Gerîlayê HPG’ê Candemîr wê sibe li Dêrsimê bê definkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Celal Candemîr ê li Dersimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da sibehê pişti merasîma li cemxaneyê wê bê definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Celal Candemîr (Şiyar) ê li geliyê Pilemûriyê ya Dêrsimê di pevçûna 31'ê Cotmehê derket de jiyana xwe ji dest da anîn Dêrsimê. Cenazeyê Candemîr piştî ku testa DNA'yê hate kirin ji Saziya Tiba Edlî ya Xerpêtê hate wergirtin û li nêzî gundê Turuşmekê ji aliyê girseya ku di nav de Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu, parlamentera berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, Hevşaredar Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul jî di nav de ne hate pêşwazîkirin.

Cenaze piştre bi konvoyê anîn cemxaneyê. Cenazeyê Candemîr wê sibehê saet di 12.30'an de li cemxaneyê piştî merasîmê li Goristana Asrî ya Şaredariyê bê definkirin.