Bi wekîlên Mera25 re li ser êrîşên kîmyewî hevdîtin hatin kirin

Nûnerên Navenda Çanda Kurd a Demokratîk têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevdîtin bi wekîlên partiya muxalefetê Mera25 re kirin.

Nûnerên Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a li paytexta Yewnanistan Atînayê, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaz û fikarên gelê Kurd, li Parlamenta Yewnanistanê hevdîtin bi wekîlên partiya muxalefetê Mera25 re kirin.

Di hevdîtinê de belge û delîlên KNK, IPPNW û dosyaya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê yên li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hatin pêşkêşkirin. Hate ragihandin ku bêdengiya Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziya OPCW, dibe sedem ku dewleta Tirk bêhtir sûcên li dijî mirovahiyê bike. Ji Yewnanistanê hate xwestin ku di mijarê de bi berpiryarî rabe û vê pêvajoyê bişopîne.

Parlamenterên Yewnan jî di hevdîtinê de ragihandin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê di asta navneteweyî de ye û wê mijarê ji nêz ve bişopînin û bixin rojeva Parlamentê.

Wekîlan bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û gotin, "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" û bang li CPT kirin ku bi berpirsyariya xwe rabe.