KCK: Bêçalakîtiya yekalî ji ber polîtîkaya şer û êrîşên AKP'ê bi dawî bûye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku AKP'ê bi awayekî vekirî aşkera kiriye ku di polîtîkayên şer ên beriya hilbijartinê de wê ti guhertinê neke û destnîşan kir, ku ji ber polîtîkayên şer nepêkan e rewşa bêçalakîtiyê bê dewamkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku AKP'ê bi awayekî vekirî û zelal aşkera kiriye ku di polîtîkayên şer ên beriya hilbijartinê de wê ti guhertinê neke û destnîşan kir, ku ji ber polîtîkayên şer nepêkan e rewşa bêçalakîtiyê bê dewamkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "AKP'ê piştî hilbijartinê nîşan daye ku ew ê bibe hikûmeteke şer. Bêguman HDP, hin derdorên li Tirkiyeyê û hêzên derve rewşeke bêçalakîtiyê dixwazin. Me her tim girîngî da van bangan. Me her tim nîşan da ku ji agirbesteke dualî re amade ne. Lê belê di nava rewşeke ji polîtîkayên heyî yên AKP'ê de nepêkan e bêçalakîtî bê meşandin. Di heman demê de nepêkan e ku rewşeke bêçalakîtiyê bi cih bê anîn." KCK'ê got, "Bêçalakîtiya yekalî ji ber polîtîkaya şer a AKP'ê û êrîşên tên kirin, bi dawî bûye."

KCK'ê bang li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê kir, ku têkoşînê xurt bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê, polîtîkaya şer a AKP'ê û helwesta Tevgera Azadiyê ya Kurd ji niha û pê ve, nirxand.

KCK'ê da xuyakirin, ku heman piştî 1'ê Mijdarê, hikûmeta AKP'ê mîna 24'ê Tîrmehê bi dehan balafirên şer rakiriye û êrîşî tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Di encama biryara dijwarkirina şer de, bi armanca tinekirinê êrîş ahtine kirin. Tevî êrîşên tinekirinê yên li hemberî gerîla, heman piştî hilbijartinê êrîşên li hemberî gel jî zêde kiriye. Li Geverê 2, li Nisêbînê 1, li Farqînê 4, li Colemêrgê 1 ciwan hatine qetilkirin. Gelek ciwan jî ji ber van êrîşan birîndar bûne. Li Kurdistanê gelek bajar û qadên bejahî weke herêma qedexekirî hatin îlankirin. Ev hemû êrîş, di nava demeke ku em di rewşa bêçalakîtiya yekalî de ne, pêk hatin."

'BI ÊRÎŞÊN DAWÎ YÊN HIKÛMETA AKP'Ê RE, BÊÇALAKÎTIYA YEKALÎ BI DAWÎ BÛYE'

KCK'ê bal kişand ser daxuyaniyên piştî hilbijartinê yên berdevkên AKP'ê û ev yek destnîşan kir:

"Ev êrîş piştî daxuyaniya berdevkên AKP'ê ku heman piştî hilbijartinê gotin 'heta ku teslîm nebin ti gav nayê avêtin; operasyon û şer wê heta tesfiyeyê bidome' hatin kirin. Serokkomar jî bi gotina 'heta hemû teslîm bibin wê şer bidome' re, bi awayekî vekirî nîşan da ku wê di dema pêş de polîtîkayek bi çi rengî bimeşînin. Şerekî qirêj ê ku ji 12'ê Îlona Kenan Evren, ji salên 1990'î yên Çîller mezintir, tê meşandin. Bêguman helwesta AKP'ê ya piştî hilbijartinê ji aliyê her kesî ve dihat meraqkirin. Weke Tevgera Azadiyê, dibetiyeke qels jî bû em li bendê man ku di polîtîkaya xwe de guhertinekê bike. Lê belê AKP'ê bi awayekî vekirî û zelal îlan kir, ku di polîtîkayên xwe yên şer ên beriya hilbijartinê de, ew ê ti guhertinê neke. Û bi gotinên gelekî zelal, ev daxuyanî hatin dayîn. Beriya hilbijartinê me biryareke bêçalakîtiyê wergirt. Tevî hemû êrîşan jî, bi sebir me ev vîn bi awayekî yekalî meşand. Bêguman qedera vê biryara me wê bi helwesta dewleta Tirk ve girêdayî bûya. Helwesta hikûmeta AKP'ê û êrîşên hatin kirin, bi şêweyekî vekirî nîşan da ku bêçalakîtiya yekalî nema dikare bê meşandin. Ji ber vê yekê bêçalakîtiya yekalî, ji ber polîtîkaya şer a AKP'ê û van êrîşên tên kirin, bi dawî bûye."

AKP BI REDKIRINA MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ RE POLÎTÎKAYA TESFIYEYÊ XIST MERIYETÊ

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir: "AKP'ê bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê û bi şidandina tecrîda giran a li hemberî Rêber Apo re, polîtîkaya tesfiyekirina Tevgera Azadiyê xist meriyetê. Bi êrîşên di 24'ê Tîrmehê re şerê topyekûn hat girankirin. Pêkhatina rewşa bêçalakîtiyê ya dualî li aliyekî, da xuyakirin ku ew bêçalakîtiya yekalî jî nas nake. Bûyerên ku piştre qewimîn nîşan dan, bê AKP'ê çima şer dijwar kiriye. Bi 1'ê Mijdarê baştir hat fêmkirin, ku bi şer re xwestiye dest deyne ser desthilatdariyê û bi encamên hilbijartinê re vê desthilatdariya desteser kiriye, rewa bike. AKP'ê piştî hilbijartinê nîşan da ku ew ê bibe hikûmeteke şer. Bêguman HDP, hin derdorên li Tirkiyeyê û hêzên derve rewşeke bêçalakîtiyê dixwazin. Me her tim girîngî da van bangan. Me her tim nîşan da ku ji agirbesteke dualî re amade ne. Lê belê di nava rewşeke ji polîtîkayên heyî yên AKP'ê de nepêkan e bêçalakîtî bê meşandin. Di heman demê de nepêkan e ku rewşeke bêçalakîtiyê bi cih bê anîn. Aşkera ye ku rewşeke nû ya bêçalakîtiyê, ancax bi nîşandana vîna çareseriya pirsgirêka Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve û bi muzakereyên ji bo çareseriyê, dikare pêk were. Naxwe, bi vîna me ya yekalî re ne rewşeke bêçalakîtiyê dikare bê meşandin, ne jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de encam bê bidestxistin.

Eger bêçalakîtiyek xwe dispêre çareseriya li ser bingeha muzakereyê tê xwestin, wê demê divê derdorên rewşeke bi vî rengî dixwazin, bikevin nava tevgerê, bikin ku AKP polîtîkayên xwe biguherîne û xwe nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd bike. Bang li me tên kirin, lê belê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd helwest û têkoşîneke cidî nayê nîşandan. Hatiye dîtin ku ev bangên yekalî hatine kirin, di rewşa heyî de wateyeke xwe nînin û ti encamê bi xwe re nîne.

AKP'ê bi awayekî vekirî îlan kiriye ku ew ê bibe hikûmeteke şer, êrîşî gerîla û gelê Kurd bike. 35-40 sal in desthilatdarî van gotinan bi kar tînin. Em niha bi rûyekî nû yê van desthilatdariyan re rû bi rû ne. Li hemberî vê rewşê, ji bilî berxwedanê û nîşandana şaşîtiya vê zîhniyeta şovenîst û înkarê ya ku AKP difikire bi şer û zorê pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareser bike, ti rêyeke din nemaye. Bêguman gerîla wê li hemberî her êrîşên li dijî xwe, bi tecrûbeya çil salan û ruhê fedaî yê mezin li ber xwe bide. Pêwîste gelê me û hêzên demokrasiyê jî bibînin ku jiyaneke azad û demokratîk ancax bi berxwedanê dikare were bidestxistin û bi vîn û biryardariya xwe ya berxwedêr, heta pêkhatina jiyana azad û demokratîk, bi berxwedanê re nîşanî hemû derdorên difikirin vîna hêzên demokrasiyê û gelê me dikarin bikişînin, bidin."

BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ

KCK'ê helwesta ji niha û pê ve ya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nirxand û banga xurtkirina têkoşînê li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Gelê me, vîna xwerêveberiyê ku vegotina demokrasiya xwecihî ye nîşan daye û berê xwe daye avakirina jiyana demokratîk a rêvebirina xwe bi xwe. Ev pêngava dîrokî ya demokratîkbûyîn û afirandina yekîtiya demokratîk a bi Tirkiyeyê re ya gelê me, bi êrîşên mezin re rû bi rû ye. Mafê herî rewa û bingehîn ê gelê me ye, ku vîna afirandina jiyana azad a mafdar, bi berxwedana xwe mîna duh ji niha û pê ve jî biparêze.

Bêguman, çawa ku hemû êrîş li dijî gelên Tirkiyeyê ye, girîng e berxwedan jî ji aliyê tevahiya gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ve bê meşandin. Ji ber vê yekê, wezîfeya herî bingehîn a vê demê ye ku hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bloka aştiyê ava bikin û li dijî faşîzma AKP'ê têkoşînê xurt bikin. Li ser vê bingehê em bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê dikin ku têkoşînê xurt bikin."