Gelê Farqînê, bi armanca şermezarkirina qedexeya derketina derve ya li taxên Tekel, Mescît û Konakê û protestokirina dorpêçiya dewletê, li ber avahiya hikûmetê civiya.
ANF
FARQÎN
pêncşem, 5 sermawezê 2015, 09:50
Gelê Farqînê, bi armanca şermezarkirina qedexeya derketina derve ya li taxên Tekel, Mescît û Konakê û protestokirina dorpêçiya dewletê, li ber avahiya hikûmetê civiya. Bi sedan kesên li ber avahiyê hatin cem hev diyar kirin, ku heta qedexeya derketina derve bê rakirin, ew ê ji ber avahiya hikûmetê neçin. Farqîniyan ragihandin ku hemû mirovên li van taxan sivîl in, naxwazin malên xwe biterikînin, lê ji aliyê sekvanên dewletê ve tên qetilkirin. Sekna girseya gel a li ber avahiya hikûmetê, ku dora wê bi TOMA û wesayîtên zirxî hatiye girtin, dewam dike.
Li aliyê din, li taxên Tekel, Konak û Mescîtê, ku qedexeya derketina derve ketiye roja sêyemîn, êrîşa li hemberî gel bênavber dewam dike. Di nava 3 rojan de li navçeyê 4 kes ji aliyê tîmên taybet û polîsan ve hatin qetilkirin. Berxwedana gel a li dijî êrîşan jî mezin dibe.
Farqîniyan tevahiya şevê lastîk şewitandin û çalakiyan dengderxistinê lidarxistin. Li gelemperiya navçeyê, bi armanca şermezarkirina terora dewletê esnafan dikanên xwe venekirin.