Osman: Pirsgirêk bi taybetî di mijara îxracata petrolê de rû didin

Parlamenterê YNK'ê yê li Parlamenta Iraqê Hecî Osman da xuyakirin, ku pirsgirêk bi taybetî di mijara îxracata petrolê de rû didin.

Parlamenterê YNK'ê yê li Parlamenta Iraqê Hecî Osman da xuyakirin, ku pirsgirêk bi taybetî di mijara îxracata petrolê de rû didin. Osman got, "Divê ev pirsgirêk tavilê werin çareserkirin. Ji ber ku ev krîz herî zêde bandorê li gel dike. Lewma divê krîz ji holê bê rakirin û bersiv ji pêwîstiyên gel re bê dayîn. Ji bo vê jî, pêwîstê her du navend li hev bikin û pirsgirêkan çareser bikin."

Hecî Osman anî ziman ku Eyat Elawî ku wê di navbera Hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê de navbeynkariyê bike, divê di çareserkirina pirsgirêkên li herêmê de roleke erênî bilîze û got, "Lê girîng e neyê ji bîr kirin ku Elawî jî li Iraqê hin pirsgirêkan dijî û nikare çareser bike."

Osman diyar kir ku ew bi rêya çapemeniyê bi hevdîtinên rojên pêş ên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê hesiya ye û got, "Heta niha kesî li ser hevdîtinan ti agahî nedaye me. Me dixwest agahî ji me re bê dayîn, lê dîsa jî ya girîng ew e ku herêm pirsgirêkên xwe yên bi hikûmeta navendî re çareser bike. Heta ku pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de neyên çareserkirin û statuya cihên mîna Kerkûkê neyê zelalkirin, ne pêkane gel ji krîzan rizgar bibe."

'KRÎZ HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI GEL DIKE'

Parlamenterê YNK'ê yê Parlamenta Iraqê Mûhammed Hecî Osman anî ziman ku ew bi rêya çapemeniyê pê hesiya ye ku di navbera Bexda-Hewlêrê de hevdîtin wê werin kirin û diyar kir ku ew nizane hevdîtin wê kengî pêk were.

Osman got, "Di vî warî de ti agahî ji me re nehat dayîn. Em nizanin ku ev hevdîtin wê kengî bê lidarxistin. Em nizanin wê kî beşdarî hevdîtinê bibin. Lê girîng e ku li ser navê hikûmetê hevdîtinek were kirin. Hêvîdarim wê ev hevdîtin ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de roleke girîng bilîze. Herêma Kurdistanê xwedî pirsgirêkên cidî yên aboriyê ye. Kêm maye hemû qadên kar bisekinin." Osman ragihand ku eger pirsgirêk neyên çareserkirin û rewş bi vî rengî dewam bike, dibe ku hikûmeta herêmê hemû têkiliyên xwe yê aboriyê yên bi hikûmeta Bexdayê re bibire.

Osman da xuyakirin ku pirsgirêk bi giranî di mijara îxracata petrolê de rû didin û got, "Hewce ye ev pirsgirêk demek ji ya din zûtir werin çareserkirin. Ji ber ku krîz herî zêde bandorê li gel dike. Lewma divê krîz ji holê bê rakirin û bersiv ji pêwîstiyên gel re bê dayîn. Ji bo vê jî, pêwîstê her du navend li hev bikin û pirsgirêkan çareser bikin."

'LI KERKÛKÊ KARÊ WEZÎFEDARKIRINÊ JI ALIYÊ WALÎ VE TÊ KIRIN'

Osman biryara Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê ya li ser dûrxistina ji wezîfeyê ya hin wezîfedarên li Kerkûkê nirxand û destnîşan kir ku ev yek bi temamî li dijî qanûnan e.

Osman ragihand ku ew li dijî vê biryarê derketine û got, "Daxuyaniya birêz Necmettîn Kerîm a digot, 'Em vê biryarê nas nakin' di cih de ye û li gorî qanûn e. Li gorî xala 21. a di sala 2008'an de hat derxistin, Waliyê Kerkûkê û Encumena Bajêr ji hemû wezîfedarkirinên li Kerkûkê berpirsyar in û erka vê biryardayînê di destê wan de ye. Lewma biryara ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye wergirtin, derbas nabe û li dijî qanûnan e."

Der barê wezîfedarkirina Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyat Elawî ji aliyê Mesûd Barzanî ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê de, Osman got, "Elawî nekarî pirsgirêkên xwe çareser bike. Hêvîdarim wê di çareseriya pirsgirêkên li herêmê de bi bandor be.

Ya rast, krîza li herêma me pirsgirêka me hemûyan e û ji bo çareseriya van pirsgirêkan divê em hemû bikevin nava lêgerînên rêyên çareseriyê. Hêvîdarim ev wezîfedarkirin wê baş be. Lê ev şexsê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ahtiye wezîfedarkirin bi hêzên din ên siyasî yên li Iraqê re pirsgirêkên cidî dijî û nikare çareser bike. Lewma hêvîdarim Elawî wê beriya her tiştî pirsgirêkên xwe çareser bike. Dîsa jî eger ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêma federal bibe navbeynkar, em ê vê yekê bi kêfxweşî pêşwazî bikin. Ev ê bibe tiştekî baş."

Li ser bangên ji bo ji nû ve pêkanîna peyman stratejîk a navbera YNK û PDK'ê de Osman diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan deriyê YNK'ê li her kesî vekirî ye. Osman got, "Ji bo çareseriyê em dixwazin bi her kesî re rêyekê bibînin, li hev bikin. Lê belê lihevkirin divê zerarê nede aliyekî din, divê aliyekî din mexdûr neke."

'PÊWÎSTE STATUYA KERKÛK Û MÛSILÊ ÊDÎ BÊN DIYARKIRIN'

Osman di dewama axaftina xwe de ragihand ku divê hemû hêz beşdarî operasyona Mûsilê bibin û anî ziman ku piştî rizgarkirina Mûsilê wê pirsgirêkên statuya Kerkûk û Mûsilê ji nû ve bikevin rojevê. Osman da xuyakirin ku divê ji niha ve statuyên van herêman bên nîqaşkirin û got, "Eger bi vî rengî nebe, wê pirsgirêkên îro ji sibe re bê taloqkirin. Ev yek jî rêbazeke rast ji bo çareseriyê nîne. Ji ber ku di rewşa heyî de statuyên wan nehatine diyarkirin, xizmet ji van herêman re nayê dayîn. Mirov di nava rewşeke ne diyar de dijîn. Lewma divê statuyên van herêman ji niha ve bên nirxandin û diyarkirin."