EWROPA
Hemû Nûçe
-
Çalakiya standê ya li Selanîkê 4 roj in berdewam e
Li bajarê Selanîk ê Yewnanistanê, şerê qirkirinê yê bi çekên kîmyewî yê artêşa AKP-MHP’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi standa ku hat vekirin, hat teşhîrkirin û li dijî qedexeya li ser PKK’ê îmze hatin berhevkirin. -
KONGRA-GEL: Komkujiya Taksîmê plana tarî ya faşîzma AKP-MHP'ê ye
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL êrîşa li Stenbolê ya 13'ê Mijdarê şermezar kir û got, "Planeke tarî ya faşîzma AKP û MHP'ê ye." -
Li Hannoverê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk çalakî hate kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê li hemberî êrîşên kîmyewî li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk çalakiyek kir. -
Komîteya Kar û Çalakiyên 100 saliya Peymana Lozanê wê bernameya xwe eşkere bike
Hevserokên KCDK-E bang li hemû Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn kir ku beşdarî civîna çapemeniyê ya ku Komîteya Kar û Çalakiyên 100 Saliya Peymana Lozanê bibin ku wê bernameya 100. Salî ya Lozanê eşkere bike. -
Tûrhalli: Her Misilman divê li ber artêşa Tirk rabe
Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Tûrhalli anî ziman ku dewleta Tirk ji ber ku li dijî gerîla neserketî ye, çekên kîmyewî bi kar tîne. Tûrhalli destnîşan kir ku her kesên Misilman û xwe 'mirov' dibîne divê li ber artêşa Tirk rabe. -
Êrîşên bi çekên kîmyewî li ber Balyozxaneya Tirk a Munîhê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li ber Balyozxaneya Tirk a Munîhê bi çalakiyekê bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî protesto kir. -
Elewiyan çelenga reş danîn ber avahiya Balyozxaneya Tirk a Londonê
Rêxistinên Elewiyan ên ku li ber Balyozxaneya Tirk a li Londonê hatin ba hev, bertek nîşanî pêşnûmeqanûna “Serokatiya Çand û Cemxaneya Elewî Bektaşî” da û çelenga reş danîn ber avahiya Balyozxaneya Tirk a li Londonê. -
Li Selanîkê çalakiya standê
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, li bajarê Selanîkê bi çalakiya standê hate teşîrkirin. -
Li Parîsê konferansa têkiliyên Kurd û Ereban hate lidarxistin
Li paytext Parîs’ê konferansek bi navê ‘Ji Dîrokê Heta Îro Têkiliyên Kurd û Ereban’ hate lidarxistin. -
Êrîşên bi çekên kîmyewî li Lavrîoyê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li Lavrîoyê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. -
Li Velbertê şehîd hatin bibîranîn
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Melîha Çuruk, Behçet, Şengul, Tûncay Turkgucu, Umît Ozen ên di demên cuda de şehîd bûn û 17 gerîlayên di encama êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Verbertê hatin bibîranîn. -
Li Atînayê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meş
Ciwanên Kurd ên li Atînayê dijîn, bi meşa meşaleyî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. -
Parêzer Çelîk: Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan zêdetir xebat bên meşandin
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi sernavê ‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan‘ konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de parêzer Omer Çelîk axivî û got: “Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan zêdetir xebat bên meşandin.“ -
Komeleyeke din a Kurdan li Fransayê hat vekirin
Komeleya Çanda Kurd a Engîn Sîncer li bajarê Avîgnon ê başûrê Fransayê bi civînekê hat vekirin. -
Tevgerên ciwanên Kurd li Londonê çalakiyek girseyî li dar xistin
Tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TêkoJIN li Londonê ya paytexta Îngilistanê merasîmek li dar xistin. Di merasîmê de banga têkoşînê hat kirin. -
Seyîd Riza û hevrêyên wî li Frankfurtê hatin bîranîn
Elewiyên ku li ser banga Kongreya Avakirina Dêrsimê li Navenda Çanda Elewiyan a Oberûrselê ya Frankfûrtê hatin cem hev, Seyît Riza û hevrêyên wî yên 85 sal berê hatin darvekirin bi bîr anîn. -
Çalakiya Standê ya li Selanîkê di roja 2’yemîn de ye
Standa ku li bajarê Selanîk ê Yewnanîstanê ji bo agahdarkirina gel têkildarî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker hate vekirin di roja xwe ya 2’yemîn de didome. -
KCÊE'yê salvegera 7'an a rizgarkirina Şengalê pîroz kir
KCÊE'yê bi daxuyaniyekê salvegera 7'an a rizgarkirina Şengalê pîroz kir û biryardariya ji bo parastina destketiyan destnîşan kir. -
KCDK-E: Peyama di 12'ê Mijdarê de hate dayin divê baş bê fêhmkirin
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK) bal kişand ser çalakiyên 12'ê Mijdarê yên li Dusseldorfê û gelek welatên Ewropayê û destnîşan kir ku peyama di van çalakiyan de hatiye dayin divê baş bê fêhmkirin. -
Li Viyana û Bordeaûxê êrîşên kîmyewî hatin protestokirin
Bi boneya Roja Grevê ya Navneteweyî Li dijî Çekên Kîmyewî li Ewropayê, li bajarên Viyana û Bordeaûxê Kurd û dostên wan daketin qadan. -
Kurdan êrîşên kîmyewî û hevkariya Swêdê ya bi Tirkiyeyê re şermezar kirin
Kurdan li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiya dewleta Swêd a li hemberî van sûcan, li Stockholmê çalakî li dar xistin. -
Li ber avahiya Serokwezîrtiyê protestoya ‘kîmyewî’
Kurdan û dostên wan li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya Îngilistanê rê li trafîkê girtin û bêdengiya Îngilistanê ya hemberî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, protesto kirin. -
Di merasîma bîranînê ya 13 anarşîstan de, peyama piştevaniyê ya bi gerîla re
Ji bo bîranîna bûyerên 9’ê Mijdara 1932’an ku hêzên dewleta Swîsreyê êrîşê mîtîngek antîfaşîst kiribû, merasîmek bîranînê ya ji gel re vekirî hat lidarxistin. Di merasîmê peyama piştevaniyê ya bi gerîla re hat dayîn. -
Li Lîmasolê êrîşên kîmyewî hatin protestokirin
Li Lîmasolê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin, di maça futbolê de bi du pankartên cuda yên mezin re bal kişandin ser êrîşan û peyama dilsoziya bi gelê Kurd re hat dayîn. -
Kurdan li Marsîlyayê jiyan rawestand
Zêdeyî 7 hezar Kurdistanî û dostên wan ên li Başûrê Fransayê dijîn, di Roja Grevê ya Navneteweyî ya Li dijî Çekên Kîmyewî li Ewropayê, berbi qada Canebîere ve herikîn.