Cemîl Bayik: HDP serketî ye
Bayik got, "Eger polîtîkayên AKP'ê yên ji 7'ê Hezîranê heta 1'ê Mijdarê neyên dîtin û encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi vî rengî were nirxandin, ev yek wê were wateya çavgirtina li rastiyan."
Bayik got, "Eger polîtîkayên AKP'ê yên ji 7'ê Hezîranê heta 1'ê Mijdarê neyên dîtin û encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi vî rengî were nirxandin, ev yek wê were wateya çavgirtina li rastiyan."
Bayik got, "Eger polîtîkayên AKP'ê yên ji 7'ê Hezîranê heta 1'ê Mijdarê neyên dîtin û encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi vî rengî were nirxandin, ev yek wê were wateya çavgirtina li rastiyan."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê nirxand û destnîşan kir, ku encamên 1'ê Mijdarê cihê nîqaşê ne.
Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:
"Encamên hilbijartinên 1’ê mijdarê tên guftûgokirin. Eger polîtîkayên AKP'ê yên ji 7’ê Hezîranê heta 1’ê Mijdarê neyên analîzkirin û bêyî vê yekê encamên hilbijartinên 1’ê Mijdarê werin guftûgokirin wê ev yek were wateya çavgirtina li rastiyê. Ji xwe hilbijartinên 1’ê Mijdarê ji bo jiholêrakirina encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê pêk hatin. Hat plankirin, hedef hat destnîşankirin û bi vî rengî hilbijartin pêk anîn.
Ev zelal e ku ne di atmosfera hilbijartinê de, di atmosfera şerekî yekalî yê hat meşandin de hilbijartinên 1’ê Mijdarê pêk hatin. Partiyên derveyî AKP’ê kampanyaya hilbijartinê nikaribûn bimeşînin; her wiha bi êrîşa li dijî gelê kurd û HDP’ê hat xwestin ku encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji holê rakin. Ji xwe Tayyîp Erdogan û Gladyoya Qesrê gotibûn encamên 1’ê Mijdarê wê ne mîna yên 7’ê Hezîranê bin. Ji xwe pêvajoya beriya 1’ê Mijdarê ne mîna ya beriya 7’ê Hezîranê bû. Dema hîle û lîstikên hilbijartinê zêde bûn, encamên ku di kûrahiya dewletê de hatibûn plankirin mîna encamên hilbijartina 1’ê Mijdarê derketin holê.
Hikûmeta AKP’ê û Gladyoya Şer nîvê dengên ku tê gotin di 1’ê Mijdarê de hatin zêdekirin di bandora atmosfera şer de bi dest xistin, nîviyê din jî bi hîle û lîstikan zêde kirin. Ji bo dengê HDP’ê bikevin her cure hîle û lîstik pêk anîn. Ji ber vê yekê nirxandinên; HDP ne serketî ye şaş in. Nirxandinên bi vî rengî hewldanên dûrxistin, veqetandina HDP’ê û gelê kurd a ji têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Bi taybetî nirxandinên ku ketina dengên HDP’ê ji derveyî polîtîkayên şer ên AKP’ê û lîstîk-hîleyên hilbijartinê serbixwe dinirxînin, her wiha ji vê yekê PKK’ê berpirs dibînin nîşan didin ku hilbijartinên 1’ê Mijdarê çawa veguherandine tevgereke şerê taybet û psîkolojîk nîşan dide.
HDP’ê serketineke mezin bi dest nexistiye. Ji xwe di rewşa van êrîşên giran û zextan de ne mimkûn bû ku HDP karibe serketineke mezin bi dest bixe. Lê belê nîşandana ku HDP ne serketî ye jî şaş e. Dikare were nîşandan ku di kampanyaya hilbijartinê de hin kêmasî, hin lawazî hebûn lê belê nikare were gotin ku ne serketî ye. Di vê atmosfera giran a êrîşê de dubarekirina hilbijartinan û meşandina polîtîkaya ji bo qezenckirina AKP’ê divê derbaskirina benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an a bi destûra bingehîn a 12’ê Îlonê ya ji bo astengkirina çûyîna meclisê ya hêzên demokratîk mîna serketin were dîtin. Tevî hemû êrîşan jî benda ji sedî 10 hatiye derbaskirin. Mîna têkçûnê dîtina vê yekê ne mimkûn e. Bêguman piştî serketina 7’ê Hezîranê bendewarî û hêvîkirina serketineke mezintir dikare were fêmkirin. Lê belê dema em bifikirin ku ji bo jiholêrakirina encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê şer hat destpêkirin, gelê kurd û hêzên demokrasiyê bi îradeyeke mezin tevî hemû zehmetiyan jî benda ji sedî 10 derbas kirin. Ya divê were nirxandin ev e. Heman êrîş eger li dijî partiyeke din pêk bihatana encameke bi vî rengî nedihat bidestxistin. Ew partî wê ji hev belav bûbûya.
Ti kesê partiyeke bi vî rengî mîna partiyeke ku deng ji bo werin dayîn nedidît. Sûcdarkirina Tevgera Azadiya Kurd polîtîkayeke şerê taybet e. Eger hebûn û berxwedana Tevgera Azadiya Kurd nebûya di atmorfera van êrîşan de ji sedî 5 jî nedihat standin. Li cihên ku Tevgera Azadiya Kurd lê bi bandor e li her derê herî kêm bidestxistina ji sedî 60’ê dengan vê rastiyê dide fêmkirin.
Di vê hilbijartinê de hedefa wan a herî mezin çavtirsandina gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê bû. Komkujiya Pirsûsê ji bo vê kirin; komkujiya Enqereyê jî bi vê armancê pêk anîn. Bi van êrîşan xwestin hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê çavtirsandî bikin. Lê belê bi vê yekê jî encam bi dest nexistin. Di atmosfereke çavtirsandî ya derfet nedida lidarxistina mîtîngek bi tenê û êrîşî li hemberî HDP’ê de; yanî di rewşeke ku bi tu awayî derfeta xweîfadekirinê nehat dayîn de derbaskirina bendê bêguman serkeftin e.
Tayyîp Erdogan rojane her saetê bi gotina, ‘hûn Selahaddîn derdixin pêş’ zext li ser Aydin Dogan hin derdorên din ên medyayê dikir û bi vê yekê re tecrîd û ambargoya gelo neda meşandin? Hem wê bê gotin ku di serdema ragihandin, teknolojî û afirandina hişmendiyê de em dijîn lê belê li cihekî ku ragihandin yekalî bixebite, çawa dikare qala hilbijartineke adil û wekhev bê kirin! Dikare der barê HDP’ê de bê axaftin lê divê ev rastî neyê jibîrkirin. Naxwe wê bêwijdanî be.
Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê û yên 1’ê Mijdarê de Tevgera Azadiya Kurd bingeh û derfetên serketina HDP’ê amade kir. Divê ti kes dîroka têkoşîna siyaseta demokratîk û pêkhatina xeta wê ji bîr neke. HDP partiyeke ku di encama têkoşîna azadiya gelê kurd de afirî ye. Ji niha û pê ve jî dê hebûna xwe di nav têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd de bi pêş bixe û bi hêz bike.
Divê êdî dawî li sefseteyên wekî; divê HDP li pêşberî Tevgera Azadiya Kurd helwesteke wisa nîşan bide, mesafeyê têxê navbera xwe bê anîn. Ji bilî vê yekê divê li ser mijara çima siyaseta Tirkiyeyê demokratîk nabe, çima di siyaseta antî-demokratîk de israr tê kirin, çima di serî de pirsgirêka kurd pirsgirêkên Tirkiyeyê nayên çaserkirin kûrbûnek çêbibe. Êrîşkirina kurdên ku di bin sîstema tevkujiya çandî de hatiye hiştin û têkoşîna hebûnê dide hêsan e. Divê dawî li nêzîkahiyên wisa bê anîn. Divê li ser têgihîştina polîtîka û kirinên ku mafên bingehîn ê gelê kurd nas nake û di nenaskirinê de israr dike were rawestandin.
Li dijî polîtîkayên piştî hilbijartinê bi rojekê di pêvajoya bêçalakîtiyê de bi dehan balafirî êrîş kirin û li cihên ki HDP’ê zêde deng standin êrîş pêk anîn û ciwan qetil kirin divê helwest were nîşandan.
Piştî hilbijartinê bi rojekê li Gever, Farqîn, Nisêbîn û qadên xwerêveberî hatiye îlankirin êrîş pêk anîn û nêzî deh ciwanan qetil kirin. Di vê rewşa zext û tevkujiyê de liberçavnegirtina êrîş û tevkujiyên ku di hedefa wan de HDP û PKK’ê hene tên çi wateyê?"