Li Sêrtê pevçûn

Hat ragihandin ku piştî polîsan Taxa Şemsîka ya Sêrtê dorpêç kirin, di pevçûna ku rû da, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku piştî polîsan Taxa Şemsîka ya Sêrtê dorpêç kirin, di pevçûna ku rû da, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Polîsan Taxa Şemsîka ya girêdayî navenda Sêrtê dorpêç kirin. Di navbera polîsên ku xwestin bikevin taxê û ciwanên hewl dan wan asteng bikin de pevçûn derketin. Hat diyarkirin ku di pevçûnê de kesekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da û polîsek birîndar bûye.  

Hat ragihandin ku di pevçûnên hê jî dewam dikin 2 kes hatine binçavkirin.