EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Liege êrîşên dagirkeriyê hatin şermezar kirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û herêmên gerîla li bajarê Liege yê Belçîkayê bi meşekê hate şermezar kirin. -
FDP: Êrîşên dewleta Tirk nayên qebûlkirin
Berdevkê Karên Derve ya FDP’ê ya ku ew jî şirîkê hikumetê ye, Ulrich Lechte êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava şermezar kir û got, "Divê bi lezgîn ev êrîş bên lêkolînkirin." -
Li Ewropayê çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê didomin: Li Rojava xwedî derkeve
Li gelek navendên Ewropayê bi mitîng û meşên hatin lidarxistin êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Montpellîerê hat protestokirin
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê û bêdengiya civaka navneteweyî bi çalakiyekê li bajarê Montpellîerê Fransayê hatin protestokirin. -
LFI-NÛPES’ê banga tevgerînê li Fransa û civaka navneteweyî kir
Parlamenterên Koma LFI-NÛPES’ê bang li Fransa û civaka navneteweyî kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bikevin nava liv û tevgerê û gotin: “Ev êrîşên bi ser Kurdên şervan ên li dijî DAÎŞ’ê, divê demildest bên rawestandin.“ -
Êrîşên dewleta Tirk di rojeva Parlamentoya Ewropayê de ye
Parlamentoya Ewropayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir rojeva xwe. Di rûniştinên 12-15'ê Kanûnê yên Strasboûrgê de biryar hat dayîn ku rûniştinek bi navê "Êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li dijî Bakurê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Iraqê" bê lidarxistin. -
Li Zanîngeha Kolnê êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin
Endamên Jinên Xwendkar ên Kurdistanê (JXK) yên Aachenê û komek jinên ciwan ên enternasyonalîst a li Kolnê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. -
Ciwanên Kurd wê bi OHCR’ê hevdîtinê bikin
Tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TêkoJIN, li Ofîsa Serkomîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê (OHCR) çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xist. Tê payîn ku ciwan êvarê hevdîtinê bi rayedaran re bikin. -
KCDK-E’yê banga tevlêbûna meşên roja 26’ê Mijdarê kir
KCDK-E’yê banga tevlêbûna meşên li dijî qedexe û polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên Elmanyayê ku wê 26’ê Mijdarê bên lidarxistin, kir. -
Kurdên li Rûsyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk li hev kom bûn
Li herêma Krasnodar ê Rûsyayê Kurdistanî li dijî êrîşên dewleta Tirk li hev kom bûn. -
Ji Latîn Emerîka û Efrîkayê piştgiriya ji bo Rojava
Rojnamevan, tevger û partiyên siyasî yên ji Latîn Emerîka û Efrîkayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û bang kirin ku her kes li ber van êrîşan rabin. -
Ciwanên Kurd li ber ofîsa NY’ê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist
Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN, li ber Ofisa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê (OHCHR) a Cenevreyê çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxist. -
FED-DEM'ê ji bo meşa 26'ê Mijdarê ya li Berlînê bang kir
FED-DEM'ê ji bo meşa 26'ê Mijdarê ya li Berlînê banga tevlîbûnê kir, ku wê li dijî qedexeya li ser PKK'ê bê lidarxistin. -
Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê: Divê êrîş bêne rawestandin
Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê li Parlamenta Ewropayê ya li Strasbourgê civîneke çapemeniyê lidar xist û xwest, êrîşên dewleta Tirk bêne rawestandin. -
Li Lozanê çalakiya standê dewam dike
Çalakiya standê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her hefteyê li bajarê Lozanê tê danîn, dewam dike. -
Kurdên li Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan in - HATE NÛKIRIN
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, di roja 4’an a êrîşên dewleta Tirk de dîsa li qadan bûn û peyama “Eger ku dijmin çavên xwe sor kiribin, em jî neçar in ku bi zanebûna neteweyî, li dijî van êrîşan bibin bersiv” dan. -
Enternasyonalîstên Swîsreyî: Piştgiriya gelê Rojava bikin!
Kampanyaya “Em niha bi hev re tevbigerin“ a Riseup4Rojava ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Cenevre û Lûzernê dest pê kir. -
Wezareta Karên Derve ya Fransayê daxuyanî li ser êrîşên dewleta Tirk da
Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê bang kir ku demeke wiha, hêj DAÎŞ li herêmê gefeke mezin e, tu hewileke ku pê aramiya herêmê xera bibe û bikeve xeteriyê, neyê kirin. -
‘Bêdengî hevkariya qetlîamê ye, êrîşan rawestînin‘
Çalakgerên Cenevreyê, banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk li NY’yê kir û destnîşan kir ku ew ê li têkoşîna Hêzên Azadiyê yên Kurd bibin xwedî. -
Çalakiya konvedanê ya li dijî êrîşên kîmyewî sê roj in berdewam e
Çalakiya konvedanê ya li dijî êrîşên kîmyewî li Qibrisê, sê roj in berdewam e. -
Şaredarê Grigny: Dewleta Tirk sivîlan dikuje
Şaredarê Grigny Philippe Rio li çalakiyê axivî û got, "Dewleta Tirk sivîlan qetil dike. Divê em bi gelê Kurd re bin." -
KON-MED'ê banga tevlîbûna meşa li Berlînê kir
KON-MED’ê li hemberî qedexeya li ser PKK'ê bang li hemû kesê kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî meşên 26’ê Mijdarê bibin. -
FED-KURD’ê li dijî qedexeya li ser PKK’ê banga meşa li Berlînê kir
FED-KURD'ê bang li hikumeta Elman kir ku bila "Qedexeya li ser PKK'ê rake, xizmeta aştî û demokrasiyê bike" ji bo meşa di 26’ê Mijdarê de ya li dijî qedexeya li ser PKK’ê bang kir. -
Nobeda Azadiyê di hefteya 544'an de ye
Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 544'an de bi jinên Rojavayî dewam dike. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin, berxwedana Rêberê Gelê Kurd a li Îmraliyê berxwedana mirovahiyê ye. -
Seroka Parlamentoya Ewropayê Metsola: Em ê li ser êrîşan gotûbêjê bikin
Seroka Parlamentoya Ewropayê Metsola destnîşan kir ku demeke wiha ya jin rû bi rûyê êrîşan in û mirov bi awayê jeopolîtîk di tengasiyê de ne ew êrîşên wiha bi tu awayî qebûl nakin û got ku ew ê di komîteyên ewlehiyê de li ser mijarê bisekinin.