KCK: AKP wê şer girantir bike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê ji bo AKP'ê ne serketin e, desteserkirina hikûmetê ye. KCK'ê diyar kir ku AKP wê şerê xwe yê li hemberî Tevgera Azadiyê û hêzên demokrasiyê girantir bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê ji bo AKP'ê ne serketin e, desteserkirina hikûmetê ye. KCK'ê diyar kir ku AKP wê şerê xwe yê li hemberî Tevgera Azadiyê û hêzên demokrasiyê girantir bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li dû hilbijartinên 1'ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û pêvajoya piştî 7'ê Hezîranê weke "darbeya siyasî" bi nav kir.

KCK'ê da xuyakirin ku 1'ê Mijdarê hilbijartineke bi zorê bû û ev xal destnîşan kir:

"Encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê ku li dîrok û sosyolojiya Tirkiyeyê dihat û rewşeke demokratîkbûyînê afirand, di nava gelên me de hem rê li ber hêviyeke mezin hem jî asayîbûnê vekir. Gelên Tirkiyeyê piştî salên dûr û dirêj, yekemcar bi xweşbînî li pêşeroja xwe temaşe kiribûn. Hemû reng û meylên siyasî yên li Tirkiyeyê, cara yekê di vê astê de cihê xwe di meclîsê de girtibûn. Nêrîna ku Meclîs xwedî pêkhateya dikare hemû pirsgirêkên civakî yên Tirkiyeyê çareser bike derketibû holê û ev yek jî bûbû sedem ku mirov bi hêvî li pêşerojê binêrin. Lê belê AKP û Tayyîp Erdogan ên ji karaktera demokratîk bêpar in û xwedî zîhniyeteke hegemonîk otorîter in, hînê di roja destpêkê de hilbijartinên 7'ê Hezîranê tine hesibandin, li hemberî vîna gelan darbeyeke siyasî kirin. Tayyîp Erdogan ê ku heta roja îro digot ku divê her kes bi hurmet nêzî encamên hilbijartinê bibe, bi ferza 'ji nû ve hilbijartinê' re gelên me bi zorê xist nava hilbijartinê."

PÊVAJOYA PIŞTÎ 7'Ê HEZÎRANÊ DARBEYA DI NAVA DARBEYÊ DE YE

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengÎ dewam kir:

"Di demeke ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê tine hesiband û hevdîtinên ji bo avanekirina hikûmetê dimeşand de, tevî ku ji desthilatdariyê ket û ti rewabûna xwe nema jî hem li hundir hem jî li derve biryara şer girt, şer kûr kir û bi vî rengî darbe di nava darbeyê de kir. Bi pêkanîna darbeyê di nava darbeyê de, bi hilbijartinên 1'ê Mijdarê ku amûrek ji bo dîzaynkirina civakê bi kar anî re, dest danî ser hikûmeta ku di 7'ê Hezîranê de winda kir. Bi vî awayî kiras li desthilatdariya xwe ya desteser kiribû kir û rewa kir. Ya ku weke serketina AKP'ê ya hilbijartinên 1'ê Mijdarê tê bilêvkirin, desteserkirina hikûmetê ye. Ji ber vê yekê, nirxandina 'Serketina AKP'ê û binketina HDP'ê, divê weke hewldanên nixumandina vê talanê werin dîtin.

BERNAMEYA HIKÛMETA NÛ JI MADEYEKE BI TENÊ PÊK TÊ: ŞER

AKP, bi vê hikûmeta ku piştî 7'ê Hezîranê dest danî ser û niha qanûnî kir re, hem wê hewl bide sîstema xwe ya hegemonîk otorîter ava bike, hem jî şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê, dijwartir bike. Beriya hilbijartinê hatibû ragihandin ku ev şer heta gerîlayekî bi tenê nemîne wê bidome. Heman piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk ev yek bi awayekî fermî ji raya giştî re ragihand. Ev yek, xala tekane ya bernameya siyasî ya hikûmeta nû ye. Hemû tiştên ji bilî vê werin gotin, wê aksesûara polîtîkaya şer bin.

Bêguman wê AKP hikûmetê ava bike. Lê belê avabûna hikûmetê nayê wateya çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê. Ya girîng; bûyîna xwedî polîtîka û zîhniyeteke pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi hikûmeteke ku vê benbendîbûnê ji holê rake û pirsgirêkan çareser bike. Lê belê AKP'ê di israra şer de biryar daye ku ev biryar wê Tirkiyeyê hem li hundir hem jî derve rastî astengî û pirsgirêkên mezin bîne."

DAXUYANIYA OMER ÇELÎK REDKIRINA MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ YE

KCK'ê bal kişand ser hewldanên aştiyane yên Tevgera Kurd ji bo çareseriya pirsgirêka bi rêyên siyasî û destnîşan kir ku daxuyaniyên Omer Çelîk redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê ye.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Tê zanîn ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi salane ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk siyasî, em di nava hewldanan de ne. Çapemeniya alîgirê AKP'ê bi xwe gelek caran bilêv kiriye ku Rêber Apo ji bo çareseriya siyasî demokratîk di nava hewldanan de ye. Rêber Apo bi sebir û hewldanên xwe yên mezin, mutabaqata li ser pêşnûmeya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê li Qesra Dolmabahçeyê da weşandin. Lê belê piştî demeke kurt Serokkomar Tayyîp Erdogan bi gotina 'pirsgirêka Kurd nîne, mûxatap nîne, mase nîne, heyeta çavdêriyê nîne' re mutabaqat red kir û hikûmeta AKP'ê jî xwedî li mutabaqata ku bi xwe jî pêşkêşî raya giştî kir, derneket. Gotina 'em ê heta dawiyê şer bikin' a Omer Çelîk, redkirina mutabaqata Dolmabahçeyê û bi awayekî vekirî pêşkêşkirina şerê bi tecrîda li ser Rêber Apo re hat destpêkirin e. 

Me gelek caran dan xuyakirin ku hin hêzên derve ji bo AKP'ê di polîtîkayên xwe yên herêmê de bi kar bîne teşwîqî polîtîkayên şer dike û hin hêzên hundir jî sûdê ji vî şerî digirin. Lê belê heta niha nêzîkatiyên me ji nedîtî ve hatin û bi êrîşên tinekirinê bersiv hat dayîn. Tevî biryara me ya bêçalakîtiyê ya beriya hilbijartinê israra AKP'ê ya di şer de, nîşan dide ku wê dema pêş bi şer û pevçûnan derbas bibe."

DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ LI HEV BICIVIN

KCK'ê da xuyakirin, ku gelek rewşên neyînî û xeteriyên mezin li pêşiya hêzên demokrasiyê ne û got, "Hikûmeta AKP û hevalbendên wê, ji ber ku ne xwedî polîtîkayên çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne, dixwazin atmosfer û dînamîkên çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê û demokratîkbûyînê ji holê rakin. Ji ber vîn û hêza gelên me ya demokratîkbûyînê di 7'ê Hezîranê de dîtin û jê tirsiyan. Şerê ku dane destpêkirin û dixwazin bimeşînin, şerê bi tirsê yê ji bo tepisandina Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirk e. Ji ber vê yekê divê pêvajoya ji 7'ê Hezîranê û vir ve bi awayekî rast bê tepsîtkirin û li gorî vê yekê helwest were nîşandan. Eger ev rewş rast neyê tespîtkirin û helwest di dema xwe de neyê nîşandan, hingî wê neyîniyên cidî û xeteriyên mezin derkevin pêşiya hêzên demokrasiyê.

Ji ber ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê xwedî hêza demokratîkkirina Tirkiyeyê ne, hikûmeta AKP'ê di vê astê de êrîşkar bûye. Bi taybetî hevgirtina hêza demokrasî û azadiyê ya gelê Kurdistanê û hêzên demokrasî û azadiyê yên Tirkiyeyê, bi vê hevgirtinê re avêtina gavan, ev hêzên faşîst û antî demokratîk xistiye nava tevgerê. Rastiya ku 'şoreş şoreşa li dijî xwe jî bi rêxistn dike' careke din derketiye holê.

Eger hêzên dij bi şoreşê, hêzên şoreşger ên demokratîk ewqasî cidî dibînin û êrîş dikin, bi qasî ku ew hêzên demokratîk cidî digirin divê hêzên demokratîk jî van êrîşan cidî bibînin û helwesteke hevpar nîşan bidin. Ji bilî berxwedanê ti rê li pêşiya hêzên demokrasiyê nîne. Ji ber vê yekê divê hêzên demokrasiyê li hev bicivin, li dijî polîtîkayên AKP'ê yên avakirina sîstema otorîter hegemonîk û şerê li hemberî hêzên demokrasiyê, bloka demokrasiyê ava bikin. Ev yek gaveke polîtîk a ku pêwîstiya Tirkiyeyê îro pê heye.

Tevgera Azadiyê ya Kurd, wê li hemberî şer û êrîşên li dijî hêzên gerîla û gelê me, mîna duh wê bersiva pêwîst bike û parastina têkoşîna jiyana demokratîk û azad bidomîne. Em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dikin ku li dijî polîtîkayên AKP'ê yên ji bo tepisandin û tinekirinê, bloka demokrasiyê ava bikin, berxwedanê bilind bikin û têkoşîna ji bo afiranda Tirkiyeyeke demokratîk a hemû pirsgirêkan bi rêbazên siyasî demokratîk çareser dike, xurt bikin."