Li Farqînê derketina derve hat qedexekirin, ciwanek hat qetilkirin

Li Farqînê cara 6. derketina derve hat qedexekirin. Polîsên Tirk beriya qedexeyê bi wesayîtên zirxî dor li taxan girtin û gule li derdorê reşandin. Di vê êrîşê de Muslim Tayar ê 22 salî jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Amed Farqînê, ku AKP'ê di hilbijartinê de tiştek jê negirt, cara 6. derketina derve hat qedexekirin. Polîsên Tirk beriya qedexeyê bi wesayîtên zirxî dor li taxan girtin û gule li derdorê reşandin. Di vê êrîşê de Muslim Tayar ê 22 salî jiyana xwe ji dest da.

AKP di hilbijarina 1'ê Mijdarê de li navçeyên xwerêveberî hatin îlankirin bi temamî têk çû. Ji van navçeyên têkçû yek jê Farqîn a Amedê ye. Saet di 05.00'an de ji hoparlorên mizgeftan qedexeya derketina kolanan îlan kirin. Li taxên ku qedexe hat îlankirin polîs bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin û bêserûber bombeyên gazê avêtin taxan. Piştî êrîşa polîsan li taxa Ferîdûnê dengê teqîn û çekan bilind bû.

POLÎSAN CIWANEK QETIL KIRIN

Polîsên hewl dan bi wesayîtên zirxî têkevin taxê dengê teqîn û çekan bilkin bûn û li taxê Muslum Tayar (22) dema diçû mala xwe ya li ser rêya Amedê ji hêla polîsan ve hat gulebarankirin. Di encamê de 4 gule li ling û sînga Tayar ketin û bi giranî birîndar bû. Tayar ji hêla welatiyên derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Piştî mudaxaleya ewilî sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin. Tevî hemû hewldanên rizgarkirinê Tayar jiyana xwe ji dest da.

Her wiha malbata Tayar ji şevê din li ber morgê disekinin cenazeyê zarokê wan nedane wan.

Danê sibehê bi qedexeya şeşemîn re, xetên telefonê û înternet hatine qutkirin. Her wiha tevgera helîkopteran a li ser navçeyê hatibû destpêkirin didome.

Piştî qedexeyê gelek polîs û leşker bi wesayîtên zirxî ber bi navçeyê hatin şandin û wesayîtên leşkerî anîn navçeyê.

...