Taziyeya ji bo şervanê YPG’ê Cîntanê hat danîn bi girseyî tê ziyaretkirin
Ji bo şervanê YPG’ê Zafer Cîntan (Ronî Xelîl) ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, li Mala Taziyeyê ya Îpekyolû taziye hat danîn. Gel bi girseyî tê serdanê.
ANF
WAN
pêncşem, 5 sermawezê 2015, 12:32
Ji bo şervanê YPG’ê Zafer Cîntan (Ronî Xelîl) ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, li Mala Taziyeyê ya Îpekyolû taziye hat danîn. Gel bi girseyî tê serdanê.
Ji bo şervanê YPG’ê Zafer Cîntan (Ronî Xelîl) ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, li Mala Taziyeyê ya Îpekyolû taziyê hat danîn, ji bo ziyaretê bi hezaran kesên li pêşiya garaja şaredariya kevin kom bûn, dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, û “Qatil DAIŞ, Hevkar AKP’e” gotin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanê YPG’ê Cîntan rakirin, heta mala taziyeyê meşiyan. Di ziyareta taziyeyê de Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Nadîr Yildirim, Rêveberên Rêxistinên DBP-HDP’ê yên Bajarê Wanê, Hevşaredar, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA’yê amade bûn.
Piştî rêzgirtinê Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Nadîr Yildirim axivî û sersaxî ji tevahî gelê Kurd re xwest. Yildirim diyar kir ku her êrîşên li hemberî gelê Kurd wê bersiva xwe bibînin û bişkin. Yildirim destnîşan kir ku gelê Kurd li Şengalê, Kobanê ev daniye holê.
Herî dawî bavê şervanê YPG’ê Zafer Cîntan, Halît Cîntan axivî û bi bîr xist ku şehîd, şehîde tevahî gelê Kurd e û wê di şopa wî de meşa xwe bidomînin.