Ji girtiyên komkujiya Enqereyê protesto kirin re qedexeya hevdîtinan

Girtiyên di Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de tên girtin ji ber komkujiya Enqereyê şermezar kirin 2 meh cezayê hevdîtinê li wan birîn.

Girtiyên di Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de tên girtin ji ber komkujiya Enqereyê şermezar kirin 2 meh cezayê hevdîtinê li wan birîn. Xizmên girtiyan ji bo şermezarkirina cezayê li girtiyan birîne li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Xizmên girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de tên girtin ji bo hevdîtina hefteyî çûn girtîgehê û ji ber cezayê hevdîtinê li wan birîne ne hiştin têkevin hundir. Xizmên girtiyên diyar kir ku bi hinceta 2 meh cezayê hevdîtinê li girtiyan birîne ne hiştin hevdîtinê pêk bînin. Xizmên girtiyan ji bo şermezarkirina cezayê hevdîtinê li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê pêk anî.

Li ser navê xizmên girtiyan Ferah Dogan daxuyanî da. Dogan diyar kir ku zarokên wan di nava dîwarên bi rûtûbet de esîr tên girtin û wiha axivî: "Em nizanin bê çi ji me dixwazin? Bila ev cezayê li zarokên me birîne demildest bi dawî bikin."

Xizmê girtiyan Erdal Tuncer jî got ku ji ber komkujiya Enqereye şermezarkirina ev ceza li wan birîne û ev tişt anî ziman: "Di nava girtîgehê de ceza li wan dibirin." Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Navendî yê Êlihê Şukru Yilmaz jî got ku ew pêkanînên dij hiqûqî yên li ser girtiyan tê meşandin qebûl nakin û anî ziman ku ew ê li hemberî van pêkanînan dest bi rêze çalakiyan bikin.