Zarokek li Kerboranê hat girtin

Li Kerboranê zarokê 17 salî yê bi navê Î.K. ê polîsan ji bo îfadeyê bang lê kirin bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.

Li Kerboranê zarokê 17 salî yê bi navê Î.K. ê polîsan ji bo îfadeyê bang lê kirin bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.

Zarokê bi navê Î.K. ê li Taxa Bahçe başi ya navçeya Kerborana Mêrdînê dimîne, ku polîsan ji bo îfadeyê bide bang lê kirin piştî îfadeyê hat binçavkirin. Î. K.piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê sewqî dadgehê hat kirin.

Dozger Î.K. bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” sewqî Dadageha Sulh Ceza kir. Î.K. hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Midyadê.

Li gel vê muşahîdê HDP’ê Eytullah Ber (23) ê duh hatibû binçavkirin îro danê nîvro hat berdan.