Sûrê civîna meclîsê vê carê li Tirelo pêk anî

Bi tevlîbûna Wekîlên Hevşaredarê Sûrê Azize Değer Kutlu û Îzettin Candan civîna meclîsê ya ji gel re vekirî vê carê li gundê Tirelo pêk hat.

Bi tevlîbûna Wekîlên Hevşaredarê Sûrê Azize Değer Kutlu û Îzettin Candan civîna meclîsê ya ji gel re vekirî vê carê li gundê Tirelo pêk hat.

Gundê Tirelo ku niha bûye taxeke navçeya Sûrê ya Amedê vê carê mazûvaniya civîna ji gel re vekirî kir ku wekî kevneşopiyekê vê sedema şaredariyê tê naskirin û bi tevlîbûna wekîl û endamên meclîsa Şaredariya Sûrê û xelkê taxê civîn hate lidarxistin.

Xelkê taxê nêrînên xwe der barê xebatên şaredariyê de anîn ziman her wiha behsa hin kêmasiyên ku mane kirin û bi taybetî xwestin ku şaredarî lezê bide xebatên xwe yên binesaziyê.

Pilşî guhdarîkirina li daxwaz û xwestekên xelkên taxê wekîla me Azîze Deger mafê axaftinê girt û bersiv da hin pirs û pêşniyarên ku ji aliyê xelkên taxê de hatibûn kirin.

Kutlu da xuyakirin ku ew ê xebatên şaredariyê bi rengekî zelal û şefaf û ji gel re vekirî berdewam bikin û der barê xebatên ku wê li Taxa Tirelo werin kirin de agahî da.

Deger Kutlu der barê xebatên şaredariyê yên li vê taxê de wiha got: “Berê jî em ji bo kontrolkirinê hatibûn li taxê geriyabûn. Heta ku rêyên îmar û avahîsaziyê venebin xebatên kanalîzasyonê nikarin werin kirin. Ji bo wan xebatên vekirina îmar û avahîsaziyê em hatin me bi keyayan re hevdîtin kir, hin welatî hene ku wekî mînak yên xwedî axur an jî serayên çandiniyê ne rê nadin ku rêyên îmarê vebin. Divê pêşî hûn jî alîkariya me bikin ku em wan kesan qayil bikin paşê jî DÎSKÎ were xebatên xwe yên kanalîzasyonê bike. Lewre jî heke ew welatî destûr nedin wê çawa xebatên kanalîzasyonê werin kirin. Piştî ku rê ji wan xebatan re were vekirin paşê jî êdî em ê bi hev re biryar bidin ka em kevirên piyarêyan raxînin an jî em rêyên taxê asfalt bikin êdî em ê bi hev re biryar bidin.

Her wiha der barê hin pirsgirêkên din jî bi xelkên taxê re nîqaş û sohbet hatin kirin.

...