Ji nava tevgera femînîst, ekolojîk ber bi çiyayên Kurdistanê ve
Gerîlaya HPG'ê Destan Gulşah a ku jiyana wê di nava malbat-derdoreke şoreşger û sosyalîst de derbas bû û bi rêxistinên femînîst ekolojîst re tevgeriya, serpêhatiya xwe ya ber bi çiyayên Kurdistanê ve, ji ajansa me re nirxand.
ROJVAR SERHAD
BEHDÎNAN / ANF
sêşem, 3 sermawezê 2015, 07:08
Gerîlaya HPG'ê Destan Gulşah a ku jiyana wê di nava malbat-derdoreke şoreşger û sosyalîst de derbas bû û bi rêxistinên femînîst ekolojîst re tevgeriya, serpêhatiya xwe ya ber bi çiyayên Kurdistanê ve, ji ajansa me re nirxand.
Gerîla Destan Gulşah di 15'ê Çileya 1993'an de weke keça dayika Tirk û bavê Kurd li Stenbolê ji dayik bû û dema li Fakulteya Ziman Dîrok û Cografya ya Enqereyê beşa Felsefeyê dixwend, tevlî refên gerîla bû. Gerîla Destan Gulşah da xuya kirin ku pêvajoya diqewimî û tecrûbeyên berxwedanê yên li Kurdistanê bûne sedem ku tevlî refên PKK'ê bibe.
Gulşah tevlîbûna xwe li nava refên têkoşîna azadiyê bi vî rengî vegot: "Yek ji sedemên ku rê li ber tevlîbûna min vekir, asta pêvajoyê bû. Bi pêvajoyê re min biryar dabû ku tevlî nava MLKP'ê bibim û biçim Rojava. Lê belê pêvajoya li Kurdistanê, li Liceyê tevlî çalakiya mertalên zindî bûbûm; tecrûbeya min li wê derê wergirt, vîna gelê Kurd a di vê pêvajoya şer de, xurtbûna ruhê berxwedanê li bajarên Kurdan, bi îlanên xwerêveberiyê re rabûna serhildanê ya tevahiya gel, rola pêşengiyê ya jin û ciwanan di pêngava şoreşgerî de bûn sedem ku ez hîn bêhtir tiştekî ji bo Kurdistanê bikim. Tevî vê yekê sekna dayikên aştiyê, sekna wan a serbilind a li hemberî panzerê nîşanî min da ku pêşengiya jinê ya di nava partiyê de, di nava jiyana rojane de jî bersiva xwe dibîne û teorî û pratîk li hev dike. Di heman demê depiştî teqîna 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê, ez hinekî li Kurdistanê mam. Ji ber ku gelê li wir gelekî mêvanperwer e, malbatan yek bi yek em dikirin mêvanê xwe. Bûyerên bi serê wan de hatin û berxwedana xwe ya li hemberî zexta dewletê, min hîn bêhtir nêzî PKK'ê kir."
DIJDERKETINA LI SÎSTEMÊ
Destan Gulşah, piştî ku tevlî nava refên gerîla bû cihê xwe di perwedeya şervanên nû de girt û got, "Cihê ku mirovên ji her rengî bi awayekî azad û wekhev lê bijîn, PKK ye.
Di heman demê de weke jineke femînîst û vejetaryen, ji bo bibim parçeyek ji tevgera ekolojîk, li nava avahiyên heps nebim û li dijî sîstema ku xwezayê talan dike û wê weke malê xwe bi kar tîne, min berê xwe da çiyê. Û weke jinekê, weke vejetaryenekê, li gorî çavdêrî û tecrûbeyên xwe yên jiyanê min biryar da ku cihê hemû netewe, ziman, mezheb, ol, bawerî û ji her rengî mirov bi awayekî azad û wekhev lê bijîn, PKK ye. Û di 1'ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanê de, di nava şer de tevlî refên PKK'ê bûm."
'JI BO SIBEROJÊN AZAD BERÊ XWE BIDIN ÇIYÊ'
Gulşah anî ziman ku Kurdistan bi salane di nava şer û serhildanan de ye û ev bang li gelên Tirkiyeyê kir: "Bakurê Kurdistanê bi salane di nava şer de ye, dişewite û rabûye serhildanê. Desteka rojavayê welêt kêm e. Bi taybetî piştî teqîna dawî ya li Enqereyê, divê nêrîna 'dewlet me diparêze, dewlet li cem me ye, heta ku em dest nedin dewletê, dewlet tiştekî bi me nake' biterikîne û bibe parçeyek ji serhildana li Kurdistanê. Ji bo siberojên azad ez bang li jin û ciwanan dikim ku bibin parçeyek ji çiyayên azad."