Êrîşên li ser Rojava wê bikeve rojeva parlamenta Spanyayê
Senatora Baskê EH Bîldû Gorka Elejabarrieta ya li parlamentoya Spanyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kir û ragihand ku ew ê vê mijarê bibin rojeva parlementê.
Senatora Baskê EH Bîldû Gorka Elejabarrieta ya li parlamentoya Spanyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kir û ragihand ku ew ê vê mijarê bibin rojeva parlementê.
Li gorî servîsa Îngilîzî ya ANF'ê Gorka Elejabarrieta got, "Em êrîşên dawî yên Tirkiyeyê yên li Rojava û Bakurê Iraqê bi tundî şermezar dikin. Gelê Kurd û bajarê Kobanê piştî ku di sala 2015’an de DAÎŞ’ê têk bir, careke din bû hedefa Tirkiyeyê.”
Gorka Elejabarrieta got, “Li ser bingeha rastiya ku ev êrîş binpêkirina qanûnên navdewletî û mirovî ne, em bang li Tirkiyê dikin ku dest ji hedefgirtina sivîlan berde. Divê civaka navneteweyî û bi taybetî Yekîtiya Ewropa û dewleta Spanya van êrîşan bi tundî şermezar bikin. Sibe (duşem) em ê vê mijarê li Senatoyê bînin ziman.