Qursa rojê sor dike - Rêşad Sorgul

Dema mirov ji Dêrikê heta bi Kobanê berebereyî sînor diçe û ji Qamişlo li Nisêbînê dinêre, bivênevê mirov difikire; milletek çawa vî barî radike, çawa xwe li vê êş û janê radigire.

Dema mirov ji Dêrikê heta bi Kobanê berebereyî sînor diçe û ji Qamişlo li Nisêbînê dinêre, bivênevê mirov difikire; milletek çawa vî barî radike, çawa xwe li vê êş û janê radigire. Têlên rêsayî yên bi strî çend kezebên şewitî bi xwe kirine, çend dûrik, stran û rondik bi xwe dakirine. “Beriya Mêrdînê beriyeke dûz e, pozê Qereşdaxê bi ser de xûz e.” Beriya Qamişlo jî dûz e, û çiyayê Bagokê destên xwe dirêjî wê kiriye. Erê xem, derd, kul û keser têra xwe hene. 


Li Şehîdgeha Delîl Sarûxan sed Helebçe razayî ne. Lê ji rika dijminan dengê dûrik û tililiyan bilind dibin. Ji bo dijmin kêfxweş nebin, rondikên xwe bera nava xwe didin. Ji bo dijmin biqehirin û tetirxanî bibin, her tiştî ji nû ve ava dikin. Zarokên agir û rojê keysa xwe li dijminên sedsalan anîne û dilniyane wê careke din firsendê nedinê.

Li beriya Qamişlo roj ji aliyê çiyayên Nisêbînê ve hiltê û li aliyê Hesekê qursika wê sor dibe diçe ava. Li bin vê roja pîroz zarokên me bi zimanê xwe dest bi xwendina kurdî dikin. Li kuçe û kolanan dengê zarokên me tê. Xet û xalên li rûyê wan gelekî bi mane ne. Mîna kalên demûdewranan nebin jî diyare ew li guhereke rojgarê ne. Çavên xwe dikuskusînin û bi çavnasî dinêrin, dibêjin “silav heval”. Rêveberiya Herêmê ji bo 3 salan perwerdeya bi zimanê Kurdî qebûl kiriye, lê ev qîma zarokan nake. Rexne hene ku çima Rêveberî newêre bêhtir gavan biavêje. 


Li aliyê din, Peymangeha Celadet Bedirxan li Qamişlo heye. Sê beşê wê hene; dîrok, wêje û civaknasî. Peymangeh herçiqasî bi maneya kolejê be, tişta min dîtî zanîngeh e. Li Peymangeha Celadet Bedirxan sohbeteke min bi mamosteyan re çêbû. Ji bo min ew rojeke dîrokî bû. Li holeke zanîngeha kurdî sohbeta bi mamosteyan re xeyaleke min bû. 

Di heman demê de min li wir mamoste Salihê Heydo nas kir. Mamoste xemxurekî wêje û zimanê Kurdî bû. Di vê navberê de divê ez bi taybetî bibêjim, kesên dil dane zimanê kurdî pêwîst e ku li Rojava bixebitin. Destketiyên li Rojava dîrokî ne. Ji bo gotin û sondên me yên di warê de kurdî ji dil bin divê em li vê qadê xwe nîşan bidin, naxwe kesê ji me bawer neke û di heman demê de wê ev firsenda dîrokî jî hewante biçe. Bêguman ne tenê di vî warî de, di hinek warên din de jî pêdivî bi pisporî û pisporan heye. Mînak di warê aborî û pêşketinên teknîkê de jî pêdivî bi pisporiyê xuya dike. Nexasim Kurdistaniyên li Ewropa û Rûsyayê divê tevahî kurdistaniyên li cîhanê pisporiya xwe li Rojava ji bo bicihanîna xeyala welatekî azad seferber bikin. Ji bo vê, li Rojava firsend heye û divê ev ji dest neçe.

Dewleta Tirk dijminekî sondxwarî yê gelê Kurd e. Mirov heta astekê vê dijmintiyê fêhm dike. Lê ablûqeya Başûrê Kurdistanê li ser Rojava fêhm nake. Em ji Rayedarên Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê hîn dibin ku gelek alav û amûrên ji bo xizmetguzariyê kirîne, nikarin di Deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bikin. Erê mirov nakokiya siyasî û fikrî di navbera Rojava û Başûr de fêhm dike û ev tiştekî pir asayî ye. Lê divê ev nebe sedema dijminatiyê û bigihîje wê astê, aliyek li ser aliyekî ablûqayê deyne. Ez çima îşaret bi vê nuqteyê dikim; ji ber ku Rojavayê Kurdistanê gelek xizmetên şaredariyê û gel baş nikare bimeşîne. Di vî warî de jî divê kurdistaniyên xeyalên wan ên aborî û teknîkê hebin, berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê. Mînak di warê cotkariyê de gelek projeyên nû li cîhanê hene, mirov dikare wan li Rojava biceribîne. Dîsa di warê pêşketina enerjiya rojê û bayê de pêşketin hene û mirov dikare wan veguhezîne.


Ez naxwazim nivîsa xwe dirêj bikim, lê di dawiyê de mijareke din heye, divê ez behsa wê bikim. Li Rojava gelek kesayetên siyasî û wêjeyî yên Kurd mane û hê dimînin. Mînak qebra Seydayê Cegerxwîn û Mihemed Şêxo li Qamişloyê ne. Rewşa herdu qebran jî baş nîne. Nemaze qebra Mihemed Şêxo gelekî nebaş e. Divê Desteya Çand û Rewşenbîriyê van herdu qebran bi awayekî bixe bin parastinê, xwedî li wan derkeve û li xizmeta giştî veke. Ji ber ku ev nirxên me yên neteweyî ne. Li Rojava Gelek kesayet hatine û çûne. Hê jî gelek kesên giranbuha bi çand û zimanê Kurdî re mijûl dibin. Divê ev bê xwedî neyên hiştin. Ji bo temamkirina kêmasiyan pêdivî bi rexneyan û gavavêtinê heye. Ango li hemberî dîrok û gel pêdivî bi xwerexnekirinê heye. Ev ji bo her kes, sazî û dezgehê di cih de ye. Qursa rojê li ezmanên Rojava hiltê û mizgîniya rojên bi xêr û bêr dide. Silav li wan kesan ku di vê de cih digirin.

...