Sûcên şer ên dewleta Tirk li gelek bajaran hatin protestokirin - HATE NÛKIRIN
Sûcên şer û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê, li bajarê Den Haag û gelek bajarên din ên Ewropayê hatin protestokirin.
Sûcên şer û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê, li bajarê Den Haag û gelek bajarên din ên Ewropayê hatin protestokirin.
Li gelek bajarên Ewropayê sûcên şer û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Kurdistanê bi çalakiyan hatin protestokirin.
DEN HAAG
Kurdistaniyên li Hollanda û Belçîkayê û dostên wan, ji bo protestokirina bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekan (OPCW) ya li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatin ba hev.
Girseya piştî civîna bi sê rojan a OPCW’ê hat ba hev, nekirina lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên şer ên li dijî mirovahiyê yên li Kurdistanê protesto kirin.
Girseyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava û qetlîama dewleta Îranê ya bi ser Rojhilatê Kurdistanê jî protesto kirin.
Gava meşê bêyî navber dirûşmên “Zap, Avaşîn, Metîna, Berxwedana gerîla“, “Bijî Serok Apo“, “Bijî berxwedana Rojava“ û “Jin, jiyan, azadî“ hatin berzkirin. Danezanên bi bi Hollandî li gel hatin belavkirin.
Di çalakiyê de li ser navê Bij1 Vreer Verkerke û Hevserokê DEM-NED’ê Niyazî Dersim axivîn.
LÎVORNO
Kurd û endamên meclîsê yên Şaredariyê yên herêma Toscanayê ya Îtalyayê, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Endama Meclîsa Şaredariyê Barbara Boncîanî got ku divê bomberana dewleta Tirk a bi ser Rojava û Başûrê Kurdistanê divê demildest bê rawestandin û destnîşan kir ku ew ê ji bo ku dewleta Tirk bi berpirsyariya xwe rabibe ew ê bi piştgiriya konseya bajêr bi giştî têbikoşin.
Serokê Heyva Sor a Kurdistanê jî anî ziman ku hikûmeta Erdogan bi planên ku ji bo êrîşê Rojava bike amade dike, çeteyên DAÎŞ’ê xurt dibin.
BONN
Kurdistanî û dostên wan li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Bonn ê Elmanyayê, mîtîngek protestoyî li dar xistin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku êrîşên kîmyewî yên li hemberî gerîlayên azadiyê, tê wateya binpêkirina hiqûqê û NY bi bêdengiya xwe ya li hemberî vî sûcî, hevkariyê dike.
Di mîtîngê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Kujer Erdogan” hat berzkirin û bang li cihên berpirsyar hat kirin ku demildest tevbigerin.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, hat protestokirin.
Kurdistanî û rêxistinên çepgir, li Goetheplatz a Frankfûrtê hatin ba hev û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û êrîşên wê yên li ser Rojava protesto kirin.
Di daxuyaniya hat dayîn de, di serî de OPCW bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, hatin protestokirin. Bê navber dirûşmeyên “Xelkê Rojava ne bi tenê ye” û “Tirkiye bombebaran dike, Ewropa bêdeng e” hatin berzkirin.
VIYANA
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û ciwanên enternasyonalîst, li Avahiya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGÎT) ya li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li dijî êrîşên kîmyewî yên li ser Kurdistanê, çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanan li ber avahiya AGÎT’ê pankarta “Endamê AGÎT’ê Tirkiye, li Kurdistanê gaza kîmyewî bi kar tîne” vekir û ji bo balê bikêşînin ser bikaranîna çekên kîmyewî, cilên spî li xwe kirin.
Di daxuyaniya hat dayîn de, wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a faşîst, li her çar parçeyên Kurdistanê, komkujiyê dike. Em ciwanên şoreşger ên Kurdistanê, em ê hesabê van komkujiyan bipirsin. Berpirsên tiştên ku li Kurdistanê diqewimin, hûn sazî ne. Yên ku hesabê vê yekê bidin jî, hûn in. Em li vir car din bang li ciwanên Kurd dikin. Em bi ruhê ‘Werin Cenga Azadiyê’ li ber dagirkerî û qirkirinê rabibin û bersiva pêwist bidin dewleta Tirk a faşîst.”
Her wiha axaftinên têkildarê pêvajoyê jî hatin kirin, çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Êrîşên kîmyewî rawestînin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
CENEVRE
Bi banga Defend Kurdistanê ku di çarçoveya “Roja Bibîranîna Qurbaniyên Şerê Kîmyewî yê Cîhanî“ de 28’ê Mijdarê-2’yê Kanûnê wek hefteya çalakiyan ragihand, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî meş hat lidarxistin.
Bi sedan Kurdistanî û dostên Kurdan ku bi banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li Parka Cropettesê hatin ba hev, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşiyan ber avahiya NY’yê û banga tevgerînê li NY’yê kirin.
Beriya meşê bi deqeyekê rêz ji bo bibîranîna Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hat girtin.
Siyasetmedar Sitki Demîr li ser navê CDK-S’yê axavtinek kir û got ku dewleta Tirk a li nikare rê li ber bipêşveçûna Kurdan li çar aliyên Kurdistanê bigire, dest bi kirina sûcên li dijî mirovahiyê kiriye. Demîr got ku sedema bêdengiya NY’yê, Rûsya û Emerîkayê û dewletên din bazariya qirêj li ser pêşeroja Kurdan e û diyar kir ku ew ê li têşhîrkirina vê bazariyê dewam bikin.
Girseyê, piştî xwendina danezana bi Fransî, dirûşm berz kirin û meşiya ber bi Place des Natîons ku Ofîsa NY’yê lê ye. Di mîtînga li vir hat lidarxistin de li ser navê saziyan axavtin hatin kirin.
Alî Orak ê li ser navê Federasyona Karkerên Koçber ên Ewropayê (AGÎF) axivî, banga derketina xwedî li têkoşîna gerîla li dijî êrîşên rejîma faşîst a AKP/MHP’ê yên bi ser Kurdistanê, kir.
Di çalakiyê de peyama Sendîkaya Karkeran a Swîsreyê (ÛNÎA) hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê û bêdengiya civaka navneteweyî hatin şermezakirin û bi berdewamî ev tişt hatin gotin: “Li dijî bêdengiya hêzên emperyalîst zêdekirina piştevaniya enternasyonel a gelan giring e. Li Swîsreyê gelek Kurd dijîn û dixebitin, em sendîka nabe ku çavên xwe ji bêedaletiyê re bigirin. Diyarkirina çarenûsa xwe, aştiyeke adilane û mayînde mafê her gelî ye. Lewma divê mirov Kurdan nas bike û doza mafên wan ên bingehîn bike. Em hem bikaranîna çekên kîmyewî hem jî zextên li dijî yên van êrîşên hovane şermezar dikin jî, şermezar dikin.“
Piştî çalakiyê, girse di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye“ de serdana konê azadiyê kir ku li ber Ofîsa NY’yê hatiye vedan.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbruckenê hatin protestokirin û şervanên azadiyê hatin silavkirin.
Mîtîngê li ber baranê bi rêzgirtinê li ber Eûropagalerîayê dest pê kir. Piştre danezana KON-MED’ê hat xwendin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku rejîma AKP-MHP a faşîst bi polîtîkayên qirker car din li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sûcên dermirovî dike û hat destnîşankirin ku Erdogan ji dewlet û saziyên Ewropa yên durû cesaret digire.
Girseyê bi gotinên “Kujer Erdogan”, “NATO fînanse dike, dewleta Tirk qetil dike” êrîş protesto kirin û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gerîla” Şervanên Azadiya Kurdistanê silav kirin.
DUSSELDORF
Kurdistanî li bajarên Dusseldorf û Dûîsbûrg ên Elmanyayê hatin ba hev û li qadên ku avahiya navendî ya li Duseldorfê ya Partiya Keskan ku hevkarê hikûmeta Elmanya ye û Parlamentoya Eyaletê lê ne, mîtîng li dar xistin. Sûcên ên dewleta Tirk a faşîst ên li Kurdistanê, hat teşhîrkirin. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Terorîst Erdogan” berz kir û dosyaya ku têkildarî sûcên şer ên dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne, pêşkêşî rayedarên Partiya Keskan kirin.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi tevlêbûna gelê Kurd û dostên wan, mîtîngek hat lidarxistin. Dostên Kurdan diyar kirin ku gelê Kurd ne bi tenê ne, çi dibe bila bibe, wê bi ruhê Kobanê Kurdistanê biparêzin. Tevgera Ciwanên Şoreşger jî banga mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Bê navber dirûşmeyên “Ciwan fedaiyê Apo ne”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Ewropa fînanse dike, Erdogan bombebaran dike” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, bi organîzasyona NCKD’ê û Meclîsa Jinan a Sara meş û mîtîng hat lidarxistin.
Kurdistanî li Lûîsenplatzê meşiyan û êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakî piştî axaftin û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
ROMA Û CENOVA
Li bajarên Roma û Cenova yên Îtalyayê bi dirûşmeya “Em sûcên krîmînal dibînin; Rojava biparêze, Kurdistanê biparêze” mîtîng hat lidarxistin.
Mîtîng ji aliyê Rete Kurdistan ve hat lidarxistin û sendîkavan, parêzer û aktîvîstan axaftin kirin êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê şermezar kirin.
Di axaftinan de hat bibîrxistin ku gelê Kurd li Kobanê ji bo mirovahiyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û peyamên “Em deyndarê Kurdan in” û “Em bi gelê Kurd re ne” hatin dayîn.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
ZURÎH
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkJIN) û ciwanên enternasyonalîst ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên kîmyewî yên li hemberî gerîla, li qada Albîsrîederplatzê çalakiya bê îtatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên ku li qada Albîsrîederplatzê hatin ba hev, rê li trafîkê girtin. Ciwanan bi Elmanî û Kurdî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin. Polîsan mudaxeleyî ciwanan kir.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî çalakî hat lidarxistin. Bi çalakiya ku li Wassertûrmê hat lidarxistin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hat protestokirin.
MAÎNZ
Li îstasyona trenê ya navenda bajarê Maînz ê Elmanyayê, bi tevlêbûna bi dehan Kurdistaniyan li dijî êrîşên dewleta Tirk, mîtîng hat lidarxistin.
Di axaftinên hatin kirin de, wiha hat gotin: “Di şer de bikaranîna gazên bi jehr û kîmyewî, bi Protokola Cenevre ya 1925’an bi peymanek navneteweyî hatiye qedexekirin. Tirkiye wê demê di nava 36 welatên ku peymana navneteweyî îmze kirî de bû. Her wiha Tirkiye welatê yekem e ku Peymana Çekên Kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî îmze kirî ye. Wê demê çima ewên ku ew peyman îmze kirin, li hemberî van sûcan bêdeng in.” çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Endamên JXK’ê jî li Zanîngeha Wûppertalê li dijî êrîşên dagirkeriyê, çalakî li dar xistin.
WÛPPERTAL
Endamên Xwendevanên Jin ên Kurdistanê (JXK) a Koln û Aachenê li Zanîngeha Wûppertal a Elmanyayê, di sê waneyan de semîner dan û belavok belav kirin.
Armanca çalakiyê ew bû ku xwendevan têkildarî êrîşên kîmyewî û nukleer, agahiyan bidin û bal bikêşînin ser sûcên şer ên rejîma Tirk.
Jinên ciwan ên di waneyê de, ji bo bal bikêşin ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û berxwedana jinan, pankart û poster hildan.
Jinên ciwan di daxuyaniyên xwe de, qala êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û êrîşên kîmyewî yên bi pigiriya NATO’yê, kirin.
Jinên ciwan di heman demê de, banga tevlêbûna ji bo meşa ku wê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” 3’ê Kanûnê li seranserê Elmanya ji bo piştevaniya bi serhildana li Rojhilat û Îranê bê lidarxistin, kirin.
Xwendevanan di waneyan de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bila komkujiyên li Kurdistanê bi dawî bibe” berz kirin.
MUNÎH
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi Partiya Keskan a Bavyerayê re hevdîtin hat kirin.
Bi şandeyeke li ser navê Komuna Jinan a Sarayê û Meclîsa Civaka Kurd hat avakirin, bi Seroka Partiya Keskan a Eyaleta Bavyerayê Eva Letterbaûerê re hevdîtin hat kirin. Şandeyê diyar kir ku dewleta Tirk li bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdistanê dewam dike û bi armanca qirkirinê êrîşê Rojava dike û got: "Nebin hevkarê sûc."
Eva Lettenbaûerê anî ziman ku ew êrîşên bi çekên kîmyewî û êrîşên bi ser Rojava qebûl nakin û got ku di vî warî de dixebitin û ew ê mijarê bikin rojev û xebatên xwe bi hevparî bikin.
Kurdistaniyan da zanîn ku wê hevdîtinên wan bi sazî û partiyan re berdewam bin.
STÛTTGART
Saziyên şoreşger ên Tirkiyeyî û Elman jî piştgiriya mîtînga protestoyî kir ku li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hat lidarxistin.
Bi danezana hat xwendin, bal bi ser şerê xespkirina Rojava yê Erdogan û bikaranîna çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê de hat birin.
Di mîtîngê de bêyî navber dirûşmên "Şandina çekan ji Tirkiyeyê re demildest rawestînin", "Peydekirina gazên bi jehr ji Tirkiyeyê re ya NATO’yê û piştgiriya wê ji bo sûcên şer rawestînin", "Dawî li bazariya qirêj a li ser penaberan bi Erdogan re bînin", "Bijî piştevaniya enternasyonal" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
HAMBÛRG
Bi boneya Roja Bîranîna Mexdûrên Çekên Kîmyewî ya Cîhanî li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng ji aliyê Komîsyona Ciwanan a NCKD’ê ve li ber îstasyona trenê ya Sternschanze hat lidarxistin.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê, li ser navê Komîsyona Ciwanan daxuyanî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî ku bikaraîna çekên kîmyewî li gorî qanûnên gerdûnî sûc e, artêşa Tirk bi êrîşên li ser Kurdistanê vî sûcî dike û hat destnîşankirin ku dewletên li hemberî vê yekê bêdengin, hevkarê vî sûcî ne.
Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku di êrîşên kîmyewî de, gerîlayên HPG‘ê, YJA Star û gelek sivîl jî şehîd bûn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bo lêkolînkirina mijarê, divê şandeyek serbixwe biçe herêmê.
Kurdistaniyên ku tev li mîtîngê bûn, bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Terorîst Erdogan” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.
LÎMASOL
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên kîmyewî yên AKP-MHP a faşîst ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya hêzên navneteweyî, li ber Navenda Çanda Kurd a Teofîlosê hatin ba hev.
Girseyê li dijî êrîşên kîmyewî cilên spî li xwe kirin û heta ber Şaredariya Lîmasolê meşiyan. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, YPG û YPJ’ê hatin hildan û bi sedan belavok hatin belavkirin.
Li ber Şaredariya Lîmasolê mîtîng hat lidarxistin. Çalakgena ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girtin û bi Kurdî, Tirkî û Rûmî bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî PKK”, “PKK tolhildan”, “Dewleta Tirk a dagirker ji Kurdistanê bicehime”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Erdogan” û “Ji Kurdistanê re azadî” berz kirin.
Hêzên navnteweyî ku bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrîşên kîmyewî, hevkariya vî sûcî dike û bêdengiya raya giştî hat protestokirin.
Piştre siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axavtinek kir. Lezgîn wiha axivî: "Ev hêza dagirker a exlaqê şer jî xistiye nav dest û pêyan, wê li ber gerîla têk biçe. Derbeyên rojên dawîn ku gerîla li ser hev lê dixe êdî nikare veşêre. Wezîrê Şer Akar ji wê boneyê bi lez û bez çû ser sînor. Gerîla her buhusta çiyayên Kurdistanê ji dijmin re kir gor. Cihekê ku li çiyayên Kurdistanê gav biavêjin nemaye. Lê ev nayê wê wateyê ku şer qediyaye. Lewre Komara Tirkiyeyê ya dagirker û hêzên navneteweyî ku jê re dibin piştgir, ji ber derbeyên giran ji gerîla xwarine niha êrîşê Rojava dikin. Ya rast şer niha li her derê belav bûye. Em di pêvajoyeke hesas de ne. Ew çawa ku li her derê êrîşê Kurdan dikin, divê em jî şevçiraya berxwedanê ya li Zapê vêxistiye, bigihînin her derê. Heke bivê divê mirov jiyanê rawestîne. Ji ber ku dem dema azadiyê ye."
Serhat, têkildarê redkirina hevdîtinê bi şandeya CPT’yê re ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha got: "Rêber Apo 24 sal in bi awayekê bêhempa ji bo rastiyê têdikoşe. Faşîzm ji bo şikandina vê hêviyê tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj girantir dike. Bila her kes bizane ku em vê rewşê bi tu awayî qebûl nakin. Dem dema pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. "
BERLÎN
Li Berlîna paytexta Elmanyayê di roja wek Roja Bibîranîna Qurbaniyê Çekên Kîmyewî hatiye qebûlkirin de, mîtîng hat lidarxistin û sûcên şer ên dewleta Tirk hatin protestokirin.
Li ser navê Kurdistaniyên bi banga Meclîsa Jinan a Dest Danê û Meclîsa NAV-Berlînê li ber Meclîsa Federal a Berlînê hatin ba hev, Hevserokê Nav-Berlînê Erhan Firat, Nabî Kimran, Endamê Meclîsa Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz axivîn. Di axavtinan de banga derketina xwedî li têkoşîna gerîla hat kirin.