EWROPA
Hemû Nûçe
-
Salvegera damezrandina PKK’ê li eyaleta Saarlandê hate pîrozkirin
Li eyaleta Saarland a Elmanyayê, salvegera 44’emîn a PKK’ê hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî tev li pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de bertek nîşanê êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava hatin dayîn. -
Şehîd Gulîstan Tûtmaz li Fransayê hat bibîranîn
Ji bo gerîla Gulîstan Tûtmaz a 11’ê Mijdara sala 1999’an şehîd bû, li bajarê Reîms ê Fransayê merasîma bibîranînê hat lidarxistin. -
Gerîlayên YJA Starê Dilşad û Dilbirîn li Den Haagê hatin bibîranîn
Ji bo gerîlayên YJA Starê Rêvan Pîro Dilşad û Xwînda Dilbirîn, li bajarê Den Haag ê Hollandayê merasîma bibîranînê hat lidarxistin. -
Salvegera damezrandina PKK’ê li Mannheîmê hate pîrozkirin
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi organîzekirina Meclîsa Gel, salvegera damezirandina 44’emîn a PKK’ê bi girseyî hat pîrozkirin. -
Gelên li Lorîentê bertek nîşanê terora dewleta Tirk dan
Di civîna gelan a li bajarê Lorîent ê Fransayê hat lidarxistin de, êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin. -
PÎK: Bi ruhê neteweyî li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabin
Serokê Giştî yê PÎK'ê Hikmet Serbilind, têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û got: “Dewleta Tirk a dagirker, neyartiya hemû Kurdan dike. Divê her kes bi ruhê neteweyî li ber êrîşên dagirkeriyê rabin.“ -
Sê şehîdên jin li Swîsreyê hatin bibîranîn
Ji bo Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Cîlo yên ku di êrîşa dewleta Tirk a meha Mijdarê ya sala 2019’an de şehîd bûn, li bajarê Aaraû yê Swîsreyê merasîma bibîranînê hat danîn. -
ADGB: Em çalakiyan gur û geş bikin û li Rojava xwedî derkevin
ADGB’yê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û got: “Em çalakiyan gur û geş bikin û xwedî li Rojava derkevin.“ -
Endamê Parlementoya Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşan da
Parlamenterên endam ên PE'yê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan û gotin, “Êrîşan rawestînin. Dewleta Tirk herêmê tehdîd dike.” -
Kurdên li Ewropayê wê li dehan bajarî dakevin qadan
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E) ragihand ku Kurd tevî dostên xwe ê li Ewropa û Awûstralyayê, li dehan bajarî dakevin qadan. -
KONGRA-GEL: Li dijî faşîzma dewleta Tirk divê her kes seferber bibe
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ban gli her kesî kir ku li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker seferber bibin. -
Êrîşên li ser Rojava wê bikeve rojeva parlamenta Spanyayê
Senatora Baskê EH Bîldû Gorka Elejabarrieta ya li parlamentoya Spanyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kir û ragihand ku ew ê vê mijarê bibin rojeva parlementê. -
Platforma Olên Mezopotamya banga xwedîderketina li Kurdistanê kir
Platforma Olên Mezopotamya têkildarî êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek hevpar da û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li hemberî dijminê qirker bi hev re xwedî li Kurdistanê derbikevin. -
Êrîşên dagirkeriyê li Lîmasolê hatin şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Lîmasol a Qibrisê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de hate gotin, "Em ê her derê bikin qada berxwedanê." -
Rayedarê Kongreya Spanyayê li ber êrîşên li ser Rojava rabû
Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Spanyayê Antón Gómez Reino êrîşên li ser Rojava şermezar kir û bang li Yekîtiya Ewropa û Spanyayê kir ku li ber van êrîşan rabin. -
TCŞ û TekoJIN'ê bang li ciwanan kirin ku dakevin qadan
Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ û Koordînasyona TekoJIN bang li ciwanan kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dakevin qadan. -
TJK-E’ê ji bo parastina Kurdistanê bang kir
Tevgera Jinên Kurd li Ewropa (TJK-E) li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, ji bo “Parastina Kurdistanê” bang li tevahî Kurdistanî û hemû kesên ku aligirê mirovahiyê ne kir. -
Êrîşên dagirkeriyê li Stûttgartê hatin şermezarkirin
Kurdên li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava doh bi şev çalakî kirin. -
Mazlûm Tûnç û hevrêyên wî li Hambûrgê hatin bîranîn
Şehîd Mazlûm Tûnç û hevrêyên wî li Hambûrgê bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Li Hambûrgê polîs li pêşiya meşa li dijî dagirkeriyê bûne asteng
Li Hambûrgê, meşa gel a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hinceta alên YPG û YPJ'ê hate astengkirin. -
Li Nurnbergê şahiya azadiyê ya gelan
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê Kurdistanî bi dirûşma "Şahiya azadiyê ya gelan" di şevekê de li hev civiyan. -
Kurd li bajarên Fransayê li dijî êrîşan li qadan e
Li gelek bajarên Fransayê Kurdistanî daketin qadan û bi gotina "Ji Rojava bicehime" dewleta Tirk şermezar kirin. -
Li Ewropayê gel li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan e
Li gelek welatên Ewropayê Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên şer ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. -
KNK li ber êrîşan rabû, bang li NY, YE û DYE'yê kir
KNK'ê êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku bêdengiya NY, YE û DYE'yê wê were wateya qebûlkirina berpirsyariya encamên terora dewleta Tirk. -
KON-MED: Em bang li gelê xwe dikin ku Kobanê biparêze
Hevserokên KON-MED'ê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.