EWROPA
Hemû Nûçe
-
‘Bêdeng nemînin û demildest tevbigerin‘
Kurdistanî û enternasyonalîstên li ber Parlamentoya Fransayê hatin ba hev, bêdengiya hikûmetê ya li hemberî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk rexne kirin û banga bi erka xwe rabin kirin. -
Fransa: Dema Tirkiye êrîş dike çeteyên DAÎŞ’ê derfeta revê bi dest dixin
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastian Lecornû diyar kir êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser destkeftiyên li dijî DAÎŞ’ê xetereyê çêdike û çeteyên DAÎŞ’ê hewl didin birevin. -
KCDK-E: Ji bo tenduristî û ewlehiya Rêber Apo em seferber bibin
KCDK-E'yê piştî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir ku fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di asta bilind de ne û got, "Em bang li we dikin ku bi awayekî aktîf tevlî çalakiyên 3'ê Kanûnê bibin.” -
Hejmara nû ya Newaya Jin bi manşeta 'Ev sedsal a me ye' hate weşandin
Nivîskarên Newaya Jin têkoşîna jinê, çalakî, destketî û pêşketinên jinan nirxandin. -
Hejmara Mijdarê ya Serxwebûnê hate weşandin
Hejmara 491'ê ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta "PKK'ê herikîna dîrokê guherand" hate weşandin. -
Sûcên şer ên dewleta Tirk li gelek bajaran hatin protestokirin - HATE NÛKIRIN
Sûcên şer û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê, li bajarê Den Haag û gelek bajarên din ên Ewropayê hatin protestokirin. -
Heyva Sor ji bo Rojhilatê Kurdistanê dest bi kampanyayê kir
Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ku rû bi rûyê qetlîam û êrîşên dewleta Îranê ne, dest bi kampanyayê kir. -
TJK-E: Em li dora Rêber Apo bicivin
TJK-E’ê bang kir, “Demildest ji bo azadî û rewşa Rêber Apo bikevin tevgerê û li dora Rêber Apo bibin xelek.” -
TCŞ û TekoJIN: Divê bênavber çalakiyên li dijî tecrîdê bidomin
Koordînasyona TCŞ û TekoJIN bal kişand li ser daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û got, “Divê çalakiyên encamgir ên li dijî tecrîdê bidomin.” -
Li Zanîngeha Vaihingenê çalakiya bêîteatiya sivîl
Ciwanên Kurd li Zanîngeha Vaihingenê ketin hundirê dersxaneyê û ji xwendekaran re qala sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê kirin. -
Li Bolognayê çalakiya piştevaniyê ya bi Rojava re hat lidarxistin
Li bajarê Bologna yê Îtalyayê, bi armanca piştevaniya bi Kurdan re li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê, bi tevlêbûna gelek sazî û tevgeran meşeke girseyî hat lidarxistin. -
Li Dusseldorfê li dijî tecrîdê çalakî
Piştî ku hat bihîstîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT’yê re red kiriye, li Dusseldorfê çalakî hat lidarxistin. -
KCDK-E: Divê CPT demildest daxuyaniyê bide û rewşê zelal bike
KCDK-E’yê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku divê CPT demildest têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyê bide û got: “Çima CPT rastiyê ji gelê Kurd vedişêre, em demildest daxwaza daxuyaniyê dikin.“ -
Li dijî êrîşên çekên kîmyewî banga tevlîbûna meşê hat kirin
CDK-S û YJK-S’ê bang li Kurdistaniyan kir ku di 30’ê Mijdarê de li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî kom bibin. -
27'ê Mijdarê li Moskowayê hate pîrozkirin
Kurdên li Moskowayê, salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Stavropolê hate pîrozkirin
Li bajarê Novoalêksandrovkê yê herêma Stavropolê, salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyekê hate pîrozkirin. -
Saziyên Êzidî yên li Ewropayê pêvajoya rojî û cejnan pîroz kirin
"Em bang li tevahiya civaka xwe dikin, bi taybetî jî bang li civaka xwe ya li Ewropayê dikin ku xêr-xêrat- û alîkariya xwe ya îsal jî bighînin civaka xwe ya ku pêwistî pê heyî, bi taybetî jî alîkariyê bidin kesên xwe yên li kampên Başûr û Şengalê." -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Helsînkiyê hate pîrozkirin
Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi şahiyekê hate pîrozkirin. -
Nobeda Azadiyê di hefteya 545'an de ye
Nobeda Edaletê ya li Strasbourgê di hefteya 545'an de bi koma ji welatparêzên li Darmstadtê dewam dike. Çalakgeran destnîşan kir ku di vê demê de divê ew li gel gerîla û Rêbertî erk û berpirsyariya xwe pêk bînin. -
Li Êrîvanê êrîşên dewleta Tirk hat şermezerkirin
Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê ji bo protestokirina dewleta Tirk a dagirker, meşek hat lidarxistin. -
Salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê li Torontoyê hat pîrozkirin
Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê, salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. -
Êrîşên dagirkeriyê li du bajarên Swîsreyê hat protestokirin
Êrîşên dagirkerî û bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser Kurdistanê didomîne, li bajarên Solothûrn û Lûzernê yên Swîsreyê hat protestokirin. -
Kurdên li Rûsyayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Komek ji Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê li hev civiya û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kir. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Kasselê hate pîrozkirin
Salvegera 44'emîn a damezrandina PKK'ê li bajarê Kasselê yê Elmanyayê hate pîrozkirin. -
27'ê Mijdarê li 3 bajarên Swêdê hate pîrozkirin
Kurdên li Swêdê tevî dostên xwe salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî li bajarên Stockholm, Goteborg û Borlangê hatin lidarxistin.