirin, çend roj beriya vê dîsa xwedî helwest bûn. Hêzek e. Hem jî girîngiya vê çi ye? Naxwazim hin kesan biêşînim yan jî şaş bê fêmkirin. Lê ez nabêjim pêşmerge jî wexta PDK hêza xwe ji wir kişand yanî Şengal bêparastin ma HPG li wir bû. Niha çima PDK astengî derdixe, heqeten mirov maneyê nade. Hin caran li hin deran tê gotin ku çima YPG li Rojava hêzeke din qebûl nake û em jî li Şengalê qebûl nakin. Eger wisa gotibin mirov dikare vê bêje: Baş e li Rojava beriya YPG’ê kî hebû? Beriya YPG’ê li hemberî El Nûsra, DAIŞ kê li ber xwe da? Kê gelê kurd parast? Kesek tinebû. Ji destpêkê heta niha YPG ye. Mafê YPG heye rast, nerast e. Mafê wan heye ku bêjin bila wisa be, wisa be. Ew dîtina wan e. Mafek heye, bingehek wê heye, çunkî ji destpêkê ve heta niha YPG ye. Lê Şengal ne wisa ye. Şengal wexta hat valakirin, dema herî zor û zehmet HPG li wir bû. Piştre eger PDK hat wê derê, vê carê jî bêje tu yê ji vir derkeve, heqeten mirov nikare maneyekê bidê. Ya muhîm çi ye? Mirov hevdû neêşîne. HPG wan neêşîne, ew jî HPG’ê neêşîne. Di rojeva me de, di rojeva gelê kurd de HPG, pêşmerge, PDK, Yekîtî di rojeva me de rizgarkirina Şengalê heye. Hîn jî fermana 73. li ser gelê me yê Êzîdî ranebûye. Hîn jî em dibihîzin jinên kurd ên Êzîdî li bazaran bi destê DAIŞ’ê tên firotin. Yaw wijdan. Rewş ev e, werin em mil bidin hevdû, dest bidin hevdû Şengalê rizgar bikin. Tu hebî, yê din nebe, ew nebe, kî nebe ew hesabên biçûk ne neteweyî, ne berjewendiyên gelê kurd e, ne rast in. Bi kesî nade qezenckirin. Muhîm em Şengalê rizgar bikin. Gelê me bila rizgar be, herêm bila rizgar be. Herêmek weke başûrê Kurdistanê weke Êzdîxan dibêjin bê rizgarkirin. Piştre çi nîqaş heye dikarin bi hev re bikin. Lê hîn bindest e. Kî hebe, kî tine be, ev ne rast e. Ev nîqaş ne rast e. PDK li gorî me nekeve şaşîtiyeke wisa, em di cih de nabînin. Em bawer in ew ê wisa jî nebe. HPG vekiriye ku bi pêşmerge re herdû bi hev re li hemberî DAIŞ’ê hemle bike, pêş bixîne. Pêwîst e pêşmerge jî ji vê re vekirîbe û bi hev re hereket bikin. Ya rast ev e. Ya ku gelê me pê kêfxweş bibe jî ev e.     

SÎSTEMA ÎMRALIYÊ EM Ê JI HOLÊ RAKIN

Di 9’ê mijdarê de li Atînayê dadgeha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Birêz Ocalan ji ber şertên tecrîdê nikare parastina xwe bike. Hûn vê rewşê û tecrîda 7 meh in li ser birêz Ocalan tê meşandin hûn çawa dinirxînin?

17 sal in Rêber Apo heqeten di bin zexteke mezin de ye. Em dibêjin sîstema Îmrali. Gelê kurd, hereketa me û esas mirovahî sîstemekê bide berçavan. Heta sîstema Îmrali tine nebe gelê me ew ê rehet neke. Hereketa me jî ew ê rehet neke. Ne mimkûn e. Sîstemek pirr dijwar weke xistine feqê, bênefes bihêle, zextek li ser heye. Taybet jî 7 meh in kes nizane rewşa Serokatî çi ye? Tecrîd heye. CPT mesele çi dike? Bêdeng e. Halbûkî li gorî yasa û qanûnên wan bi xwe jî nayên qebûlkirin. Serokatî bi salan vir de di vê rewşê de li ber xwe dide, berxwedaneke dijwar e heqeten. Ne tenê berxwedan, berpirsyartiya xwe li hemberî mirovahiyê, civaka Tirkiyeyê û gelê me pêk tîne. Hem jî bi wateyeke pirr mezin û rûmet. Îro dad li Atînayê tê dîtin. Rûreşiyek modernîteya kapîtalîst giştî ye. Rûreşiya rejîma PASOK wê wextê ya Yewnanistan e. Ne ya gelê me Yewnanistan, dostên me Yewnanistan. Rûreşiya desthilatdariya PASOK wê wextê ye. Desthilatî û zîhniyeta netewe dewlet e. 17 sal û virde hîn jî dad li wê derê heye. Serokatî lê nikare xwe biparêze. Ev jî neheqiyek mezin e. Çawa ku norm û qanûnên mirovahiyê yên gerdûnî û yên hiqûqê dewletên navneteweyî de cih têde tine ku Rêber Apo bê derdestkirin û bi zorê bişînin Îmraliyê. Di tecrîda Îmraliyê de bidin jiyandin. Îro jî tu sedem tine ku Rêber Apo nikare xwe biparêze. Neheqiyek pirr mezin e, li hemberî vê neheqiyê nikare mafê xwe biparêze. Nikare xwe biparêze. Ev nayê qebûlkirin. Jixwe ji vê pirrtir ya rast tinekirin û rakirina sîstema Îmralî ye. Mehkeme wisa bûye, wisa bûye ev hemû formalîte ne. Tu kê ji kê re gazinc dike. Jixwe Atîna em bêjin PASOK parçeyekî vê komployê bû. Rastiya hemû modernîteya kapîtalîst jî li ber çavan e. Rast e, di milê hiqûqê de ev têkoşîn bê dayîn. Esas rakirin û tinekirina sîstema Îmralî muhîm e. Ji bo xweseriya gelê kurd jî, parastina gelê kurd jî hemû di vir de derbas dibe. Heta ev sîstem ranebe, em ê ne rehet bin û gelê me ew ê ne rehet be. Mafê me jî heye bi her awayî û di asta herî jor de em xwedî helwest û xwedî têkoşîn bin. Neheqiya mezin 17 sal şûnde tabî em pê diêşîn. Ev kêmasiya me ku ev komploya navneteweyî di ser me de hat. Lê bi Rêbertiya me re, bi girêdayîna paradîgmaya Rêber Apo re zanebûn û tecrûbeya me ya salan derfet û îmkanên bi şoreş û berxwedana me derketine holê ji vir şûnde ne mimkûn e ev dewam bike. Em ê vê sîstema Îmraliyê rakin.