KJK: Li dijî şer û polîtîkayên şîdetê yên AKP'ê em ê berxwedana xwe mezin bikin

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, ku HDP bi pozîsyona xwe ya heyî re dikare mûxalefeteke demokratîk a bi bandor bike.

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, ku HDP bi pozîsyona xwe ya heyî re dikare mûxalefeteke demokratîk a bi bandor bike.

KJK'ê da xuyakirin, ku AKP wê ji niha û pê ve şer girantir bike, kuştinên bê daraz, girtinên neheq û li dijî hiqûqê wê timî di rojevê de bin. KJK'ê diyar kir ku eniya jinê wê van polîtîkayên AKP'ê ti carî qebûl neke û berxwedanê xurttir bike.

'LI DIJÎ HDP'Ê POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET HATIN MEŞANDIN'

Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, encamên hilbijartinê û pêvajoya ji niha û pê ve nirxand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rewşa piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê li Tirkiyeyê derket holê, pêwîstî û jênevegeriya têkoşîneke hevpar a hêzên demokrasî û azadiyê raxist pêş çavan." KJK'ê zext û komkujiyên beriya hilbijartinê bibîr xist û ev nirxandin kir: "Beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê mezintirîn komkujiyên dîroka Tirkiyeyê li Pirsûs û Enqereyê pêk hatin. Ev êrîş hemû, bi awayekî hovane pêkanîna hêrs, nefret û xweranegirtina li têkoşîna hevpar a gelan bû. Ya ku hedef hat girtin projeya HDP'ê bû, ku wê têkoşîn û biratiya gelan biafirîne. Projeya HDP'ê hem di çareseriya pirsgirêka Kurd, hem jî di pêşvebirina demokrasî, mafên mirovan maf û azadiyan de, wek hêza alternatîf a pêşeng, projeyeke mezin a çareseriyê bû. Armanca bingehîn, pêşîgirtina li bicihhatina vê projeyê bû. Ya ku divê piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê were kirin; hîn bêhtir hevgirtina hêzên di nava HDP'ê de cih digirin û nîşandana performanseke xurt a xebatê ye."

KJK'ê diyar kir ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê weke hilbijartina herî bi xwîn a dîroka Tirkiyeyê ya li ser bê axaftin û şîrovekirin, cihê xwe di rûpelên dîrokê de girtiye û got, "Zîhniyeta bi serdestiya mêr a di şexsê Erdogan û AKP'ê de şênber bûye, li hemberî gelan, jinan, binestan şerekî bê rehm û hov meşand. Di vê demê de 'AKP bû dewlet, dewlet bû AKP'. Parêzvanên netewe dewletê, ji bo xurtkirina dîkta Erdogan bûn yek. Bi taybetî, encama bingehîn a ji bo MHP'ê derket holê; di berdêla qedandina xwe de li xeta siyasî ya Erdogan bûn yek. CHP'ê, parêzvaniya mafên mirovan û biryardariya têkoşîna demokratîk ku ferzekî xeta sosyal demokratiyê ye, ji bo ranta siyasî û hesabên desthilatdariyê feda kir. Di rewşeke bi vî rengî de careke din hat fêmmkirin ku li Tirkiyeyê ji bilî HDP'ê partiyeke mûxalîf û alternatîf nîne. Yek ji sedemên bingehîn ên encamên hilbijartinê yên bi kêrî AKP'ê hatin, hêzên navneteweyî ne. Van hêzan, tengaviya Tirkiyeyê ya ji ber neteweperestiyê û marjînalmayîna Tirkiyeyê li qada navneteweyî, her tim li gorî berjewendiyên xwe erênî dîtine. Ji bo nehêlin ku Kurd weke hêzeke siyasî ya xurt di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de li Rojhilata Navîn bi pêş bikevin, xwestine plansaziya xwe bixin meriyetê. Xwestine pêşî li projeya jiyaneke nû ya ji pîvanên demokratîk, wekhevî û azadiya gelan, bigirin. Ji ber vê yekê, girtin, êrîş û komkujiyên di şexsê HDP'ê de li hemberî hêzên demokrasî û azadiyê hatine kirin, ji nedîtî ve hatine."

HDP WÊ DÎSA SPARTEKA HÊZÊN AZADÎXWAZ BE’

KJK’ê bal kişand polîtîkayên şerê taybet û zextê heta êvara hilbijartinê yên ser HDP’ê û diyar kir ku HDP’e wê dîsa bibe hêviya bingehîn a hêzên demokrasî û azadiyê, wê bibe sparteka wan a esasî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Eger careke din bê aşkerakirin; tişta ku xwestin bi komkujiya Enqereyê pêk bînin şkandina îradeya gelan bû, pelçiqandin bû. Her wiha xwestin HDP’ê di bin bendê de bihêlin û hêzên demokratîk û azadîxwaz bênefes bihêlin. Êvara hilbijartinan jî ti pirsgirêka HDP’ê ya bendê tinebû, bi zanebûn şerê taybet hat meşandin. Bê ka çiqasî kanalên TV ên li Tirkiye ketiye bin kontrola hêzên şerê taybet bi awayekî herî berbiçav li ber çavên civakê hate raxistin. Li hember civakê şerekî taybet ê pir alî hate meşandin. Ev hê jî didome. Lê wê nikaribin di vî şerî de bi ser kevin. Her çiqasî HDP’ê di asta tê xwestin encam bi dest nexistibe jî pozîsyona mûxalefeta bi bandor ji dest bernedaye. Wek spartek û hêviya herî bingehîn a hêzên azadî û demokrasiyê, wê HDP’e ji nû ve xebatên xwe ber çavan re derbas bike û meşek xurttir raber bike.

‘PLANA AKP’Ê YA PIŞTÎ 1’Ê MIJDARÊ ŞER Û ŞÎDET E’

Planên AKP’ê yên piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê diyar e; wê şer, şîdetê zêdetir bike, di nelirêtiyan de ku sînor nas nake, mafên demokratîk tevahî wê rakin refan, înfazên bê dadgeh, girtinên ne heq û bêhiqûq wê her tim di rojevê de bin. Hê ji niha sîstema seroktiyê rojevê dagir dike. Eger li tabloya bi derbeyên leşkerî û sivîl pêk hatiye li ber çavan bê girtin, texmînkirina encaman ne zêde zor e. Ji ber vê jî wê AKP’e wek hêzek ne rewa her tim li hemberî xwe hêzên azadî û demokrasiyê bibîne, kesên tên pelçiqandin bibîne. Li Tirkiyeyê gelên alîgirê azadî, wekhevî û demokrasiyê, jin, kesên tên pelçiqandin wê berxwedanê bilindtir bikin, kêmahî û nebesiyên xwe derbas bikin, têkoşîna xwe bi hêztir bidomînin. Hêzên azadiyê yên li Tirkiyeyê wê di pêşengiya HDP’ê de bin yek, xwe bi rêxistin bikin bi çalakbûyînê, têkoşîna xwe wek hêzek demokratîk a alternatîf, blokekê bidomînin.

JIN WÊ TI CARÎ POLÎTÎKAYA AKP’Ê QEBÛL NEKIN

Di eniya jinan de polîtîkayên AKP’ê wê ti carî neyên qebûlkirin. Ji bo mîlîtarîzm, navgînên zorê, şer, pêkhateyên desthilat ên dewlerdar û pergala baviktî ya haveynê wan e kûr nebe li ser esasê têkoşîneke yekgirtî û hevpar em ê têkoşîna xwe pêş bixin. Jin weke her demê tenê bi berxwedaneke hê bandor û aktîf û di cihgirtina refên pêş ên demokrasiyê de wê dewam bikin. Ji nû ve bi rêxistinbûn, çalakî, navgîn û rêbazê hê dewlemend xebat û berxwedan bê pêşxistin. Projeya HDP’ê projeya xwişk-biratî û jiyana bi hev re ye. Projeya jiyana nû ya alternatîf  e. Li Tirkiyeyê hêza motor a siyaseta alternatîf e.

Li ser vî esasî em bang tevayî hêzên azadî û demokrasiyê dikin ku bibin yek, bi awayekî hê çalak û aktîf xebatên xwe bidomînin. Em bang dikin ku bi hev re hemû jin û gel refan zêde bikin û bi gavên bihêz meşa xwe xurt bikin.