Hewldana êrîşa bombeyî ya çeteyan vala hat derxistin

Çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gundikê Recim El Hecan ê başûrê Hesekê kirin. Şervanên HSD’ê beriya ku wesayît bigihêjin hedefa xwe tine kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî  gundikê Recim El Hecan ê başûrê Hesekê kirin. Şervanên HSD’ê beriya ku wesayît bigihêjin hedefa xwe tine kirin.

Îro derdora saet 15:50’an çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gundikê Recim El Hecan ê nêzî Gola Xatuniyê  ya başûrê Hesekê kirin. Şervanên HSD’ê beriya ku wesayît bigihêjin hedefa xwe tine kirin.

Li aliyekî din piştî ku îro şervanên HSD’ê di encama şer û pevçûnên ku rû dan de  gundikê Seid Mehmûd a li derdora Gola Xatuniyê ji çeteyan rizgar kirin. Çeteyan bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrîşî gundikê  Eqla ya li ser rêya Hesekê-Hol û gundikê Seid Mehmud a li dora Gola Xatuniyê kirin. Her du êrîşên çeteyan beriya ku bigihêjin hedefên xwe ji aliyê şervanên HSD’ê ve hatin têkbirin.