Li Zanîngeha Goethe êrîşên bi çekên kîmyewî hate şermezarkirin
Ciwanên tevgerên xwendekarên Kurd YXK û JXK’ê ji bo sûcên şer ên dewleta Tirk eşkere bikin li Zanîngeha Goethe ya bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên tevgerên xwendekarên Kurd YXK û JXK’ê ji bo sûcên şer ên dewleta Tirk eşkere bikin li Zanîngeha Goethe ya bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ji bo balê bikişînin ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne û zordestiya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyek li dar xistin.
Xwendekarên ku di konferansê de pankart vekirin û diyar kirin ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Şengal, Mexmûr û Rojava sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dike.
OPCW di serî de xwendekaran nerazîbûn nîşanî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, sazî û hêzên navneteweyî dan.
Xwendekarên din jî bi çepikan piştgirî dan xwendekarên YXK û JXK'ê.