FED-GEL- BW-Bayern ji bo meşa li Dusseldorfê bang kir

Hevserokên FED-GEL BW-Bayernê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir û cihê birêketina otobusan eşkere kir.

Di daxuyaniya FED-GEL BW-Bayernê de komkujiyên li Agirî, Dersim, Zîlan, Mereşê hate bibîrxistin ku ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gelê Kurd hate kirin û hate gotin, "Çawa ku beriya sed salî li hemberî qetilkirina bi milyonan Ermenan kesî dengê xwe nekir, dewleta Tirk bi piştgiriya rêxistina NATO'yê îro jî heman qirkirinê li ser Kurdan ferz dike û saziyên navneteweyî bêdeng in, tenê ji dûr ve li pêvajoyê temaşe dikin."

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst sed salên derbasbûyî bi hewldana ji bo tunekirina Kurdan derbas kir û bi saya berxwedana ewladên leheng ên gelê Kurd ku li çiyê li ber xwe didin ev armanca dewleta faşîst di ber de ma.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk û amûra wê AKP-MHP ku azadiya gelê Kurd ji bo xwe weke kabûsê dibîne, bi binpêkirina peymanên navneteweyî li hemberî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne."

Hate ragihandin ku ji bo şermezarkirina vî sûcê li dijî mirovahiyê wê di 12'ê Mijdarê de li Dusseldorfê 'Meşa Mirovahiyê ya li dijî Çekên Kîmyewî' bê lidarxistin û banga tevlîbûnê li her kesî kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li her kesî dikin ên xwedî wijdan û hurmetê nîşanî jiyan û mirovahiyê didin, ku di 12'ê Mijdarê de li Dusseldorfê bin."

DEM Û CIHÊ BIRÊKETINA OTOBUSAN

Di daxuyaniyê de dem û cihê birêketina otobusan hate eşkerekirin. Di vê der barê de ev agahî hatin dayin:

"Tübingen, Busbahnhof, Saet: 00:00 
Reutlingen, Busbahnhof, Saet: 00:30 
Nürtingen, Busbahnhof, Saet: 01:00 
Esslingen, Busbahnhof, Saet: 01:30 
Waiblingen, Busbahnhof, Saet: 00:00 
Bad Cannstatt, Busbahnhof, Saet: 00:30 
Ludwigsburg, Busbahnhof, Saet: 01:00 
Emmendingen; HBF, Saet: 00:30 
Ulm, HBF, Saet: 24:00 
Heilbronn, (Komele) Landturm str.4 . Saet: 06:00 
Nürnberg ,( Komele) Forsthofstr. 36, 90461 Nürnberg."