Li Marsîlyayê Kurdistanî li dijî êrîşên kîmyewî meşiyan
Li Marsîlyayê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk meşiyan.
Li Marsîlyayê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk meşiyan.
Bi pêşengiya Tevgera Aştiyê ya Fransa ya CDK’ê ya Marsîlyayê li Qada Vîeûx Portê meşek hat lidarxistin. Tevgera aştiyê, sosyalîst û sendîka jî tevlî meşê bûn.
Girseya ku êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk şermezar kirin, ber bi walîtiyê ve meşiyan. Li ser rêya tramwaya Castellane bi zimanê Fransî dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Dîktator Erdogan", "Ji Kurdistanê re statû" û "Ji Ocalan re azadî" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de pankarta wêneyên 17 gerîlayên bi êrîşên kîmyewî şehîd bûne, li ser hebû hatin hilgirtin. Her wiha bêdengiya Ewropayê jî hate şermezarkirin.
Çalakî bi axaftinên saziyên Fransî bi dawî bû.