Li Hesekê du gund û gundikek hatin azadkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk li başûrê Hesekê du gund û gundikek rizgar kirin û 4 wesayîtên çeteyan rûxandin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk li başûrê Hesekê du gund û gundikek rizgar kirin û 4 wesayîtên çeteyan rûxandin.

Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di operasyona xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de gundê Salim Ebû Qehlê yê li başûrê bajarê Hesekê û gundê Misêlis ê 15 km li başûr-rojavayê bajarokê Til Berek du gund, her wiha gundikek ji çeteyan rizgar kirine.

Hate zanîn ku 4 wesayîtên çeteyan hatine rûxandin, bi dehan çete hatin kuştin û cenazeyên gelek çeteyan ketine destê şervanên QSD’ê.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk operasyona li herêmê destpê kirine dewam dikin û nêzî gundê Xatûniyê yê li ser sînorê di navbera Rojava û Iraqê de pêşde çûne.