Dr. Eladdîn: Ji bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê em perspektîfeke çareseriyê derxin

Dr. Dîlaver Eladdîn ê di konferansa “Nirxandina rewşa Rojhilata Navîn” a li Hewlêr de axivî diyar kir ku aloziyên heyî li gor salên bihurî hê kûrtir bûye û neçarin çareseriyekê bibînin.

Dr. Dîlaver Eladdîn ê di konferansa “Nirxandina rewşa Rojhilata Navîn”  a li Hewlêr de axivî diyar kir ku  aloziyên heyî li gor salên bihurî hê kûrtir bûye û neçarin çareseriyekê bibînin.

Konferansa ku di pêşengiya Enstîtuya Lêgerînê ya Rojhilata Navîn (MERI) de li Hewlêr pêk tê didome. Di destpêka konferansê de yek ji damezrînerê MERI, Dr. Dîlaver Eladdîn axaftinek kir û got: “Ev konferans di şertên awarte de pêk tê. Ji bo wê jî pêwîst e bibe bingehek ji bo lihevkirina aliyan. Her ku diçe alozî û krîza li tevahiya cîhanê zêdetir dibe. Ev rewş li Kurdistanê ber bi çavtir bû.”

Dr. Dilawer Eladdîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser aloziyên ku îsal zêdetir bûne û wiha pêde çû: “Par li Başûrê Kurdistanê me behsa hikûmetek ji bo hemû pêkhateyan dikir lê îsal xelk ji cudabûna di navbera aliyan de ditirse. Me par li Iraqê behsa jiyana bi hev re dikir lê îsal hê proseya neteweyî pêk nehatiye.”

Yek ji damezrînerê rêxistina MERI Eladdîn diyar kir ku par Sûriye bibû çekek ji agir û îsal ew agir gurtir bûye û gotinên xwe wiha domand: “Par li Tirkiyeyê behsa proseya aştiyê dihat kirin, lê îsal wek dîrokek derbas bûyî behsa wê tê kirin.”

Dr. Eladdîn behsa krîza siyasî û dîplomatîk a li Iraqê kir û got: “Hikûmet nexweşe û pêwîst e vê carê em behsa pirsgirêkan nekin. Divê em nexşerêyek çareseriyê derxin. Di rojên din ên Konferansê de em ê behsa Îranê, nexşerêya çareseriyê û hevparebûna axa Iraqê, di dawî de em ê li ser krîza Herêma Kurdistanê bi 5 aliyan re nîqaş bikin.”