Êrîşên dewleta Tirk ên li Farqînê dijwar bûn

Li Farqînê êrîşên polîs, leşker û tîmên taybet ên li dijî gel dijwar bûn.

Li Farqînê êrîşên polîs, leşker û tîmên taybet ên li dijî gel dijwar bûn.

Li taxên Tekel, Konak û Mescîdê yên Farqînê piştî cara 6'emîn qedexeya derketina kuçeyan hate îlankirin, êrîşên li hemberî gel destpê kir. Berî qedexeyê jî ciwanê 22 salî yê bi navê Muslum Tayar di encama gulebarana tîmên taybet de jiyana xwe ji dest da. Pevçûnên li taxên di bin dorpêçê de dest pê kirî hêj berdewam dike. Di seatên êvarê de êrîşên li hemberî gel derketin asta herî jor.

Li kolanên Azîzoglu û Eskî Bedlîsê jî wesayîtên zihrî hatin bicihkirin. Êrîşên li vir tên kirin jî didomin û di encama van êrîşan de roketek hatî avêtin îsabetî mal hemwelatiyekê kir. Li navçeyê tevgera helîkopterên di pevçûnan de tên bikaranîn jî berdewam dike.