HSD'ê li Hesekê derbek giran li çeteyên DAIŞ'ê xist
Di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê de bi dehan çete hatin kuştin.
Di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê de bi dehan çete hatin kuştin.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, di roja çaremîn de ye.
ANHA'yê ragihand, ku çeteyên DAIŞ'ê duh êrîşî gundekî duh ji aliyê HSD'ê ve hatibû rizgarkirin, kirin û rastî berxwedaneke xurt a hêzên HSD'ê hatin.
Di şerê dijwar ê li vê derê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û cenazeyên 6 çeteyan tevî çek û cebilxaneyan ketin destê şervanên HSD'ê.
BALAFIRÊN KOALÎSYONÊ DESTEK DAN
Balafirên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ku ji ezmanan ve piştgiriyê dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li herêma nêzî Gola Xatûniyê baregehên çeteyan hedef girtin. Di bombebaranê de 13 çete hatin kuştin.
ŞERÊ DIJWAR DEWAM DIKE
Li 3 gundên li rojhilatî Çemê Xatûniyê û gundê Hemra yê li rojavayê gundê Xatûniyê şer û pevçûn dewam dikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nava çar rjan de 14 gund û 2 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û 4 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan rûxandin.
Di roja çaremîn a operasyonê de hêzên HSD'ê ji du baskan ve li Til Berak û Hesekê bi pêş ve diçin.