Unal ê bi guleya polîsan hat qetilkirin spartin axê
Li Qoser Ahmet Unal ê di êrîşa polîsan a li hember protestoya komkujiya Enqereyê de bi guleya polîsan ji zikê xwe birîndar bibû û ev 16 roj bûn dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li Qoserê ji aliyê sedan kesî ve hat defnkirin.
ANF
MÊRDÎN
duşem, 2 sermawezê 2015, 21:28
Li navçeya Qoser a Mêrdînê, Ahmet Unal ê di êrîşa polîsan a li hember protestoya komkujiya Enqereyê de bi guleya polîsan ji zikê xwe birîndar bibû û ev 16 roj bûn dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li Qoserê ji aliyê sedan kesî ve hat defnkirin.
Li Qoserê êvara 18’ê Cotmehê ku komkujiya Enqereyê dihat protestokirin polîsan bi guleyên rastî êrîşî gel kirin. Di êrîşa polîsan de Omer Sertkaya ji lingê xwe, Ahmet Unal jî ji zikê xwe bi giranî birîndar bibû. Unal piştî mudaxeleya yekemîn a li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Unal li nexweşxaneya ku 16 roj in dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Unal piştî otopsiyê ji bo bê veşartin ku dianîn Qoserê, di ketina Mêrdînê ji aliyê rêxistinên bajêr û navçeyan ên DBP, HDP yên Mêrdînê, MEYADER, Dayikên Aştiyê, Nûnerên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, heyeta Fransî ya ji bo çavdêriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê hatibû û sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Girseyê cenazeyê Unal paşê bi konvoyeke ji dehan wesayîtan ber bi Qoserê bir. Cenazeyê Unal ku anîn Goristana Mezotopya ya li Taxa Mezopotamya a Qoserê li vir ji aliyê sedan kesan ve piştî wecîbeyên olî hat defnkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê Şaxa MEYADER a Qoserê Halîl Togûç got: ”Kesên difikirin ku wê bi mirinan me tine bikin, bila zanibin em ti carî namirin.”
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Mûsa Alkan jî got: “Em dizanin ku ev xak ji xwînê têr bûn. Lê zilm û zorbetî hê jî didome. Têkoşîn jî li hember wan tê dayîn.”
Piştî axaftinan girse bi dirûşma, “Şehîd Namirin” belav bû.