EWROPA
Hemû Nûçe
-
KCDK-E: Em 12'ê Mijdarê rabin ser piyan, beşdarî meşê bibin
KCDK-E'yê got, "12'ê Mijdarê em bi ruhê yekîtiya neteweyî rabin ser piyan û li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî tevlî meşan bibin." -
Ciwanan li Marsîlyayê çalakiya rê girtinê li dar xist
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo balê bikişînin bi ser êrîşên bi çekên kîmyewî, rêya sereke li çûyîn û hatinê girt. -
PYD-Ewropa, banga tevlêbûna meşa li Dusseldorfê kir
PYD-Ewropa, bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlêbûna meşa 12’ê Kanûnê ya li Dusseldorfê kir. -
Platforma Olên Mezopotamyayê banga tevlêbûna meşa li Dusseldorfê kir
Platforma Olên Mezopotamyayê bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlêbûna meşa 12’ê Mijdarê ya li Dusseldorfê kir. -
Çalakiya konvedanê ya li Dresdenê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya bi armanca protestokirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, li Dresdenê hat lidarxistin, di roja sisêyan de bi dawî bû. -
Çalakgerên Cenevreyê, banga tevlêbûna meşa 12’ê Kanûnê ya li Dusseldorfê kir
Kurdistanî, nêzê du salan e her roja Çarşemê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê ya li Cenevreyê çalakiyê li dar dixin. Kurdistaniyan vê hefteyê banga tevlêbûna meşa ku wê 12’ê Kanûnê li Dusseldorfê bê lidarxistin, kir. -
Jinên Kurd li ber Konseya Ewropayê çalakî li dar xist
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), ji bo protestokirina bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û bi daxwaza ku Konseya Ewropayê tevbigere, çalakiyek li dar xist. -
Ciwanên Kurd di lîstika fûtbolê ya FC St. Paûlî û Holsteîn Kîelê de çalakî li dar xist
Ciwanên Kurd, ji bo balê bikêşin li ser êrîşên bi çekên kîmyewî, di lîstika fûtbolê ya li Hambûrgê hat lîstin de xwepêşandaneke protestoyî li dar xistin. -
Li ber Parlamentoya Fransayê çalakî hat lidarxistin
Jinên Kurd, ji bo teşhîrkirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û ji bo ku hikûmeta Fransayê li dijî êrîşan tevbigere li ber parlamentoyê çalakî hat lidarxistin. -
Li Rûsyayê êrîşên bi çekên kîmyewî hat protestokirin
Kurdên li herêma Stavropol a Rûsyayê dijîn, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto kirin. -
Li Zanîngeha Goethe êrîşên bi çekên kîmyewî hate şermezarkirin
Ciwanên tevgerên xwendekarên Kurd YXK û JXK’ê ji bo sûcên şer ên dewleta Tirk eşkere bikin li Zanîngeha Goethe ya bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. -
Li avahiya WHO’yê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakiyek hate kirin
Ji bo protestokirina bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya ku dewleta Tirk bi van çekan êrîşî gerîlayan dike li avahiya Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê (WHO) ya li Cenevreyê çalakiyek hate kirin. -
FED-GEL- BW-Bayern ji bo meşa li Dusseldorfê bang kir
Hevserokên FED-GEL BW-Bayernê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir û cihê birêketina otobusan eşkere kir. -
Bi wekîlên Mera25 re li ser êrîşên kîmyewî hevdîtin hatin kirin
Nûnerên Navenda Çanda Kurd a Demokratîk têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevdîtin bi wekîlên partiya muxalefetê Mera25 re kirin. -
Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa li Dusseldorfê bang kirin
Siyasetmedarên Kurd û nûnerên saziyan ji bo meşa 12'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kirin û got, "Em xwedî li gerîla derkevin." -
Li Dresden û Halleyê çalakiya konvedanê
Ji bo protestokirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li Dresden û Halleyê çalakiya konvedanê. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê îmze hatin berhevkirin. -
Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
Raportorên Mafên Mirovan ên NY’yê gotin ku dewleta Tirk, qanûnên xwe ji bo çewisandina civakê bi kar tîne û daxwaza berdana Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci kir. -
Siyasetmedarên Kurd û nûneran banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê kir - HATE NÛKIRIN
Siyasetmedarên Kurd û nûnerên saziyan, banga tevlêbûna meşa ku wê 12’ê Kanûnê li Dusseldorfê bê li dar xistin, kir û got: “Em bêdengiyê bişikînin, jiyanê rawestînin û ji gerîla re bibin nefes.” -
FEDA: Wê Elewî serî li ber zilmê netewînin
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) diyar kir ku desthilata AKP-MHP‘ê dixwaze bi qanûnên vê dawiyê Elewîtiyê ji holê rake û got ku dê Elewî serî li ber zilmê netewînin. -
KON-MED: 12’ê Mijdarê li dijî êrîşên kîmyewî em berê xwe bidin Dusseldorfê
Hevserokên KON-MED’ê bi daxuyaniyekê bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku 12’ê Mijdarê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bi dirûşmeya 'Li dijî çekên kîmyewî roja greva neteweyî li derveyî welat' biherikin Dusseldorfê. -
Havîna 2022'an li Ewropayê herî kêm 15 hezar kes mirin
Hate eşkerekirin ku li Ewropayê di havîna 2022'an de herî kêm 15 hezar kes ji ber germê mirine. -
Li Dresdenê têkildarî êrîşên kîmyewî kon hate vedan
Ji bo li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî agahî bi raya giştî re bêne parvekirin, li bajarê Dresden ê Elmanyayê kon hate vedan. -
Hiqûqnasên Belçîkayî bang li NY’ê kirin ku li ser êrîşên kîmyewî lêkolînan bikin
Buroya Hiqûqê ya Van Steenbrûgge Advocaten a li Belçîkayê, serî li NY’ê da û xwest çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn, bê lêkolînkirin. -
Li Magdebûrgê êrîşên kîmyewî hat protestokirin
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, li bajarê Magdebûrg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat protestokirin. -
Çalakiya Xoşnav Ata 95 roj in berdewam dike
Xoşnav Ata yê ku biraziyê wî Gulperîn Ata û Mihrîban Ata di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de hatibû qetilkirin, 95 roj in li pêşiya OPCW’ê ya li bajarê Den Haagê ya Hollandayê di çalakiyê de ye.