Siyasetmedar û nûnerên saziyan têkildarê meşa ku 12’ê Kanûnê wê li Dusseldorfê bê lidarxistin, ji ANF’ê re axivîn.
Siyasetmedar û nûnerên saziyan, ev tişt gotin:
ZUMRUT: EM WÊ ROJÊ, JIYANÊ BIRAWESTÎNIN!
Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut:
“Weke ku tê zanîn em bi şerê ku dewleta Tirk 14’ê Nîsanê li Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, di pêvajoyeke pir giran re derbas dibin. Me têkildarê vê pêvajoyê, ji bo li dijî wî şerî rabin gelek meş, mîtîng û merasîm li dar xistin. Dewleta Tirk ev demek e ji bo gerîlayên azadiyê û Kurdan tune bike, dest bi vî şerî kiriye. Lewma em ê dîsa li seranserê Ewropayê û Elmanyayê, meş û mîtîngê li dar bixin. Ev meş, wê ji du aliyan vê pêk bê. Berê em li ber DGB Haûsê dihatin ba hev û em ji aliyekî ve dimeşiyan. Wê dîsan girseya NRW’ê li ber DGB Haûsê bê ba hev. Girseya ku ji qada derve û Ewropayê jî, wê li cihekê ku me nêzî wir diyar kiriye, bê ba hev û em ê ji du aliyan ve bimeşin.
Armanc; bi sed hezaran roja 12’ê mehê li Dusseldorfê li dijî çekên kîmyewî dengê xwe derbixin û ji gerîla re bibin nefes. Bi vî şerî careke din Kurd tên qirkirin.
Me navê van beşên meşê danîne. Ji ber berxwedana em di nav de ne, me navê beşê li ber DGB Haûsê yanî Haûptbahnhofê, kiriye Zap. Navê beşê din jî wê Avaşîn be. Qada ku em lê mîtîngê bikin jî Metîna ye. Lewma em dixwazin ji vir bang li hemû civakê bikin, bi taybetî li gelê Elmanyayê, Kurdên li Elmanyayê dijîn, ciwan, jin, kal û zarokan. Niha li Avaşîn, Zap û Metînayê berxwedaneke cidî heye. Lê divê kesên li Ewropayê dijîn, Kurdên li dîasporayê dijîn jî bi wê ruh û kelecanê, ruhê berxwedanê yê Avaşîn, Zap û Metînayê his bikin û tevlê bibin. Divê em bi heman his û berxwedanê, bimeşin. Divê her kes wê rojê jiyanê rawestîne. Yanî divê yê/ya bernameya xwe hebe betal bike, wê rojê neçe kar; ji ber ku dema em dibêjin pêvajoya man û nemanê, divê em li gorî wate û giringiya wê rojê jî tevlê bibin.
Dibêjin ku jiyanê birawestînin! Werin em bi hev re, ji gerîla re bibin nefes! Werin em bi hev re li dijî dewleta Tirk a ku van sûcên şer dike, bimeşin! Li dijî kesên li hemberî bikaranîna kîmyewî bêdeng in, bimeşin. Em, car din ji yên me nabînin, nabihîzin û dengê xwe naderxin re bibêjin ku Kurd li vir in. Kurd xwedî li zarokên xwe û nasnameya xwe derdikevin. Dewleta Tirk sûcê şer dike, li dijî mirovahiyê sûcan dike; çekên kîmyewî bi kar tîne, çekên qedexe bi kar tîne. Em ê bi hev re bibin dilê Zap, Avaşîn û Metînayê. Em ê bibêjin ku em hene, em ê hebin.”
AYDAR: EM LI DUSSELDORFÊ BÊN BA HEV Û BÊDENGIYÊ BIŞIKÎNIN
Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Zubeyîr Aydar:
“Dewleta Tirk ev demek dirêj e li dijî Gerîlayên Azadiya Kurd, bê navber çekên kîmyewî bi kar tîne. Ciwanên Kurd bi bandora wan çekan birîndar dibin, şehîd dibin û cîhan hemû bêdeng e. Em gel û rêxistin li dijî vê yekê li qada navneteweyî dengê xwe bilind dikin. Me heta niha bêdengiya cîhanê neşikandiye. Em, bi rêya dostên xwe, hinek dengê xwe bilind kir lê ev ne bes e. Divê em hîn zêdetir dengê xwe bilind bikin. Gelê Kurd û dostên wan wê li wir kom bibin û dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin. Lewma gelek giring e. Em, bang li gelê Kurd û dostên wan dikin: Em, hemû roja Şemiyê li Dusseldorfê kom bibin û dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin! Xwedî li gerîlayê azadiyê derbikevin! Li dijî dagirkerî û çekên kîmyewî, dengê xwe bilind bikin ku em vê bêdengiyê bişikînin! Lewma ez bang li hemû gel û dostan dikim. Em roja Şemiyê li Dusseldorfê bên ba hev.
KARAMÛS: ÊRÎŞ XETERNAK IN, DIVÊ HER KES TEV LI MEŞÊ BIBE
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs:
“Welatparêzên hêja, Kurdên bi rumet, dostên Kurdan! Ez dixwazim bang li her kesê xwedî wijdan li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ku bi hemû derfetan êrîşê deskeftiyên gelê Kurd dike, bikim; li dijî gerîlayên azadiyê ev çend meh in her cure çekên kîmyewî bi kar tîne. Êrîşên dewleta dagirker hatine asteke xeternak, lwma em Kurd û Kurdistanî li her derê deng û sekna xwe ya li dijî êrîşên kîmyewî bilind bikin û nîşanê hemû cîhanê bidin ku em qebûl nakin. Divê em tev li meşa girseyî ya ku wê 12’ê Kanûnê li Dusseldorfê bê lidarxistin, bibin. Divê em bi tevlêbûna xwe ya vê meşê nîşan bidin ku em qebûl nakin. Banga me ji bo we hemûyan ev e! Divê her kes tev li meşa 12’ê Kanûnê ya li Dusseldorfê bibe.”
ATALAY: DEMA HEBÛN Û NEBÛNÊ YE
Şaredarê Êlihê yê Berê Nejdet Atalay:
“Gelê me yê hêja, ev dem, demeke dîrokî ye. Neyar vê demê ji xwe re wek dema hebûn û nebûnê dibîne. Bê guman ji bo me jî wisa ye. Bi sekina xwe ya vê serdemê, bi çalakî û xebata xwe, ya em ê pêşeroja xwe esehî bikin ya jî wê pêşeroj ji destê me biçe. Her tişt wê vê demê diyar bibe. Dijmin, ji bo pêşeroja xwe çi tişt ji dest tê dike. Çekên kîmyewî bi kar tîne. Kurdan, çalakger û siyasetmedarên wan digire, qetil dike. Gund û bajarên me dişewitîne, xera dike. Divê em jî tiştên ji milên me tê, bikin. Têkoşîna ku li her çar parçeyan û dîasporayê tê kirin geş û gurtur bikin. Hêviya me ji gelê me yê li dîasporayê ew e ku roja 12’ê Mijdarê biçe bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê. Potansiyela me ya em deng û bandora xwe bigihînin çiyayên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê heye. Hebûna me ya sibehê roj, bi van çalakiyan e.“
DEMÎRBAŞ: JI BO AZADÎ Û YEKITIYÊ…
Şaredarê Sûrê yê berê Abdûllah Demîrbaş: “Ji bo bidawîbûna şerê qirêj, ji bo çekên kîmyewî bi kar neyên anîn, ji bo azadî û aştiyê, yekitiya Kurdan û Kurdistanê em ê 12’ê Mijdarê li Dusseldorfê bin.“
NARÎN: NEKARÎ KURDAN RAWESTÎNIN, BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ÊRÎŞ KIRIN
Berdevkê PDK-S Ewropayê Bave Narîn:
“Hikûmeta Tirk bi serokatiya Erdoganê faşîst nekarî bi bikaranîna hemû hêza xwe bi dehan salan nekarî Kurdan rawestîne, vê carê dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Van karên qirêj li ber çavên hemû cîhanê dike. Lê mixabin cîhan dengê xwe nake. Em Kurd li ber hovîtiya dewleta Tirk ranebin em ê bikevin rewşa şirîkên dagirkeran. Em Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê bang li hemû partî, komele û rêxistinên li Ewropayê dikin ku em 12’ê Mijdarê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hev bên ba hev û li ber dewleta Tirk rabibin.“
VELÎ DEDE: ELEWÎ DI XETERIYÊ DE NE
Pîrê Elewiyan Velî Dede:
“Dîroka me, dîroka sehildana li dijî derew, talan, xiyaneta navxweyî, qetlîam û zilmê ye. Em li dijî qetlîaman ji berê bêhtir ji parastinê mehrûm in. Eger hêzên demokrasiyê yên heyî bên tepisandin wê derfet nemîne ku em Elewî li rêya xwe dewam bikin û bi fizîkî hebin.“
CENGÎZ: EM HEWCEYÊ YEKITIYÊ NE
Nûnerê Partiya Kesk a Çepgir a Elmanyayê Mehmet Cengîz:
“Dema em tê de ne demeke dîrokî ye. Rojên ku em ê bi hev re bi ser bikevin nêz in. Me pêdivî bi têkoşîna bi hev re heye, divê em bi hev re bergehê li xwe fereh bikin. Em Partiya Kesk a Çep, hemû welatiyên xwe û alîgirên ked û azadiyê vedixwînin mîtînga ku wê 12’ê Mijdarê roja Şemiyê bê lidarxistin.“
DOGAN: EM LI GERÎLA BIBIN XWEDÎ
Hevseroka CDK-F’yê Xane Dogan:
“Roja 12’ê Mijdarê meşeke ya girseyî li Dusseldorfê heye. Em bi yek dengî biçin qada meşê, li gerîlayên xwe bibin xwedî. Çekên kîmyewî li dijî şervanên me tên bikaranîn. Şervanên me rûmeta me ne.“
DÎCLE: KURD DÎROKÊ DINIVÎSIN
Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle:
“Dema em tê de ne demeke dîrokî ye. Kurd di merheleyeke nû a azadiyê de ne. Em êdî dîrokê dinivîsin. Di vê demê de divê her kes bi berpirsyariya xwe rabibe. Erka me hemûyan e ku em bibin hêz ji mîtînga ku wê roja 12’ê Mijdarê li dar bikeve.“