Jinên Kurd li ber Konseya Ewropayê çalakî li dar xist

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), ji bo protestokirina bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û bi daxwaza ku Konseya Ewropayê tevbigere, çalakiyek li dar xist.

Di çalakiya li ber saziyên Ewropayê yên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê de, ji bo vekolîna êrîşên kîmyewî bike daxwaz ji Konseya Ewropayê hat kirin ku şandeyekê bişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di daxuyaniya li ser navê TJK-E’yê hat xwendin de heman daxwaz hat kirin lê dosyeya çalakgeran xwest bidin Konseya Ewropayê nehat qebûlkirin.

Dosyeya ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve hat amadekirin, erkdarên li ber derî negirt. Erkdaran xwest ku dosye ya bi rêya înternetê ya jî bi rêya posteyê bê şandin.

Jinan jî da zanîn ku heta dosyeyê bigirin ew ê li çalakiya xwe dewam bikin.