Dewletê li Geverê 2 ciwan qetil kir!
AKP a ku li Geverê di hilbijartinan de têk çû, dest bi operasyonê kir. Di vê operasyona hêzên çekdar ên AKP'ê de 2 ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Li hemberî êrîşan gel li ber xwe da û polîs ji taxê qewirand.

Li navçeya Colemêrg Geverê, hêzên dewletê piştî îlana xwerêveberiyê ji 12'ê Tebaxê û vir ve her roj bi hişmendiye komkujiyê êrîşî gelê navçeyê dike. Gelê navçeyê ji sedî 94 jê dengê xwe da HDP'ê û bersiv da AKP'ê. Îro seat di 09.30'an de tîmên taybet û polîs bi wesayîtên zirxî hewl dan têkevin taxa Cûmhûriyet. Welatiyên taxê li hemberî êrîşê li ber avahiya Mala Gel kom bûn û bi berxwedana xwe nehiştin polîs têkevin taxê.
Tîmên taybet bombe avêtin kuçeyên ku benda lê hatibûn danîn û ji wesayîtên zirxî tax gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanê 20 salî Dogan Dogma û ciwanê 18 salî Çetîn Dara ji sînga xwe bi giranî birîndar bûn. Welatiyan her du ciwan li betaniyan pêçandin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Tevî hemû hewldanên rizgarkirinê jî Dogma û Dara li nexweşaneyê jiyana xwe ji dest dan. Hêzên dewletê yên ku her du ciwan qetil kirin bi wesayîtên zirxî dora nexweşxaneyê dorpêç kirin . Hat ragihandin ku cenazeyê herdu ciwanan rakirin morgê.
Dema ku welatiyan herdu ciwanên birîndar rakirin nexweşxaneyê ji 7 salî heta 77 salî her kes derket kolanê û li hemberî êrîşa polîsan li ber xwe dan. Welatiyan bi tilîliyan, dirûşman û çalakiya derxistina deng bersiv dan êrîşan. Berxwedan gel li seranserê taxê berfireh bû û polîs dawî li êrîşên xwe anîn. Welatiyan bi keviran da pey wesayîtên polîsan heta navenda sûkê ew qewirandin. Piştî êrîşê welatî ji navenda sûkê heta cihê ku herdu ciwan lê hatin qetilkirin meşiyan û li taxê dest bi nobetê kirin.
Hat zanîn ku nobeta welatiyan li taxê didome û cenazeyê her du ciwanan hêj li morga nexweşxaneyê tên rawestandin.