5 partiyên şirîkê hikûmetê piştî krîzê cara yekem hatin gel hev
Di roja dawî ya konferansa MERI ya li Hewlêrê tê lidarxistin, nûnerên 5 partiyên siyasî yên şirîkê hikûmeta Başûrê Kurdistanê krîza li herêmê rû dide nirxandin.
Di roja dawî ya konferansa MERI ya li Hewlêrê tê lidarxistin, nûnerên 5 partiyên siyasî yên şirîkê hikûmeta Başûrê Kurdistanê krîza li herêmê rû dide nirxandin.
Di roja dawî ya konferansa MERI ya li Hewlêrê tê lidarxistin, nûnerên 5 partiyên siyasî yên şirîkê hikûmeta Başûrê Kurdistanê krîza li herêmê rû dide nirxandin.
Di konfaransa 3’ê Mijdarê bi mijara “Şerê li Rojhilata Navîn rû dide û stratejiya têkoşîna li hember DAIŞ’ê” ya li bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistan destpê kir, îro di roja dawî ya konferansê de 5’ê nûnerên partiyên siyasî yên şirîkê 8. hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo krîza aborî û siyasî binirxînin panelek li dar xistin.
Di roja dawî ya konferansa di pêşengtiya Enstîtuya Lêgerînê ya Rojhilata Navîn (MERI) de hat lidarxistin, nûnerên 5 partiyên siyasî yên şirîkên hikûmeta Başûrê Kurdistanê hatin gel hev û panelek li dar xistin.
Ji PDK’ê Roj Nûrî Şaweys, Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Îslamî Mihemed Ferec, Sekreterê Giştî yê Komela Îslamî Elî Bapîr, endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Ednan Muftî û endamê Desteya Navendî ya Tevgera Goran Şoreş Hecî tevlî panelê bûn û axivîn.
‘DEMOKRASÎ TENÊ BI DEVKÎ DIMÎNE’
Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Ednan Muftî bal kişand ser pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku li herêmê demokrasî bi devkî dimîne û di pêkanînê de pir kêm e.
Muftî anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê hundirê têgîna demokrasiyê bi temamî vala bûye û got; “Eger li Başûrê Kurdistanê serokê parlamentoyê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên partiyekê ve tên astengkirin, nahêlin derbasî paytextê bibe, bê ku bi 4 partiyên şirîkê hikûmetê re bişêwirin tenê bi biryara partiyekê ji wezifeyê tê avêtin zehmet e ku mirov behsa demokrasiyê bike. Tê vê wateyê ku li wir tenê gotina partiyekê derbas dibe. Pêwîst e em despêkê çanda ku em pirsgirêkan bi nîqaşan çareser bikin bi dest bixin. Ji dîrokê ve Kurdan hewl dane pirsgirêkên xwe bi pevçûnên birakujî çareser bikin êdî divê em vê biguherin.”
PDK: EGER GORAN SÎNORÊ XWE DIYAR BIKE EM Ê BIAXIVIN
Ji PDK’ê Roj Nûrî Şaweys bal kişand ser krîza siyasî ya bi Tevgera Goran re û wiha axivî: “Eger Goran dixwazê ji nû ve vegere hikûmetê û seroktiya meclîsê, pêwîst e sînorê xwe diyar bike. Divê destê xwe navêje her pêşketinên Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku di van demên dawî de Tevgera Goran sînorê xwe derbas kir. Lê li ser vî esasî lihevkirinek çêbibe, wezîfeyên di nav hikûmetê mirov dikare îade bike. Heta Tevgera Goran van şertan qebûl neke, ne dikare di nav hikûmetê ne jî di nav muxalefetê de cih bigire.”
‘BINGEHA PIRSGIRÊKAN JI BÊÇARESERIYÊN BERÊ TÊ’
Sekreterê Giştî yê Komela Îslamî elî Bapîr jî bal kişand ku ji sala 1992’Yan dema Başûrê Kurdistanê statu wergirtiye heta niha hikûmetek tevahî aliyên siyasî û etnîk girtiye nav xwe nehatiye avakirin. Bapîr ragihand ku heta niha hikûmet nebûye aîdî her kesî û xizmetek wekhev nedaye, destûr nehatiye dayîn ku van bikin û wiha domand: “Ev krîza siyasî jî bingeha xwe ji van nakokiyên nehatine çareserkirin û hatine kûrtirkirin digire. Tavilê divê em tevahî alî îradeyek çareseriyê deynin holê û krîza heyî çareser bikin. Ji derveyî vê, ti rêbaz ji derveyî zerarê ti pêşketinên din çênake.”
‘JI BO WEZÎRÊN ME BÊN SER WEZÎFEYÊ DIVÊ DESTÛR BÊ DAYIN’
Endamê Desteya Navendî ya Tevgera Goran Şoreş Hecî diyar kir ku krîza herêmê tenê bi avêtina ser Tevgera Goran çareser nabe.
Hecî bal kişand ku ji bo li ser maseyê rûnin û pirsgirêkan ji kokê çareser bikin, amade ne û wiha berdewam kir: “Em wek Tevgera Goran ji diyalogê ti carî nereviyane. Me her tim hewl da ku em pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Lê muxatabên me ev esas wernegirtin. Divê tavilê destûr bê dayin ku serokê parlamentoyê û wezîrên Tevgera Goranê biçin ser wezîfeyên xwe û kanalên diyalogê bên vekirin.”
‘EZ HÊVÎDAR IM KU WÊ BI AWAYEKÎ KAMIL NÊZ BIBIN’
Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Îslamî Mihemed Ferec der barê krîza Başûrê Kurdistanê de axivî. Ferec bal kişand ku divê aliyên siyasî vegerin ser maseyê û got: “Krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê ber bi nuqteyek xeter ve diçe. Mijara seroktiyê, mijare me bi xwe bû û me dikarî di nav xwe de çareser bikira, lê hat mezinkirin û bû girêk. Hê jî berdewam dike. Pêwîst e Goran û PDK’e pirsgirêkan li ser maseyê nîqaş bike. Ez hêvîdar im ku wê her du alî jî bi tehemûl bin û ji bo krîza heyî çareser bikin wê kamiltiya nêzîkatiyek hevpar nîşan bidin.”