Li Dresden û Halleyê çalakiya konvedanê

Ji bo protestokirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li Dresden û Halleyê çalakiya konvedanê. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê îmze hatin berhevkirin.

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, çalakiya konvedanê ku roja Duşemê li Alberplatzê dest pê kir, îro jî dewam kir.

Di çalakiyê de, ji bo balê bikêşin bi ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), pankart hatin daliqandin. Çalakî, ji saet 15.00’yan heta 18.00’an dewam kir.

Roja duduyan a çalakiyê daxuyanî hatin dayîn, belavok hatin belavkirin. Çalakî wê sibehê bi mîtîngeke li Albertplatzê saet di 18.00’an de bi dawî bibe. 

Çalakiya konvedanê li Halleyê jî saet di navbera 15.00 û 17.00’an de hat dest pê kirin. Ji bo haydarkirina civakê ji êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk belavok hatin belavkirin û ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê îmze hatin berhevkirin.

 Çalakiya li Halleyê, wê sibehê li Chemnîtzê dewam bike.