Polîsan Muslum Tayar bi 5 guleyan qetil kirin
Li Farqînê polîsan ciwanê bi navê Muslim Tayar bi 5 guleyan qetil kirin. Tevî astengiya polîsên Tirk û qedexeya derketina derve jî gel cenaze ber bi Farqînê ve bi rê kir.
Li Farqînê polîsan ciwanê bi navê Muslim Tayar bi 5 guleyan qetil kirin. Tevî astengiya polîsên Tirk û qedexeya derketina derve jî gel cenaze ber bi Farqînê ve bi rê kir.
Li navçeya Amed Farqînê, piştî ku cara 6. qedexeya derketina derve hate îlankirin êrîşa polîsan destpê kir û duh bi şev polîsan ji wesayîtên zirxî gule li derdorê reşandin. Di vê gulebaranê de ciwanê bi navê Muslum Tayar (22) hatibû qetilkirin û pêşotopsiya cenazeyê Tayar li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hate temamkirin. Li gorî pêşotopsiyê 2 gule li lingê wî, 2 li zikê wî û yek jî li sînga wî ketine.
Piştî ku bûyer hate bihistin rêveberên MEYA-DER, DBP û HDP hatin nexweşxaneyê. Piştî pêşotopsiyê malbata Tayar ê cenaze wergirtin li welatiyên li nexweşxaneyê ve xwestin cenaze bibin Farqînê lê polîsan bi wesayîtên zirxî rê girtin û bi hinceta li navçeyê qedexeya derketina derve heye destûr nedan. Tevî astengiya polîsan jî cenaze ber bi Farqînê ve bi rê kirin.