Daristana Bajêr a Amedê pêşkêşî leşkeriyê hat kirin

Wezareta Bajarvanî û Hawidorê, Daristana Bajêr a ji 2 hezar 900 donimî ya li navçeya Amed Peyasê, da Fermandariya Jendermeyan a bajêr.

Wezareta Bajarvanî û Hawidorê, Daristana Bajêr a ji 2 hezar 900 donimî ya li navçeya Amed Peyasê, da Fermandariya Jendermeyan a bajêr.

Bi vê yekê re wê yekîneyên leşkerî, lojman û depoyên cebilxaneyan ên li navenda bajêr li vê herêmê werin bicihkirin. Li gorî vê biryara Wezaretê, ev herêm di heman demê de wê weke herêma berdana çekan a leşkeriyê, bê îlankirin.

Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, ji bo Herêma Daristana Bajêr a nû jî, herêma gundê Gommetaşê diyar kir.

Ev biryar di 15'ê Cotmehê de hat wergirtin û ji bo dijderketinê mehek dem hat dayîn.

Eger heta 15'ê Mijdarê rêveberiyên herêmî, rêxistinên civakî yên sivîl û welatî li dijî vê biryarê dernekevin, wê Daristana Bajêr a Amedê ya ji 2 hezar 900 donimî weke depoya cebilxaneyan, cihê berdana çekan û weke herêma leşkerî bê ragihandin.