Mahmût Osman: Divê hikûmeta Başûr û DYA zextê li AKP'ê bikin

Siyasetmedar Mahmûd Osman got, "Divê dewleta Tirk li 'pêvajoya çareseriyê' vegere û hikûmeta Başûrê Kurdistanê û DYA ji bo vê yekê zextê bikin."

Siyasetmedar Mahmûd Osman got, "Divê dewleta Tirk li 'pêvajoya çareseriyê' vegere û hikûmeta Başûrê Kurdistanê û DYA ji bo vê yekê zextê bikin."

Siyasetmedar Mahmûd Osman xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û muzakere were destpêkirin.

Osman got, "Girîng e dewleta Tirk ji nû ve dest bi hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike û hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî pêwîste di vê mijarê de zextê li dewleta Tirk bike."

Osman destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd bi şer çareser nabe.

'DIVÊ DEWLETA TIRK DIJMINATIYA XWE YA LI PKK Û YPG'Ê BITERIKÎNE'

Osman, hevdîtinên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ferîdûn Sînîrlîoglû yên li Hewlêrê jî nirxand û got, "Di dema pêş de em ê bi hev re encamên van hevdîtinan bibînin. Ji ber ku pêkane hin tişt nehatibin aşkerakirin. Lê belê Sînîrlîoglû, berevajî Erdogan û Davûtoglû peyamên girîng da. Lê em bi siyaseta dewleta Tirk dizanin. PKK û YPJ'ê weke 'terorîst' dibîne. Lewma dibe ku ti bersiveke xwe ya van peyamên nerm tinebin. Ya girîng pêkanîna van mesajan di pratîkê de. Em li bendê ne ku encamên hilbijartinê ji bo pêvajoya çareseriyê çêtir werin nirxandin. Ya ku divê were kirin, dijminatiya li Kurdan, PKK û YPG'ê nîne. Ya divê bê kirin çareseriya pirsgirêkan bi diyalogê ye."

'JI BO SEKINANDINA ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DIVÊ ZEXT WERE KIRIN'

Osman da zanîn ku Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkan her tim diyalog û muzakere esas girtiye, niha jî eger hewldaneke bi vî rengî were kirin, ew bawer e ku wê bersiveke erênî bide û got, "Her kes dizane ku Ocalan timî ev rêbaz esas girtiye. Daxuyaniyên Erdogan û Davûtoglû yên 'heta dawiyê şer' bi xwe re çareseriyê nîne. Ji ber vê yekê divê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û DYA ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêbazên demokratîk zextê li dewleta Tirk bikin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê pêwîste bi taybetî ji bo sekinandina êrîşên hewayî yên li hemberî Başûrê Kurdistanê zextê bike. Ji ber ku ev yek zerarê dide gelê sivîl."