Kalkan: Hilbijartinên 1'ê Mijdarê meyla rastî nîşan nade

Kalkan da xuyakirin ku ti kes nikare encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê weke meyla rastî ya civaka Tirkiyeyê nîşan bide û got, "Tayyîp Erdogan û AKP'ê daxwaza xwe di bin navê hilbijartina bi zorê de, bi dest xistin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku ti kes nikare encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê weke meyla rastî ya civaka Tirkiyeyê nîşan bide û got, "Tayyîp Erdogan û AKP'ê daxwaza xwe di bin navê hilbijartina bi zorê de, bi dest xistin."

Kalkan nirxandina destpêkê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd a li ser hilbijartinên 1'ê Mijdarê di bernameya Polîtîk Alan a MedNûçe de kir. 

Kalkan di destpêka axaftina xwe de her kesên li dijî faşîzmê bi biryardarî, cesaret û fedekariyeke mezin ji bo azadî û demokrasiyê têkoşiyan silav kir û got, "Şehîdên dema têkoşînê, şehîdên komkujiyên Pirsûs û Enqereyê, şehîdên aştî û demokrasiyê yên di êrîşên faşîst ên li Cizîr, Gever, Farqîn, bajar û bajarokên din ên Kurdistanê hatin qetilkirin, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Yên ku hiştin hilbijartineke bi vî rengî pêk were, ew şehîdên leheng in."

Kalkan diyar kir ku eger jê re karibe hilbijartin bê gotin, di 1'ê Mijdarê de yek jê pêk hat û kêm zêde encamên xwe zelal bû.

Kalkan got, "Encam jî; mirov dikare bêjin ku tabloya ku Tayyîp Erdogan û AKP di 7'ê Hezîranê de hêvî dikir e. Bêguman ji vê hîn bêhtir dixwestin, lê bi vê tabloyê razî ne. Di dawiya dawî de bi xwînê, bi şîdet teror, zext, komkujî û hîleyan re encameke bi vî rengî derxistin holê."

'HILBIJARTIN DI NAVA ŞERT MERCÊN DARBEYÊN DI NAVA DARBEYÊ DE PÊK HAT'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku ev hilbijartin di rewşeke darbeyên di nava darbeyê de pêk hatiye û ev nrixandin kir:

"Encamên hilbijartinê yên ku meylên siyasî yên civaka Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve bi rastî nîşan dide, hilbijartinên 7'ê Hezîranê ye. Wê hilbijartinê jî bi temamî nîşan nedida, lê belê bi giranî nîşan dida. Civakê guhertin, demokrasî û azadî dixwest. Helwestek di vî warî de nîşan dabû. Lê belê zîhniyeta ku desthilatdariya bi tena serê xwe weke pêwîstiya domandina faşîzma tekparêzî û netewe dewletê dibîne, ji 24'ê Tîrmehê û pê ve di encama şerê ku ferz kir de, bi zorê hat ser desthilatdariyê. AKP bû desthilatdar."

'AKP BI SER NEKET, BI ZORÊ DEST DANÎ SER DESTHILATDARIYÊ'

Kalkan da zanîn ku AKP di hilbijartinê de bi ser neketiye, desthilatdarî talan kiriye, dest daniye ser desthilatdariyê û got, "Lewma desthilatdariyeke heram heye. Divê her kes rewşê bi vî rengî bibîne û binirxîne. Bêguman li hemberî vê rastiyê divê hemû civak hestyarî û lêgerînên xwe yên guherîn û veguherîna demokratîk bidomînin."

Kalkan anî ziman ku li gorî danehevî û tecrûbeyên xwe, di dîroka komarê de hilbijartineke bi vî rengî pêk hatiye nîne û got, "Zext, komkujî û êrîşkariyeke faşîst hebû. Di nava pêvajoyê de me jî anîn ziman, rêveberên HDP'yî jî bilêv kirin; li aliyekî AKP a ku hemû derfetên dewlet û desthilatdariyê teror, êrîşkarî, şer û komkujî kir, li aliyê din jî HDP a ku nikarîbû mîtîngekê jî bike, hebû. Hêzên din ji xwe, tiştek ji wan nehatin."

'ENCAMÊN 1'Ê MIJDARÊ MEYLA RASTÎ YA CIVAKÊ NÎŞAN NADE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku PKK hînê encamên hilbijartinên 7'ê Hezîrane esas digire û anî ziman ku ji bo wan a derbasdar encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê ye.

Kalkan ev nirxandin kir:

"Kêmasiyên wê hilbijartinê jî hebûn, temamiya meyla civakê nîşan nedida, lê encameke xwe hebû. Di nava zexteke qismî de pêk hatibû, rewşa agirbestê hebû. Agirbest ji aliyê me ve dihat meşandin. Rewşeke aram bû. Bi rastî jî partiyên tevlî hilbijartinê bûn kampanya xwe ya hilbijartinê bi awayekî azad meşandin, nêrînên xwe gihandin civakê, mîtîng pêk anîn. Û di dawiyê e encamek derket holê.

Hilbijartinên 1'ê Mijdarê ne bi vî rengî ye. Ti kes nikare bêje ku 1'ê Mijdarê meyla rastî ya civaka Tirkiyeyê nîşan dide. Tayyîp Erdogan û AKP'ê daxwaza xwe di bin navê hilbijartineke bi zorê de bi dest xist. Em dibînin bê çiqas zext û hîle hene."

'YA KU AKP'Ê Û ERDOGAN DI 5 MEHÊN DAWÎ DE KIR, DIVÊ TI CARÎ JI ALIYÊ CIVAKE VE NEYÊ JIBÎRKIRIN'

Kalkan da xuyakirin ku ti kes nikare encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê jê bibin û got, "Kes nikare wan encaman binixumîne. Ti faşîzm nikare wê encamê tarî bike. Divê ev yek were dîtin. Ji 7'ê Hezîranê heta 1'ê Mijdarê, komkujî, zext, şîdet, teror, qedexey derketina derve ya li Kurdistanê, komkujiyên di nava 5 mehên dawî de ji aliyê AKP'ê ve hatine kirin û gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû ji aliyê ti kesî ve neyê ji bîrkirin. Divê timî bên bîranîn û nirxandina pêvajoya ji niha û pê ve jî pêwîste li gorî vê yekê be."

'BIRYARA BÊÇALAKÎTIYÊ JÎ DI NAV DE RÊVEBERIYA ME REWŞA JI NIHA Û PÊ VE BINIRXÎNE'

Kalkan ji bo biryara bêçalakîtiyê û pêvajoya ji niha û pê ve got, "Biryara bêçalakîtiyê heta hilbijartinê bû. Ew jî di nav de rewş û pêvajoya ji niha û pê ve wê ji aliyê rêveberiyên me ve bên nîqaşkirin û ji raya giştî re daxuyaniyên pêwîst werin dayîn."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku bi 1'ê Mijdarê re pêvajoyeke nû ya têkoşînê venabe, ya ji berê ve heyî dewam dike û destnîşan kir, ku berdêla wê çi dibe bila bibe divê faşîzm bê têkbirin.