Însiyatîfa Gel bang kir: Em xwedî li xwerêveberiyan derkevin, xweparastinê xurt bikin

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê banga xwedîderketina li xwerêveberiyan û xurtkirina xweparastinê kir. Însiyatîfê diyar kir ku êrîşên AKP'ê wê zêde bibin û hişyarî da.

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê banga xwedîderketina li xwerêveberiyan û xurtkirina xweparastinê kir. Însiyatîfê diyar kir ku êrîşên AKP'ê wê zêde bibin û hişyarî da.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku pêkanînên faşîst û înkarê yên dewleta AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de mîna darbeyeke siyasî ketine meriyetê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê me israra xwe ya di biryara xwerêveberî û demokrasiyê de, li gelek herêmên Kurdistanê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de, tevî hemû pêkanînên zordar û faşîzan ên mîna darbeyê, tevî hemû dizî û hîleyan, bi desteka xwe ya ji bo HDP'ê nîşan daye. Ji ber vê yekê ya ji bo gelê me esas tê girtin, encamên hilbijartinê yên hukmê xwe winda kirine, nîne. Ya ji bo gelê me esas; xwedîderketina li xwerêveberiyên demokratîk ên li herêmên gelê me lê dijîn hatine îlankirin û xweseriya demokratîk e, ku gelê me gav bi gav bi pêş ve dibe. Berevajî hemû propagandayên dijber, Kurdistaniyan di xwerêveberiyan de li ser bingeha demokratîk israr kirine û li hemberî dewleta AKP'ê ya hukmê xwe winda kiriye, weke pêwîstiyeke lezgînî dest bi avakirina xwerêveberiya demokratîk kiriye."

'AKP WÊ PÊKANÎNÊN XWE YÊN FAŞÎST LI KURDISTANÊ ZÊDE BIKE'

Însiyatîfê da xuyakirin ku AKP wê pişta xwe bispêre encamên hilbijartinê yên sexte û pêkanînên xwe yên înkar, faşîst û dîktatoriyê yên li Kurdistanê zêde bike. Însiyatîfê ev hişyarî da:

"Ji xwe heman piştî hilbijartinê, li bajar û navçeyên Kurdistanê yên xwerêveberiyên demokratîk lê hatin ragihandin, dest bi amadekariyên êrîşê kir. Êrîşên li Farqîn û Geverê destpê kirin û xuyaye wê roj bi roj li herêmên din belav bibin, nîşan dide ku xwerêveberî careke din di hedefa AKP'ê de ye. Ev êrîşên ku ji niha ve rê li ber şehadeta 3 ciwanên Kurd vekirin, wezîfeya parastin û pêşvebirina herêmên xwerêveberiyê bi awayekî lezgîn datîne pêşiya gelê me û hêzên demokratîk. Di rewşa heyî de gelê me yê li Gever û Farqînê ji van êrîşan re gotine 'rawest e' û berê xwe daye berxwedanê, ku yekane alternatîfa rast e. Em bang li tevahiya gelê xwe bi taybetî jî ciwanên Kurdistanê dikin, ku bi lezgînî xwe li ser bingeha wezîfeya parastina xwerêveberiyan bi rêxistin bikin û li dijî êrîşên ji AKP'ê werin li ber xwe bidin.

'DIVÊ LI SER BINGEHA XWEPARASTINÊ RÊXISTINBÛYÎN PÊK WERE'

Girîng e li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê, li dijî êrîşên li hemberî îlanên xwerêveberiyê, li ser bingeha xweparastinê rêxistinbûyîn bê çêkirin û xwedî li hemû herêmên rastî êrîşan tên bê derketin. Divê nîşan bide ku ti hukmê desthilatdariya bi tena serê xwe ya AKP'ê li Kurdistanê nîne, li Kurdistanê otorîteya bi tenê hêzên demokratîk û azadiyê yên gelan e û rêxistinbûyîna wê ya xweser a demokratîk e."

'EM WEZÎFEYA ÎNSANÎ BI CIH BÎNIN'

Di dawiya daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê de ev xal hat destnîşankirin: "Li hemberî komkujiyên dewleta AKP'ê kiriye û wê bike, em careke din raya giştî hişyar dikin; Em bang li tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê bi taybetî jî ciwanên Kurdistanê dikin ku qadên xwerêveberiyê biparêzin; em bang li tevahiya derdorên demokratîk dikin ku li hemberî komkujiyên li dijî mafê gelê me yê xwerêveberiyê bên kirin, wezîfeya xwe ya însanî bi cih bînin."