Konferansa MERI li Hewlêr destpê kir

Di pêşengiya MERI de li Hewlêr têkildarî pêşveçûnên li Rojhilata Navîn konferansek tê lidarxistin.

Di pêşengiya MERI de li Hewlêr têkildarî pêşveçûnên li Rojhilata Navîn konferansek tê lidarxistin.

Saziya MERI îro seat 14:00’an li Hotela Rutana ya bajarê Hewlêrê Konferansekê li ser rewşa Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê li dar dixe. Konferans wê du rojan berdewam dike.

Nêzî 150 kesayetên siyasî yên Iraq û her çar parçeyên Kurdistanê, çalakvan û rêxistinên cuda tevlî Konferansa îro dibin. Di konferansê de li ser rewşa heyî ya Rojhilata Navîn û pêşeroja welatên herêmê nîqaş tên kirin.

Di roja yekemîn a Konferansê de Serokkomarê Iraqê Fuad Mesûm, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cebûrî, Serokê Meclîsa Bilind a Îslamî li Iraqê Emar Hekîm û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed jî beşdarî dibin.

Di Konferansê de pêşeroja Kerkûkê û nexşerêya çareseriyê tê gotûbêjkirin. Rewşa penaberan mijarek din e ku di Konferansê de tê nîqaşkirin û behsa sedemên koçberiyê jî tê kirin.

Gelek kesayetên siyasî û partiyên ji Başûr û Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî Konferansê dibin.