EWROPA
Hemû Nûçe
-
Salvegera damezrandina PKK'ê li Reîmsê hate pîrozkirin
Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Reîmsê bi şahiyekê hate pîrozkirin. -
Dewleta Tirk li Ontarioyê hat protestokirin
Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn, dewleta Tirk li ber avahiya Parlamentoya Federal a Ontario protesto kirin. -
KCDK-E: Werin em li Dusseldorfê bicivin û xwedî li rûmeta xwe derkevin
KCDK-E got, “Roj roja xwedîderketina li rûmet û siberoja xwe ye” û ji bo meşa navendî ya 12’ê Mijdarê li Dusseldorfê li dijî êrîşên kîmyewî bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Li Den Haag û Mannheîmê civînên gel
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê û bajarê Mannheîm ê Elmanyayê civînên gel hatin lidarxistin û rewşa dawî ya siyasî hate nirxandin. -
Li Basel û Freîbûrgê civîn bi gel re hatin kirin
Bi taybetî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gerîla, geşedanên siyasî yên dawîn ên li Kurdistanê bi civînên bi gel re yên li Basel û Freîbûrgê, hatin niqaşkirin. -
Di Maça Global Boks de êrîşên kîmyewî hate şermezarkirin
Li bajarê Oberhaûsen ê Elmanyayê, di dema Maça Global Boks de êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bi hildana pankartekê hate şermezarkirin. -
Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin
Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi şahiyekê hate pîrozkirin. -
Dokûmantera LÊGER li Stockholmê hate nîşandan
Dokûmantera li ser rêwîtiya Kurdên Anatoliya Navîn, ku ji hêla derhêner Esîn Akgül û Ömer Leventoğlu ve hate amadekirin, li Stockholmê hate nîşandan. -
Dewleta Tirk li Roûenê hat protestokirin
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, li bajarê Roûen ê herêma Normandiya ya Fransayê hat protestokirin. -
Li Tampereyê serhildana li Rojhilat û Îranê hat silavkirin
Li bajarê Tampere yê Fînlandiyayê, ji bo piştgirîdayîna serhildana gelan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî hat lidarxistin. -
Li Atînayê êrîşên kîmyewî hat protestokirin
Li Atînayê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastiyê yên Medyayê pêk tîne, bi pêşengiya TCŞ’ê meşek hat lidarxistin. -
Polîsên Fransî erîşê çalakiya ciwanan kir
Li Parîs a Paytexta Fransayê polîsên Fransî êrîşê ciwanên li Birca Eyfelê çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xistin, kir. -
Li Pforzheîm û Stûttgartê li dijî êrîşên kîmyewî meş hatin lidarxistin
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, li bajarên Pforzheîm û Stûttgartê bi çalakiyan hat protestokirin. -
Kurd li Elmanyayê li dijî êrîşên kîmyewî meşiyan
Kurd li Ashaffenbûrg, Saarbrucken û Freîbûrgê li dijî êrîşên kîmyewî meşiyan. -
Heyva Sor li Lîvornoyê merasîmek li dar xist
Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê Mezzalûna Rossa Kurdistan (Heyva Sor) merasîmek li dar xist. Kurd û dostên wan ên Îtalî tevlî merasîmê bûn. -
Li Ewropayê xebatên diyaloga di navbera Kurd û Ereban de
Li bajarê Bachûm ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdan û Înisîyatîfa Toleransê ya Elmanyayê bi sernavê Hevgirtin û Hevkariya Kurd û Ereban civînek hate lidarxistin. -
Li Marsîlyayê Kurdistanî li dijî êrîşên kîmyewî meşiyan
Li Marsîlyayê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk meşiyan. -
Li Marsîlyayê çalakiya bi kon di roja sêyemîn de jî domiya
Ji bo protestokirina êrîşên kîmyewîyên dewleta Tirk li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya bi kon hatibû destpêkirin. Çalakî di roja sêyemîn de jî domiya. -
Li dijî qedexeya li ser PKK’ê li Krefeldê îmze hatin berhevkirin
Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê bi organîzasyona Înîsiyatîfa Jinan a Şehîd Ekîn Wan, stand hat danîn û li dijî qedexeya li ser PKK’ê gelek îmze hatin berhevkirin. -
Êrîşa li ser Şengalê li Hannoverê hat şermezarkirin
Êrîşa ku dewleta Tirk a dagirker duh li Şengalê pêk anî û di encamê de kesek şehîd bûbû, li bajarê Hannover ê Elmanyayê hat şermezarkirin. -
Tevgerên ciwanên Kurd li gelek welatan çalakî li dar xistin
Tevgerên ciwanên Kurd li gelek welatên Ewropayê êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şermezar kirin. Li ber konsolxaneya Tirk a li Parîsê çalakiyek hate lidarxistin, li Berlînê pankarteke mezin hate daliqandin, li Atînayê jî meşek hate lidarxistin. -
Li Arjantînê kampanya li dijî êrîşên kîmyewî berfireh dibe
Kampanya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî, ku li Arjantînê ji aliyê Komîteyên Piştevaniya Kurdistanê ve hate destpêkirin, berfireh dibe. -
Ji bo meşa 12'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê hate kirin
Rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî dike şermezar kirin û gotin “Werin em bi ruhê yekîtiya neteweyî, bikaranîna çekên kîmyewî yên li Kurdistanê bidin sekinandin." -
Li Marsîlyayê çalakiya konvedanê berdewam dike
Çalakiya konvedanê a li bajarê Marsîlya yê Fransayê dest pê kir, di roja duyemîn de berdewam dike. -
Li Hannoverê çalakiya parastina ziman û çanda Kurdan
Çalakgerên li bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin ba hev, li dijî êrîşên qirkirinê yên berpêyî çanda Kurdan çalakî li dar xist.