Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îlerî li Wanê spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Denîz Îlerî (Ronî Agirî) yê 3’yê Mijdarê li Sertê hat înfazkirin li Taxa Xereşîk a Bêgir a Wanê ji aliyê hezaran ve hat defnkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Denîz Îlerî (Ronî Agirî) yê 3’yê Mijdarê li Sertê hat înfazkirin li Taxa Xereşîk a Bêgir a Wanê ji aliyê hezaran ve hat defnkirin.
Gerîlayê HPG’ê Denîz Îlerî (Ronî Agirî) 3’yê Mijdarê ku ji aliyê tîmên taybet ve bi bîrandarî hat girtin, piştî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat înfazkirin. Cenazeyê Îlerî bi konvoyeke ji sedan wesayîtan danê sibehê anîn Erdîşê. Li vir piştî pêşwazîkirina girseyî, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer, Serokê Şaxa Meya-Der a Wanê Îbrahîm Alkan, Cîgirê Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Fadil Bariştiran, endamên HDP, DBP’ê yên bajêr û navçeyan, hevşaredarên Bêgir, Erdîş û Ebexê jî di nav de bi hezaran kes hatin gundê Xereşîk. Girse ji ketina gund a mizgefta gund cenaze hilgirtin û dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, "HPG dimeşe erd û ezman diheje” gotin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Serokê Şaxa Meya-Der a Wanê Îbrahîm Alkan ê mafê axaftinê girt got ku armanca yekane ya her ciwanê di nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dide azadiya gelê Kurd e. Alkan wiha dewam kir: “Her roj dilê me dişewite, em her roj bedenên xwe yên ciwan dispêrin axê. Heta em nebin yek wê ev cenaze ne yê destpêkê ne yê dawî be. Ma êdî ev mirin ne bes in. Werin em bibin yek û bi hev re li hember vê xwîna dirije em bibin yek.”
Piştî Alkan mafê axaftinê Cîgirê Hevserokê DBP’ê yê Bajarê Wanê Fadil Bariştiran wergirt û diyar kir ku di 1’ê Mijdarê de dengdayina AKP’ê piştgiriya komkujiyê kirine û wiha berdewam kir: “AKP’e bi her pratîka xwe aşkera dike ku dijminê gelê Kurd e. Ji îro û şûn ve erka herî girîng a li ser milên Kurdan xwedîderketina li modela xwerêveberî ye û li hember AKP’ê serî hildan e. Ji îro û şûn ve ti destketiyên me wateya xwe tineye. Destketiya me ya herî mezin wê xwedîderketina modela xwerêveberî be û pêşxistina wê be. Em ê tenê karibin bi vê hewldanê li şehîdên xwe û nirxên xwe xwedî derkevin.”
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer li hember axaftina Erdogan a “Yekîtîya Mîllî” ku ji bo operasyonan pênase dike, bertek nîşan da û wiha axivî: “Di operasyonan de xwişk/birayan bi hev didin kuştin. Navê wê jî dikin têkoşîna xwişt/bira. Bila ev baş bê zanîn; her ku şehîdên me zêde dibin berpirsiyariyên me jî zêde dibin.” Hezer bi bîr xist ku serketina AKP’ê ya 1’ê Mijdarê bi rijandina xwîna ciwanên Kurd bi dest xistiye û wiha berdewam kir: “Li hember daxwazên me yên aştî, xwişktî û biratiyê bersivên wan bi komkujî û mirinan e. Pêwîst e ev wiha berdewam neke, em bang li gelê xwe dikin ku li hember vê qirkirina AKP’ê ya li hember gel pêk tîne, li şehîdan û têkoşînê xwedî derkevin.”