KNK: Di nava mercên heyî de HDP'ê serketinek mezin bi dest xist

KNK'ê destnîşan kir, ku di nava şert û mercên zordarî, girtin, kuştin û komkujiyan de encama HDP'ê di hilbijartinê de bi dest xistiye serketineke mezin e û cihê şanaziyê ye. KNK'ê diyar kir ku rêjeya dengên AKP'ê bi dest xistiye jî bi şik û guman e.

KNK'ê destnîşan kir, ku di nava şert û mercên zext, zordarî, girtin, kuştin û komkujiyan de encama HDP'ê di hilbijartinê de bi dest xistiye serketineke mezin e û cihê şanaziyê ye. KNK'ê diyar kir ku rêjeya dengên AKP'ê bi dest xistiye jî bi şik û guman e.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 1'ê Mijdarê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartinên giştî yên dubarekirî hatin lidarxistin û Roja Kobanê ya Cîhanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Konseya Rêveber bal kişand ser şert û mercên pêkhatina hilbijartinê û got, "Rewşek ne xwezayî, bi tehlûke û pir giran, bi gef, şîdet, tirs, astengkirina propagendeyên HDP ê, li aliyekî û belavkirina derewan, zîndanîkirin, binçavkirin û kuştin li Kurdistanê li aliyê din. Ev hemû pêkve atmosfera demokrasiyê ya  dewleta AKP'ê bû ji bo hilbijartinan."

KNK'ê bibîr xist, ku bi 24'ê Tîrmehê re dewleta Tirk li gelemperiya Bakurê Kurdistanê dest bi operasyon û êrîşên leşkerî û qirkirina siyasî kir û da zanîn ku biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê li ser bang û daxwaza hêzên navneteweyî û hundirîn ve hat wergirtin, ji aliyê dewleta AKP'ê ve li dijî xebatên aştiyê û ji bo xurtkirina şer hatiye bikaranîn.

KNK'ê da xuyakirin, ku tevî hemû komkujî, êrîş, zext û zordariya dewleta Tirk jî gelê Kurd û Kurdistanê xwest dengê aştî û biratiyê li Parlamenta Tirkiyeyê bilindtir bike û bersiveke rast û rewa jê re bê dayîn.

'DI NAVA ŞERT Û MERCÊN HEYÎ DE ENCAMA HDP'Ê SERKETINEKE MEZIN E Û CIHÊ ŞANAZIYÊ YE'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Lê mixabin hilbijartin di nava rewşeke tevlîhev, ne adîl û nerewa de derbas bû. Pêşî li gelê me hat girtin ku xwe negihînin ser sindoqan, dizî û xextekarî gelekî çêbûn, polîs û jendermeyan dest li cihên sindoq û dengdanê werdan. Her wiha xuya bû ku dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê ti toleransa siyasî nade pêşketin û azadîxwaziya gelê Kurdistanê.

Tevî van hemû astengî, dijwarî û planan HDP'ê benda ji sedî 10'an derbas kir û 59 kursî bi dest xist. Di nava van şert û mercan de ev yek serketineke mezin e û cihê şanaziyê ye."

KNK'ê destnîşan kir ku di heman demê de rêjeya AKP'ê ya bi dest xistiye, bi şik û guman e.

Konseya Rêveber a KNK'ê di dewama daxuyaniya xwe de bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de bang li gelê Kuredistanê kir ku yekîtiya xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir bikin û got, "Ji her demê bêhtir, Kurdistan nêzî serketinê ye."