YPG: Êrîşên artêşa Tirk îro jî dewam kirin
YPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên li hember Rojava ji şeva 3’yê Cotmehê heta saetên sibê dewam kirine.

Navenda Çapemeniya YPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên 24’ê Cotmehê li hember çeperên YPG’ê yên li sînorê kantona Kobanê dabûn destpêkirin her diçe zêdetir dibin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Tirk 2’yê Mijdarê saet 20.00’an heta derengiya şevê bi wesayîtên zirxî yên akrep li xeta sînor a Girê Spî geriyaye, çeperên hêzên YPG’ê rasterast gulebaran kiriye.
Navenda Çapemeniyê diyar kir ku 3’yê Mijdarê saet 03.00 artêşa Tirk li hember nuqteyên Zeytun ê li rojavayê Girê Spî êrîş daye destpêkirin û got: “Êrîşa li qadê heta sibehê dewam kiriye.”