Balûken: AKP û qelemşorên wê nikarin aliyên pirsgirêka Kurd diyar bikin

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Balûken bertek nîşanî gotina Şêwirmendê Davutoglu Etyen Mahçupyan "Êdî HDP û Ocalan ne muhatabê pirsgirêka Kurd in" da û wiha got: "Ne mafê AKP û qelemşorên AKP'ê ne ku aliyên pirsgirêka Kurd diyar bikin."

Serokwekîlê Koma HDP'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken diyar kir ku helwesta CHP û MHP'ê ya piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo AKP'ê xebitîn. Balûken bertek nîşanî gotina Şêwirmendê Davutoglu Etyen Mahçupyan "Êdî HDP û Ocalan ne muhatabê pirsgirêka Kurd in" da û wiha got: "Ne mafê AKP û qelemşorên AKP'ê ne ku aliyên pirsgirêka Kurd diyar bikin."

AKP'a ku di pêvajoya hilbijartinê de HDP hedef girtibû, piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê jî bi nirxandinên dijî HDP'ê dest ji provokasyonan berneda. AKP û qelemşorên wê encamên hilbijartinan bi îradeya gelê Kurd ve girêdan û bi gotina "Ocalan, HDP û PKK ne muhatabên pirsgirêka gelê Kurd in" êrîşî ser Kurdan dikin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdris Balûken encam, sedem û pêvajoya hilbijartina 1'ê Mijdarê nirxand.

'LI TIRKIYEYÊ NÎJADPEREST, LI KURDISTANÊ JÎ LEŞKERAN ÊRÎŞ KIRIN'

Balûken destnîşan kir ku tevî hemû hîle, çewisandin, binpêkirina mafan û bêzagoniyan jî HDP di hilbijartinê de bi serketî derket. Balûken anî ziman ku di pêvajoya hilbijartinê de li bajarên Tirkiyeyê nîjadperestan, li Kurdistanê jî leşkeran bê navber êrîşî ser xebatkar û gelê Kurd kirin û ev êrîş hê didiomin. Balûken got ku li gel van êrîşan jî serketina HDP'ê dide nîşan ku têkoşîna gelê Kurd bi hêz e.

'SIYASETA CHP Û MHP'Ê ALIKARIYA AKP'Ê KIRIN'

Balûken rola CHP û MHP'ê di hilbijartinê de nirxand û da zanîn ku CHP û MHP'ê bi siyaseta meşandin re alîkarî dan desthilatdariya AKP'ê û wiha got: "CHP'ê tezkereya şer a AKP'ê pejirand, bû hevkarê sûcê AKP'ê. AKP bi hêztir kir." Balûken diyar kir ku MHP'ê jî her tim bi nîjadperestî dijminahiya Kurdan kir, ji ber vê jî hilbijêrên MHP'ê jî ew nepejirand.

'HDP LI HERÊMÊN XWERÊVEBERÎ HAT ÎLANKIRIN BI SER KET'

Balûken li ser nirxandinên piştî hilbijartinê ên "xwerêveberiyan  dengên HDP'ê xistin" jî wiha got: "Divê em encamên hilbijartinê rast binirxînin. Nirxandinên ku encamên hilbijartinê bi xwerêveberiyê ve girê didin ne tiştek rast e. Eger xwerêveberî pêk nehata HDP nedikarî xwe li ser piyan bimîne. Cihê ku pirsgirika Kurd bi îstatîkên matematîkî bê hesab kirin, pirsgirikên civakî li ber çawan neyê girtin wê xizmetê ji otorîte û zordariya Tayyîp Erdogan bike."

Balûken destnîşan kir ku AKP' ê li hemberî cihên gelê sivîl êrîşên bi tang û topan pêk anîn û li hemberî wê jî gel bi îradeya xwe xwerêveberî îlan kir. Balûken anî ziman ku piştî gel îradeya xwe danî holê AKP'ê polîtîkayên tinekirinê da destpêkirin û wiha got: "AKP'ê li van herêman bi hinek hêzên dijminahiya Kurdan dikin re hevkarî kir, lê li herêmên xwerêveberî hatine îlankirin HDP'ê dengek bilind girt. Ev jî dide nîşan ku gel li hemberî êrîşên AKP'ê li ser piyan e."

'NE MAFÊ AKP'Ê YE ALIYÊN PIRSGIRÊKA KURD DIYAR BIKE'

Balûken da zanîn ku AKP nikare bi tang û topan encam bigire û vî gelî birûxîne û wiha domand: "Divê AKP'ê êdî bi siyasetê pirsgirêkan çareser bike û dersê ji hilbijartinan derbixe. xwerêveberî ji bo hemû gelan pêwîst e, gelê Kurd jî da nîşan ku dixwaze bi rêya HDP'ê xweseriyê ava bike. Li gorî encamên hilbijajrtinê diyar dibe ku gel dixwaze AKP çareseriyê pêk bîne. Divê AKP encaman baş bigire dest, yan jî wê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne holê."

Balûken da zanîn ku kesên Ocalan, PKK û HDP'ê wek aliyên pirsgirêka Kurd nabînin, hîn jî îradeya gel nabînin û hurmetê nîşanî îradeya gel nakin. Balûken diyar kir ku kesê di çareseriya pirsgirêka Kurd de muzakereyê bi rê ve bibe Abdullah Ocalan e, PKK û HDP jî aliyên têkoşînê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev her du alî bi hezaran can berdêl dane û bi têkoşînek mezin gihiştine van rojan. Ne mafê AKP û qelemşorên AKP'ê ne ku aliyên pirsgirêka Kurd diyar bikin."